Weqfa Jinan bi projeyên nû dikeve sala 2023’yan

Di sala 2022'yan de li herêma Firatê 710 jin ji dersên ziman û pîşeyê yên Weqfa Jina Azad li herêma Firatê mezûn bûn, weqf bi projeyên nû derbasî sala 2023'an dibe.

NÛRŞAN EBDÎ

Kobanê – Şînda Osib a Rêvebera Weqfa Jina Azad a Herêma Firatê ya girêdayî Kantona Kobanê a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê cih digre, got ku karê Weqfa Jin perwerdekirina jinan di pîşe û warên cuda de ye. 

Weqfa Jina Azad a Rojava ku di sala 2014’an de li Cizîrê hat vekirin, qada xebatên xwe yên li bajarên ku ji dagirkeriya DAIŞ’ê hatine rizgarkirin, berfireh kir û weke Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê rêya xwe berdewam kir.

Weqfa Jina Azad a Sûriyê di sala 2018’an de li Kantona Kobanê şaxek xwe vekir da ku jinên ku di warê ziman, tenduristî û pîşeyê de derfetên wan ên cuda yên perwerde û aborî nîn in perwerde bike û wan di warê aborî de pêş bixe.

Weqfa Jina Azad a di sala 2018’an de hat avakirin li Kobanê sêwîxaneyek e ji bo zarokên ku di şer de malbatên xwe ji dest dane, jin di warê tenduristî, dirûtinê, qursên zimanên erebî û kurdî, kuafor, kompîtur û hunerên destan de têne perwerdekirin û hewl dide wan bike pispor. ku ew dikarin bijîn.

'Ji bo jinan bûye çavkaniya hişmendî û pêşketinê'

Rêvebera Weqfa Jina Azad li herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şînda Osib derbarê xebat û armanca weqfê de ev tişt got: “Em weke weqf hewl didin jinan bi awayekî pratîkî perwerde bikin û wan di hemû waran de bihêztir û jêhatîtir bikin.

Weqfa Jina Azad ji bo jinên herêmê bûye çavkaniya hişyarî û pêşketinê. Weke weqf ji bo perwerdekirin û pêşxistina jinan û profesyonelkirina jinan em ê vekirina gelek kursan bidomînin.

Jinên ji 15 heta 42 salî di kursên ku weqfa me di şaxên cuda de vekirine de perwerdeyê dibînin. Jinên herêmê eleqeyeke mezin nîşanî van qursan didin. Dîsa di sêwîxanê de zarokên me ji nûbûyî heta 18 salî dimînin. Tê zanîn ku ev demeke dirêje li Sûriyê şer heye. Yên li sêwîxana me dimînin zarokên ku di şert û mercên şer de dê û bavên xwe winda kirine ne. Ji bo ku hemû pêdiviyên wan ên madî û manewî bi cih bînin em dixebitin.”

'Îsal 710 jinan qursên pîşe û ziman qedandine'

Şînda Osib diyar kir ku Weqfa Jina Azad di sala 2022’an de projeya pêşxistina beşa tenduristiyê û veguhertina odeya lezgîn a ji bo xizmeta jinan bi dawî kir û wiha dewam kir: “Em tîmeke tenduristiyê amade dikin ku li vir bixebitin. Jinên li weqfê de perwerdeyê dîtine li bajarên Minbic, Sirîn, Qamişlo û hwd pêşangehên hunerên destan vekirin. Armanca me bi van pêşangehan parastina mîrata hunera destan bû.

Di nava salê de 200 kes kursên kuaforiyê qedandine û salonên xwe yên bedewiyê vekirine. 160 kes ji kursên dirûtinê, 200 kes ji kursên kurdî û erebî mezûn bûne.’’

'Em ê sala nû bi projeyên nû pêşwazî bikin'

Şînda Osib der barê projeyên ku wê di sala 2023'yan de Weqfa Jina Azad li herêma Firatê pêş bixin jî agahî da û got, "Kursên perwerdeyê wê di sala 2023'yan de jî dewam bikin. Ji bo zarokên me yên li sêwîxanê mane û 18 saliya xwe temam kirine karibin bibin xwedî kar dê navendek bê avakirin. Ji bo perwerdekirina jinan bi hevkariya komun û meclîsan komîteyeke perwerdeyê hat avakirin. Ew ê karê xwe berdewam bike.

Her jinek ku bixwaze li derveyî malê bixwîne û bixebite dikare serî li me bide. Weke Weqfa Jinan em li vir in ku em alîkariya hemû jinan bikin, wan perwerde bikin û derfetên kar ji wan re peyda bikin. Di sala 2023’an de jî em ê bi projeyên xwe xizmeta civaka xwe, jin û zarokan bikin.”