Tevî şer û zoriyan berxwedana jinên Sûdanî didome
Şerê ku ji Nîsana 2023’an ve li Sûdanê didome, zoriyên mezin ji bo jinan bi xwe re aniye. Ji bo dabînkirina hewcedariyên jiyana rojane û hevsengkirina rewşa malbatê berpirsyariyên zarokên xwe, xwe di nava bazara kar de dîtin.
AYA ÎBRAHÎM
Sûdan –Jinên Sûdanî, tevî hemû astengî û zehmetiyên giran ên di bazara kar a giştî û taybetî de, gav paşve navêtin û teslîm nebûn. Ew bi hêz û biryardariyeke mezin hebûna xwe berdewam dikin û li dijî şert û mercên şer ên ku rastiyeke tal li ser wan ferz kiriye, li ber xwe didin. Di nava wan de hinek jin hene ku dema diçin ser karê xwe pitikên xwe bi xwe re dibin, hinek bi nexweşiyê re têdikoşin, hinek jî bi ducanî dixebitin. Ew û gelek jinên din, tevî hemû astengiyan, biryara berdewamkirina jiyanê didin.
Çîroka Ebrar El-Nûr: Bi pitika xwe re li ser kar e
Ebrar El-Nûr, a ku di beşa Teknolojiya Agahdariyê (IT) ya Sekreteriya Hikûmeta Wîlayeta Bakur de dixebite, her sibeh neçar dimîne keça xwe ya yeksalî bi xwe re bibe cihê kar. Ev jî rêwîtiyeke rojane ya ku bi zehmetiyan dagirtî ye.
Ebrar El-Nûr ku dayîka sê zarokan e, tîne ziman ku hevsengkirina di navbera berpirsiyariyên pîşeyî û erkên li hemberî zarokan de ne karekî hêsan e lê ew ji bo derbaskirina vê rewşê xebateke duqat dike. Ew her serê sibê zû dest bi amadekirina hewcedariyên keça xwe dike da ku wê bi xwe re bibe her wiha amadekariyên karê xwe jî dike. Ebrar El-Nûr wiha dibêje: “Tevî vê yekê jî ez hê dikarim erkên xwe bi cih bînim. Kêliyên herî dijwar ew in dema ku pitika min di hembêza min de be û karên lezgîn dispêrin ser min ez hewl didim wî karî bi dawî bikim.”
Ebrar tekez dike ku eger vîn û piştgiriya guncav hebe, jin dikarin berpirsiyariyên kar, xwedîkirina zarokan û karên malê bi hev re bimeşînin, dibêje ku divê jin dest ji armancên xwe yên zanistî û pîşeyî bernedin û nehêlin şert û merc şewqa wan vemirînin û wiha dibêje: “Min dest bi xwendina bilind kir û armanca min ew e ku ez heta pileya doktorayê berdewam bikim. Xewn û xeyal çi bin jî ji ber berpirsiyariyan nayên paşxistin.”
Şer û bandorên giran li ser jinan
Jin di nava çînên civakê de herî zêde ji ber şerê li Sûdanê zirar dîtine; gelek jinan kar û çavkaniyên xwe yên dahatê winda kirine ku ev bûye sedema zêdebûna rêjeya xizaniyê, penaberiyê, xebata di karên marjînal de û girêdayîna bi alîkariyên mirovî re.
Her wiha jin ji ber windakirina endamên malbatê û koçberiyê, tûşî fikar, depresyon û travmayên derûnî dibin. Bi milyonan jin û keçên ciwan neçar mane malên xwe biterikînin ku vê yekê aramiya wan ji nav biriye. Gelek raporên Neteweyên Yekbûyî (NY) tekez dikin ku pêdiviya jinan bi parastineke mezin, piştgiriya tenduristî û derûnî, dabînkirina debara jiyanê û hewldanên ji bo bidawîkirina şer û pêkanîna aştiyê heye.
Çîroka Nawadir Ebdulezîm: Biryardarî û dûrbûna ji zarok
Nawadir Ebdulezîm, dayîka zarokekî çar salî ye, rêwîtiya xwe ya pîşeyî ji dema ku kurê wê tenê çar mehî bû dest pê kiriye. Tevî ku ezmûna wê ya dayîktî û kar bi hev re nû bû, wê bêyî dudilî biryar da ku bikeve bin vî barî.
Ewqas ku di wê heyamê de gelek cefa kişandiye tîne ziman; her sibeh ji malê derdiket û diçû ser karê xwe, piştî çend saetan neçar dima ku vegere malê da ku hewcedariyên zarokê xwe bi cih bîne, piştre dîsa vedegeriya ser kar. Ev dorbereke rojane ya westanker bû lê wê bi biryardarî rûbirûbûna wê hilbijart.
Ew dibêje ku hevsengkirina navbera kar û perwerdekirina zarokan pêdivî bi bîhnfirehiyeke mezin heye, bi taybetî di bin van şert û mercên ku ew niha tê de dijî. Ji ber xwezaya karê xwe, ew li cihekî dûrî kurê xwe dijî (kurê wê li ba dayîka wê ye) û ew her hefte serdana wî dike, tevî ku daxwaz û giraniya dûrbûnê pir zor e. Tevî vê yekê jî Nawadir tekez dike ku jin dikare hemû astengiyên li pêşiya xwe derbas bike: “Şert û merc çi dibin bila bibin, tenê vîn (îrade) têrê dike ku mirov di riya xwe de bimeşe.”
Suha El-Hac: Zarok ne bar in motîvasyon in
Suha El-Hac, karmenda Komîsyona Mafên Mirovan, dibêje ku hinek kes bawer dikin jin dema dikevin cihê kar, xem û berpirsiyariyên xwe li dû xwe dihêlin lê rastî berevajî vê yekê ye; jin dikarin hemû berpirsiyariyên xwe bi cih bînin û got: “Em hewl didin astengiyan derbas bikin. Astengiya herî mezin a li pêşiya me, kêmbûna demê ye. Li hemberî zêdebûna berpirsiyariyan. Her wiha hinek sazî di warê birêvebirina çavkaniyên mirovî û dabînkirina hewcedariyên bingehîn ên ji bo dayîkên karker de, hê ne xwedî hişyariyeke pêwîst in.
Suha El-Hac tekez dike ku zarok ne bar in wekî ku hinek kes difikirin, berevajî vê, ew motîvasyona rastîn in ji bo kar û serkeftinê û wiha bi dawî kir: “Roja min bi zarokên min re dest pê dike. Ez hewl didim beşek ji dema xwe bidim wan, guh bidim wan, karên wan li hev bînim û hewcedariyên wan amade bikim beriya ku dest bi karên xwe yên pîşeyî bikim bi wan re mijûl dibim.”