Texrîd Cûma: Armanca me ew e ku em bigihîjn asta civakeke demokratîk

Yekitiya komîteyên jinên Filistînê bi armanca gihîştina civakeke demokratîk û dûrî hemû cureyên tundiya li dijî jinan, dixebite û her wiha xizmet û piştgiriyê ji bo jinên paşghuhkirî, xizan û yên ku rastî tundûtûjiyê hatine pêşkêş dike, di heman demê de yekitî ji bo pêşkêşkirina alîkariya ji bo zarokan jî dixebite.

 
NEXEM KARACA
Xeza- Yekitiya komîteyên jinên Filistînê ku ji bo piştgirî û destekdayîna jinan dixebite, hewl dide di hemû waran de xwe bigihîjîne jinan û ji pirsgirêkên wan re çareseriyan bibîne. Berpirsiyara komîteyên jinên Filistînê Texrîd Cûma wiha got: "Yekitiya komîteyên jinên Filistînê saziyeke sivîl û femînîst e ku di sala 1980'ê de hatiye avakirin, li hemû şax û parêzgehên aliyê rojava û zêvala Xezayê dixebite. Armanca yekitiyê, gihandina civakeke sivîl a demokratîk e û dûrî hemû cureyên tundûtûjî û cudakariya li dijî jinan e, girîngiyê dide jinên xizan, ên ku rastî tundûtûjiyê hatine û hatine paşguhkirin her wiha di gelek bernameyên xwe de jî piştgiriyê dide zarokan."
"Di sala 2021'ê de bernameya herî girîng a bihêzkirina jinan e"
Têkildarî xebatên yekitiyê yên di sala 2021'ê de Texrîd Cûma av agahî dan: "Ji bernameyên me yên herî girîng bernameya xurtkirin û bihêzkirina jinan e û yên piştgirîkirina jinan di warê derûnî de jî. Xebatên me di sala borî de piraniya wan li ser piştgiriya derûnî ya ji bo jin û zarokan bû. Ji ber ku di encama êrîşên dubare yên li ser herêma Xezayê û bandora şer a neyînî li ser derûniya wan pêdivî bi piştgiriyek wisa ji bo jinan û zarokan hebû. Yekitiyê bernameyên xwe li hemû parêzgehên herêma Xezayê pêşkêş kir û di nava bernameyên xwe de piştgiriya derûnî, xizmetên qanûnî, aborî û dermankirina tenduristiyê ji bo zêdetirî 300 jin û zarokan pêşkêş kirin."
Di nava projeyên yekitiyê de projeya kampanyaya "tu dikarî"
Girêdayî heman mijarê Texrîd Cûma wiha li gotinên xwe zêde kir: "Di nava projeyên ku yekitiyê li ser kar kir û pêk anî, projeya bi navê "tu dikarî" ku ev proje weke piştgiriyeke herî mezin, ji bo bihêzkirina jinan e her wiha jin di gelek mijaran de û di warê xwegihandin, ragihandin û nivîsandina raporan, perwerdekirin, di heman demê e di sala borî de yekitiyê li ser kampanyayeke dîjîtal kar kir û heya îsal jî  kampanya berdewam dike. Ev kampanya jî girêdayî zagona parastina malbatê ye ku di nava xwe de parastina zarokan, kesên temenê wan mezin û xwedî pêdiviyên taybet jî diparêze. Her wiha me dîmenên hinek çalakvanên jin û mêr jî çêkirin û li ser torên civakî parve kirin. Ev kampanyaya me ya elektronîk encamên gelekî baş bi dest xistin û bi awayekî gelekî berfireh hat belevkirin û şopandin."
"Ji bo bihêzkirina aboriya jinan du proje dabûn destpêkirin"
Texrîd diyar kir ku yekitiyê bernameyên aborî yên têkildarî bihêzkirina aboriya jinan pêşkêş kir û wiha got: "Di çarçoveya bihêzkirina aboriya jinan de, bi taybetî ji bo jinên ku derfetên karkirinê li gel wan tune ne ku di saziyên hukmî de bixebitin, du projeyên yekitiyê hebûn."
"Ji ber rewşa şer karê saziyê yê ji bo bihêzkirinê vediguhere alîkariyê"
Der barê zehmetî û astengiyên ku yekitî pê re rû birû maye de Texrîd wiha got: "Di van salên dawî de di encama dagirkirinê û dorpêça li ser Xezayê de, em rastî gelek zehmetiyan hatin ku me nikaribû planên stratejîk çêkira lê dîsa jî me gelek proje pêk anîn lê ji ber êrîş û dagirkirinê karê saziyê ji bihêzkirin û pêşketinê vediguherî  karê alîkariyê."
Berpirsiyara yekitiya komîteyên jinên Filistînê Texrîd Cûma wiha dawî li gotinên xwe anî: "Hejmara jinên ku hewcedariya wan bi alîkariyê heye zêde ye û ev yek zextê li me dike, ji ber ku em nikarin hemû daxwaz û pêdiviyên jin û zarokan bi cih bînin ji ber rewşa herêma dagirkirî û bandora dorpêçê. Em karê xwe didomînin, endamên me yên ku bê pere jî dixebitin hene. Gelo ev bûyer dê bandorê li aliyê darayî bike her çend beşek ji xebata me bê pere kar bikin jî. Em pêşkêşkirina bernameyên xwe de berdewam dikin, di warê piştgiriya derûnî û bihêzkirina pîşeyên ciwan de bi awayekî taybet em dixebitin."