‘Talîban yan zarokan dike çalakvanên intiharê yan jî organên wan difiroşe’

Zarokên ku neçar in di kolanan de bixebitin dema ku Talîbanê dibînin direvin. Malbatan diyar kirin ku Talîbanê organên zarokan difiroşe an jî neçarî perwerdeya leşkerî dike û wiha gotin: “Wê wan bikin çalakvanên intaharê û zarokên din bidin kuştin.”

BAHARIN LEHIB

Kabûl - Li Afganistanê ji sala 2021’an vir ve ku Talîbanê rêveberiya welat desteser kir, gelek binpêkirina maf û qetlîam hatin jiyîn. Qedexe û zextên Taliban herî zêde bandor li jinan kir. Herî dawî di 15’ê Çileyê de bi qetilkirina parlementer Mursel Nebizade re destpêkê rêxistinên jinan û ji aliyê gelek kesîmên din ve bû sedemê helwestan. Li dijî van polîtîkayan bêdengbûna dewletên ABD û Ewrûpa, demokrasiya sexte û bi siyaseta xwe ya dûrû, ne bi aşkereyî lê belê piştgirî dide Talîban.

Li paytexta Afganistanê Kabilê di demên dawî de windahiyên zarokan zêde bûne, li kolanan bi zorê mendilan bi zarokan didin firotin û ji xwe re digerînin, ji aliyê Talibanê ve zarok tên revandin bi zorê perwerdeya leşkerî didin wan û yan jî organên wan difiroşin. Ew zarokên ku li kolanan erebeyên Taliban dibînin ji tirsan direvin. Hinek zarok ji aliyê Taliban ve tên berdan. Zarok û dayikên zarokên ku ji destê Talibanê rizgar bûne ji ajansa mere axivîn.

‘Ez naxwazim ji malê derbikevim, lê mecbûr im’

Yek ji wan zarokan Shima Nisar da zanîn ku Taliban bi gotinên ku ewê şopêş tiliyên wan bigrin û miaşê bidin wan, wan birine û wiha got: “Derewan li me dikin, dû hevalên min birin û heta niha nevegeriyane. Dibêjin me, wê we bibin bixin girtigehê û ka çi bixwazin wê li we bikin û xebera kesê jî ji vê çênabe, ji ber wê ez naxwazim ji mal derbikevim, bavê min nîn e, dayika min naxebite, ger bixebite em ê neçar bimînin ku Afganistê biterikînin. Ez diçûm dibistanê lê êdî nikarim biçim.”

‘Dema ku nikarin me bigrin em pir dikenin’

Shima Nisar tiştên ku jiyan kiriye bi çavek tejî hêstir dibêje û revana wan ya ji Talibanê bi van gotinan dibêje: “Ez gelek caran bi serkeftî ji Talibanê reviyam, her dema em direvin li pey xwe temaşe dikin ku ew nikarin xwe bigihînin me û me bigrin, ez û havalên xwe em gelek dikenin, hem cilê wan ji bo reva wan dibe asteng hem jî şerm dikin birevin.”

Li Afganistanê her çendî zehmet be jî Shima Nisar kariye bibe zarok û yek ji wan zarokên ku bikare malbata xwe xwedî bike. Di rêyên Kabilê de xwarina bi navê Bolanî ya Afganistanê dayika wî di mal de çêdike û ew jî difiroşe.

‘Dema em Talibanê dibînin em direvin’

Yek ji zarokên din ku di kolanan de şekir difiroşe Zabih Ebrahim tiştê ku jiyan kiri wiha got: “Li malê birayek min yê biçûk heye, ez û bavê xwe em ji bo dahata malê peyda bikin em dixebitin. Ev çend roj e Taliban ji bo zarokên keç û kur li kolanan bigrin li pişt me tên. Bavê min got dema ku te ew dît bireve. ‘Ger te bigrin em êdî nizanî tu miriyî yan jî sax î.’ Ez jî guh didim gotinên bavê xwe û direvim.”

‘Em rê nadin zarokên me jî weke xwe lê bikin’

Yek ji wan jinên ku nexwest navê xwe bide diyar kir ku ji bo organên zarokan bifiroşin wan dibin Pakistanê, dema ku Taliban xwestin zarokan birevînin dema ku mudaxele dike hem zarokên xwe hem jî zarokên din ji erebeyê derdixin û wiha got: “Talîban zarokên me difiroşin û rêdikin Pakistanê, organên wan yên bi sûd difiroşin. Îhtimalek herî mezin ew zarokên ku ravandine dibin dibîstanên dinî yên Pakistanê û weke xwe lê dikin. Piştre ew zarok tên Afganistanê çalakiyan dikin û wê zarokên din bikujin. Dema em dibêjin jinan malên xwe neterikînin û niha jî zarokên me dibin qesabxaneyan. Divê em bêdeng nebin, iro 10 zarokên ku dixistin erebeyê de min ew xilas kirin, dema min xwest zarokên xwe bigrim, zarokên din ji qerebalixa min firseda revê ditin. Niha ez keyfxweşim ku ji derveyî zarokên xwe min hinek zarokên din jî rizgar kir.”