Xatun 25 sal in debara xwe bi mêşvaniyê dike

Mêşvanên ku bi hatina meha Hezîranê re dê dest bi komkirina hingivê mêşan bikin, di vê pêvajoyê de kedeke mezin didin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Colemêrg - Li Colemêrgê ku bi hingivê kulîlkan re navdar e, hilberînerên hingivîn dest bi komkirina hingivîna mêşên xwe kirin. Mêşvanên ku piştî bi mehan mêşan xwedî dikin di meha Hezîranê de hingivîn kom dikin, diyar kir ku qeyrana aborî ya tê jiyîn bandoreke xirab li ser van jî dike. Xatun Unat a ku 25 sal in li herêmê bi mêşvaniyê re mijûl dibe û debara xwe bi hingivê ku difiroşe re dike, ji xeynî mêşan ajalêk din xwedî nake. Xatun Unat ku di karê dike de bûye hoste, got hingivîna Şemzînanê ku ew dihilberînin dermanê gelek nexweşiyan e.

“Em wek malbat vî karî dikin”

Xatun Unat diyar kir ku ew û hevjînê xwe bi mêşvaniyê ku 25 sal in mijûl dibe re hema bêje li hemû bajarên geriyane, dest nîşan kir ku xweza û avhewaya Colemêrgê ji bo mêşan gelek berhemdar e. Xatun Unat, anî ziman ku piştî şerbet û kewar didin mêşan di meha Hezîranê de dest bi komkirina hingivînê xwe dikin û wiha got: “Hemû karê me li ser van mêşan e. Em wek malbat vî karî dikin. Em dervayî vî karî ajalên cuda xwedî nakin. Em şerbet û kewarên wan didin wan. Dema hingivîna wan jî çêdibe derdixin û dixin qewanozan. Piştî ku em dixin nava qewanozan, difiroşin.”

“Qeyrana bandorê li ser mêşvaniyê jî kir”

Xatun Unat, anî ziman ku di karê dikin de berê hîn zêdetir qezenc dest dixistin, balkişand ku qeyrana aborî ya tê jiyîn hem ji wan re hem jî ji mêşên wan re bandorek xirab dike. Xatun Unat bi van pêvajoya jiyan dikin kurte kir: “Min bi xwedî kirina van mêşan hem zarokên xwe hem jî malbata xwe xwedî kir. Li vir piranî mirovan bi xwedî kirina mêşan debara xwe dabîn dikin. Dahata wê jî baş e, lê qeyrana aborî bandor li karê me jî kir. Qeyran wek her kesî ji me ra jî pir zerar da. Kîloya şêkîr derket ser 1 Lîre yek. Em jî gelek zehmet şerbetê çêdikin, ew jî ji bo mêşan rewşek xerab e.”

“Hingivê Şemzînanê him bi tam e, him jî bi tendurist e”

Xatun Unat a balkişand ku ew bi zarokên xwe re vî karî dike û li herêmê mêşvanên jin ên mîna wê pir kêm in, anî ziman ku jin bi gelemperî li paş kar tên hiştin. Xatun Unat da zanîn ku jin di xwedî kirin û lênihêrîna mêşan de jî gelek ked didin û wiha axivî: “Hingivê Şemzînanê hem bi tam e hem jî pir bi tendurist e. Di hundirê wê de tiştek ku ji derve lê tê zêde kirin nîne, bi temamî xwezayî ye. Dermanê nexweşiyan û her tiştî ye. Ne tenê hingiv, şîrê mêşan jî dermanê her tiştî ye. Ez vî hez bikim hez nekim jî, divê ez vî karî ji bo xwedî kirina zarokên xwe û xwe neçarim bikim. Min xwedî kirina van mêşan zarokên xwe da xwendin û ji we re malek çêkir.”