“Talîban nikare dengê jinan qût bike"

Tevî ku salek ji vegera Talîbanê ya ji bo Afganistanê derbas bû jî jin hîn ji mafên xwe yên bingehîn bêpar in û nikarin bixwînin û bixebitin. Di heman demê de li dezgehên hikûmetê hemû karmendên jin ji kar hatin derxistin.

BAHARAN LAHIB

Kabûl - Bi vegerandina Talîbanê re, hemû karmendên jin ên dezgehên hikûmetê bi hincetên cuda ji karên xwe hatin dûrxistin. Berdevkê Tevgera Talîbanê Zebîhullah Mucahîd sedema nehiştina karmendên jin ên ku di dezgehên hikûmetê de kar bikin wiha rave kir: "Em hêj ne amade ne."

Lê piştî çend mehan, jin ji bilî karûbarê tenduristî û hînkirinê di hemû dezgehên hikûmetê de hatine qedexekirin û tenê di hin dezgehên hikûmetê de mafê wan heye ku herin ji bo beşdarbûna xwe di mehê de di roj û demjimêrek diyarkirî de biçin îmze bikin. Her wiha Wezareta Karûbarên Jinan û hemû rêveberiyên wê li seranserî Afganîstanê bûne wezaret û rêveberiyên Talîbanê û li hin parêzgehan ji wan parêzgeha Ferah, Talîbanê daxwaz ji karmendên jin yên dezgeha karûbarên jinan kir ku di pêkanîna Şerîetê de hevkariyê bikin. Talîban kar dike, lê jinan bi bihaneya qebûlkirina bêkarî û xizaniyê bi vê koma mêtînger re ji kar dûr ketin.

Me re dibêjin ev bîst sal in hûn bûne kafir, divê hûn dîsa bibin misilman

Niha karmendên mêr neçar in ku her roj ji bo saetek û nîvekê beşdarî dersên olî yên mecbûrî bibin, ku ji aliyê melayên Wezareta Karên Qedexe û Qedexekirina Neqenciyan ve tê dayîn û ji bilî vê, divê teqez beşdarî nimêja cemaetê bibin. Li gorî daxuyaniyên karmendên hikûmetê, di van waneyan de ji mamosteyan re gotin û gotinên heqaretê yên weke kafir, murted, ateîst tê gotin.

Mamosteya Akademiya Polîsan Û. F. de wiha got: “Berî hatina Talîbanê, me her roj saetekê ji bo nan û nimêjê bêhnvedan dikir. Lê niha ev mijar ji bo Talîbanan gelekî girîng bûye. Berî xwarinê divê em tev herin Mizgefta Akademî û xortê Talîban hemû sûreyên nimêja rojane fêrî me dike. Her çiqas em jê re bibêjin me ev sûre ezber kiriye jî ew heqaretê li me dike û ji me re dibêje ku  ev bîst sal in hûn bûne kafir û êdî divê hûn dîsa bibin misilman.”

Û. F. di berdewamiya axaftina xwe de, bûyerek hatiye jiyîn vedibêje: “Di akademiyê de mamostayekî mezin ku lingê wî giran e û nikare beşdarî vê kombûna bi darê zorê û mecbûrî bibe heye. Rojekê xortekî ji Talaba ne ev pirsgirêk pê hesiya û ev mamosteyê nexweş bi heqaretan anî mizgeftê. Profesorê navborî ku pir hêrs dibe, ji xwendekarê re dibêje ku ez amade me li ser mijarên olî bi wî re îmtîhanekê bike û paşê çend pirsan li ser mijarên olî dike, lê xwendekarê navborî bêbersiv dimîne û tenê heqaretê li mamosteyê mezin dike.”

“Em nikarin bên derxistin û em bêdeng namînin!"

Şefê yek ji wezaretan gazinan dike: "Talîban her tim heqaretê li me dikin û li şûna ku navê bibêjin, ji me re dibêjin kafir û ateîst."

Fermana nû ya Talîbanê ferman dide jinên karmendê Wezareta Darayî ku li şûna xwe endamekî mêr ji malbata xwe destnîşan bikin. Yek ji xebatkarên vê wezaretê L. N. jî wiha got: “Dema min ev ferman ji Talibanê bihîst, ez bi nexwendetiya wan keniyam. Ez di vê rêzê de tu mantiqê nabînim. Ma zilamên ku em didin nasîn di sektora xebata me de xwedî pisporî û ezmûn in? An jî ezmûn ne hewce ye û ew tenê mêr bin?"

L. N. destnîşan kir ku sedema van hemû fermanên Talîbanê yên ji bo jinan ew e ku jinan ji hemû qadên jiyanê dûr bixin û wiha got: "Em nikarin bên derxistin û em bêdeng namînin!”

K. Q. û keça xwe ya ku di Wezareta Karûbarên Giştî de wek paqijker dixebitî wiha got: “Endamê Talibanê ku li nêzî deriyê wezaretê rûniştiye bi me ra ne axivî. Yek ji endamê Talîban bi nerazî qebûl kir ku biaxive. Ji bo ku çavê min nemîne, min rûyê xwe nixumand. Ez çend caran hatim seredana wan di dawiyê de endamê Talîbanê ku deriyê wezaretê diparêze, got ku mucahidê me yê mezin gotiye, Talîban ne hewceyî xebata jinê ye, herin û venegerin! Min jî got pêwîstiya min bi jiyana mehane ya li vir heye û li malê mêrê ku bikaribe nan ji min û keça min re peyda bike nîne. Endamê Talîbanê jî ji min û keça min re got: Herin bi yek ji mucahîdên me re bizewicin.”