Tundûtûjiya nava malê li Idlibê dibe sedema mirina zarokan

Zaroka bi navê Nahla Osman a 6 salî ji aliyê bavê xwe ve bi rojan di qefeseke hesinî de bê nan û vexwarin hatibû hiştin, jiyana xwe ji dest da. Ji bo ku tolê ji dayika wê ya ku daxwaza hevberdanê kiribû û çûbû, her dem îşkence li zarok dikir û ji ber wan îşkenceyan gelek nexweşî pê re çêbûbûn.

SOOHÊR EL-IDLIBÎ
Idlib- Diyardeya tundûtûjiya nava malê li bakurê Sûriyeyê bi ketina şerê Sûriyeyê di sala xwe ya yanzdehemîn de bi awayekî berbiçav mezin bûye û bûye sedema şert û mercên jiyanê yên dijwar. Hejarî, bêkarî, zext û nakokiyên zewacê ku bandoreke neynî li ser xala herî lawaz di malbatê de ku piraniya caran zarok in dike.
Zaroka bi navê Nahla Osman a 6 salî ji aliyê bavê xwe ve bi rojan di qefeseke hesinî de bê nan û vexwarin hiştibû, ji bo ku tolê ji dayika wê hilîne. Ji ber ku dayika wê ji malê çûbû û daxwaza hevberdanê kiribû.
Li gorî çavkaniyên ragihandinê sedema mirina zaroka keç ji ber birçîbûn, tîbûn, îltihaba gurçik û kezebê û nexweşiyên din bûye. Keça biçûk ji ber ku rastî îşkenceyê hatibû birçî mabû van nexweşiyan pê re çêbûbûn loma jî di encamê de jiyana xwe ji dest da.
“Ji ber wijdanê mirî yê her kesê zarok ket wê halê û jiyana xwe ji dest da”
Yek ji cîranên mala wê keçikê li kampa Ferec Allah, Selma El-Hacî ya 38 salî ku ji bûyera zaroka biçûk Nahla bi bandor bûye, dibêje ku ew di encama wijdanê mirî yê her kesê ku ew li kampê di wê rewşê de dîtiye û hewl nedeya ku rizgar bike hatiye kuştin û wiha didomîne: "Erê, Nahla ji ber sûcê bavê xwe mir, ê ku ew di qefeseke hesinî de bê rehm hiştibû da ku xwestekên xwe û yên hevjîna xwe ya nû bi cih bîne.”
Bûyera Nahla Osman ne tenê bûyerek bû, gelek bûyerên şîdeta nava malê li dijî zarokan hebûn bi awayekî ku êdî her kes dizane û tu tedbîrên ewlehiyê yên rê li ber wê bigrin an jî sînordar bikin tune ne.
Zarok Yaman E-Rayan ê du sal û nîv bi zehmetî ji mirinê filitî piştî ku bi tundî ji aliyê bavê xwe ve li bajarê El-Dana, li bakurê Idlibê, di encama nakokiyên zewacê de lêdan xwar. Zarok di rewşeke nebaş de rakirin nexweşxaneyê û birînên wî hatin dermankirin
“Bavê wan ê ku derûniya wî xirab e her dem li zarokan dide”
Li aliyê din, Sîham El-Awad, a 32 salî, gazinan ji xwezaya êrîşkar a her sê zarokên xwe dike, ji ber lêdanên berdewam ji aliyê bavê wan ê ku nexweşê derûnî ye. Ji ber derûniya xirab dem bi dem dest bi lêdanê dike da ku hêrsa xwe di wan de vala bike. Seham El-Awad diyar dike ku ew bi xwe jî ji lêdanê xilas nebûye dema ku dixwest zarokên xwe biparêze.
Sîham El-Awad piştî axîneke dûr û dirêj dibêje: "Em kêra dudevî dadiqurtînin, em nikarin xwe ji tundiya mêr biparêzin, ji tirsa tolhildana wî û nebûna nan, em nikarin xwe jê rizgar bikin.”
Pispora Civakî Amal El-Zeatûr a 35 salî, li ser diyardeya şîdeta malbatî ya li dijî zarokan nirxand kir û got ku berê rêje ji sedî 80 bû. Bi rewşa xemgîn a bêhêvîtiyê ku li welat serdest e, piraniya dê û bavan kontrola tevger, hest û hevsengiya xwe winda kirin ku ev yek bi awayekî felaket li ser zarokan xuya bû.
Wê bal kişand ser nebûna jiyana asayî ji bo malbatên Sûriyeyê, nemaze yên koçber ku rewşa wan hişt ew di danûstandina bi zarokên xwe re zêde hişk bin. Ev nêzîkahî pirî caran dibin sedema ziyanên bedenî û derûnî.
Li Sûriyeyê ji her pênc zarok çar ji wan di nava hejarî û xizaniyê de dijîn
 waWê teqez kir ku zarokê destdirêjî lê hatibe kirin, dikeve rewşa îzolekirin û dûrketina ji mirovan û ji ber pêşketin û bidestxistina jêhatîbûn an jî şiyanên ku zarokên di temenê wî de bi dest dixin êşê dikşîne. Her wiha baweriya wî bi xwe kêm dibe û dikeve rewşa damayî.
Li gorî daneyên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Zarokan (UNICEF), ji pênc zarokên Sûriyeyê çar jê di bin xeta hejariyê de dijîn û zêdetirî 6.7 milyon kes neçar mane ku malên xwe biterikînin û penaberî welatên din bibin, ji sedî 90 rûbirûyê kêşeyan bûne, vê rewşê jî tundî û azara li ser zarokan zêde kiriye.
UNICEF amaje bi wê yekê dike ku 8 milyon zarokên Sûriyeyê pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, di nav wan de 2,5 milyon zarokên penaber li derveyî Sûriyeyê û 2,6 milyon zarokên Sûriyeyê jî di nav wê de koçber bûne.
Li gorî amarên Tora Sûriyeyê ya Mafên Mirovan, ji Adara 2011’an ve heta niha zêdetirî 28500 zarok mirine, 177 zarok ji ber lêdan û îşkenceyê mirine, 4721 kesên din hatine girtin û 2116 zarok jî ji aliyê hin kesan ve bi darê zorê hatine windakirin.