Weqfa Jina Azad derfetên kar ji jinan re peyda dike

Diyana Ehmed der barê dersên ku jin di dewreyên perwerdê yên Weqfa Jina Azad de dibînin de got: "Beşdarên kursê dersên teorîk û pratîkî li ser bingehên komputerê û hemî qonaxên wê dibînin, zêdebarî bernameyên kompîtorê ku di dema lêgerîna kar de ji wan re kêrhatî ye, wekî excel û nêbazên çapkirinê. Em ne tenê dewreyên perwerdeyê vedikin, jê bêtir bi qasî dikarin ji wan re derfertên kar peyda dikin. Pêşîniya kar di saziyên rêveberiya xweser de ji bo xwendekarên me yên jin e."

NORŞAN ABDÎ
Kobanê- Weqfa Jina Azad li kantona Kobanê hewl dide di hemî warên aborî, pîşeyî û rewşenbîrî de piştgirî bide jinan her wiha dixebite ku jinan di aliyê pratîkê de amade bike û derfetên kar ên li gorî wan ji wan re peyda dike. Weqfa Jina Azad di sala 2018’an de li kantona Kobaniyê li herêma Firatê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê hate damezrandin. Armanca wê ya sereke ew e ku alîkariya jinan di van şert û mercên dijwar û rewşa şer ku piraniya herêmên Sûriyeyê dijîn bike, ji bo amadekirina jinan û zarokan di aliyê derûnî û manewî de kar dike, zêdebarî organîzekirina gelek çalakî, karsazî û projeyên ku jinan bi hêz dike. Bi vekirina kursan û lidarxistina dersên rewşenbîrî û pîşeyî, Weqfa Jinan, jinan di nava civakê de birêxistin dike. Di destpêka vê Îlonê de, kursek ji bo perwerdekirina jinên ji her temenî li ser komputerê hat vekirin.
Jin hînê bikaranîna kompîtorê dibin
Diyana Ehmed, mamosteya komputerê û rêvebera Weqfa Jina Azad, got: "Li Navenda Weqfa Jina Azad, em bi domdarî kursan vedikin da ku em jin û ciwanan fêrî bikaranîna kompîtorê bikin û her kurs bi qasî 40 rojan berdewam dike lê li wir hin kom hene ku hewceyê demek dirêjtir in. Em dixwazin ku hejmara xwendekaran di kursê hindik be da ku bi awayekî baş têbigihîjin. Em xwendekaran yek bi yek dişopînin."
Der barê dersên ku jin di dewreyê de distînin de got: "Beşdarên kursê dersên teorîk û pratîkî li ser bingehên komputerê û hemî qonaxên wê distînin, zêdebarî bernameyên kompîtorê ku di dema lêgerîna kar de ji wan re kêrhatî ye, wekî excel û rêbazên çapkirinê û wiha domand: "Em ne tenê dewreyên perwerdeyê vedikin, jê bêtir em bi qasî dikarin ji wan re derfertên kar peyda dikin.  Pêşîniya kar di saziyên rêveberiya xweser de ji bo xwendekarên me yên jin e."
“Ezmûnên me hem teorîk hem jî pratîk in”
Diyana Ehmed bal kişand ku xwendekar di destpêkê de bi dijwariyê re rû bi rû dimînin û wiha got: “Em bi awayekî rêk û pêk derbasî qonaxên din dibin û piştre ji xwendekaran re her hefte ezmûnan dikin. Piştî bidawîbûna dersan, ezmûna paşîn di beşên teorîk û pratîkî de tên kirin. Pileya giştî 100 e, û xwendekarên jin ku hejmara wê 70 û jortir be dê biserkeve û xwendekara jin ku jimara wê ji wê kêmtir e dê sertîfîkayê nestîne."
Diyana Ehmed anî ziman ku enstîtu ji bo hînkirina komputeran pereyê pir ferz dike lê Weqfa Jina Azad bi awayekî belaş ji bo kesên ku dixwazin xwe bi pêş ve bibin perwerde û kar peyda dike û wiha pêde çû: "Jinên ku dixwazin beşdarî kursê bibin li gorî enstîtu û mamosteyên din ku dersên komputerê didin hindik dirav didin û ev ji ber ku Weqfa Jina Azad ji bo jin û ciwanan hatiye sazkirin da ku kesayeta xwe di hemî waran de bi pêş bixin". 
“Ez ji kursa Weqfa Jina Azad gelek tişt hîn dibim”
Di dawiya axaftina xwe de, rêvebera Weqfa Jina Azad û mamosteya kompîturê Diyana Ehmed got: "Tevî derfetên kêm ên di dabînkirina hejmarek mezin a kompîtoran de ku ji me re astengiyek çêdike, em xwendekarên jin li koman dabeş dikin da ku em bikaribin dersan bidin her kesê. Em ê ji bo rêxistina jinan û bihêzkirina wê her berdewam bikin." 
Amîna Şêx Mihemed a 32 salî, yek ji beşdarên kursê ye, got: "Weqfa Jina Azad gelek kurs vedike, wek dirûn û makyaj lê min tercîh kir ku ez komputerê fêr bibim, ji ber ku em di serdema pêşketina teknolojiyê de ne û kompîtur bûye ji tiştê herî ku zêde di gelek warên jiyanê de tê bikaranîn." 
Amîna Mihemed dibêje ku wê nizanibû çawa kompîturê veke yan bigre: "Nezanîna min a bikaranîna kompîturê bandorek neyînî li kesayeta min kir. Min di serî de gelek zehmetî kişand, nemaze di warê tetbîqkirina dersên teorîk de. Lê îro, ez dikarim wê bi kar bînim û der heqê wê de xwediyê gelek agahiyan im û bi derbasbûna demek kurt de min di kesayeta xwe de pêşkeftinek dît."
“Jin dikarin hemû karên xwe bi rêkûpêk bidomînin”
Der barê gelo zewac û zarok li pêşiya pêşketina şiyana jinan asteng in, wê got: "Jinek zewicandî divê dema xwe di navbera karê malê, mezinkirina zarokan û xebatkirina pêşxistina xwe de bi rêxistin bike. Ji bo min, ew hêsan e, tenê du zarokên min hene. Ez dikarim wextê xwe di navbera kurs, mal û zarokan de rêxistin bikim. Der barê qonaxa piştî derçûna ji kursa komputerê, ew dibêje: "Min navê xwe li ofîsa kar tomar kir û bi alîkariya Weqfa Jina Azad, şansê min ê kar dê zêdetir be." 
Dilvîn Mihemed Husên a 15 salî ku ji ber şer ji xwendinê mehrûm ma got: "Divê hemû jin hewl bidin ku xwe bi pêşve bixin û di hemî waran de xwe bi hêz bikin û ji bo vê yekê min dixwest ez li ser kompîtoê bixebitim. Ez fêrî gelek tiştên bingehîn bûm. Ev ji bo me fersendek baş e û divê em wê baş bikar bînin."