Suriya Ebîd a gundê wê tê topbarankirin: Ez û şervanek yek in

Sûriya Ebid a 70 salî ku li xeta agir dijî, bi amadekariyên dike rastiya gelê şoreşgerî nîşan dide dibêje: “Her car em xelikê gund tên topbarankirin. Em li kêleka şervanên xwe disekinin, jiyana min wekî ya wan e."

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Şerê gelê şoreşgerî, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di şexsê dayikan de xwe nîşan dide. Ger hûn bala xwe bidinê, hûn ê bibînin ku ji şoreşa neolîtîk heta şoreşa jinan ku di navberê de bi hezaran sal heye, dayik her dem bi wê hişmendî û zanistê di şer û êrîşan de tedbîran digrin. Hizra dayikên di nava şer de dijîn, ne tenê demkî ye, demdirêj bi plan û teqtîk tevdigerin û ji bo rewşa xwe ya pêşerojê amadekariyan dikin. Wexta ku em amadekariyên dayikan dibînin, berxwedaniya jinan û peyamên ku bi xebata xwe didin dagirkeriya Tirk, wê çaxê serkeftina doza wan misoger dibe. Ruxmî her cure tundiyê jî jin ji jiyanê hez dikin û ji bo wê hezkirinê rehên xwe kûr berdane nav axa ku ew û gelek netew, ol û mezhebên li Mezopotamyayê li ser jiyane.

Suriya Ebîd dayika 5 keç û 5 lawan e û dapîra 39 neviyan e. Suriya Ebîd a 70 salî, ligel hevjîn û keça xwe ya di maleke ji kelpîçan bi ked û hezkirin hatiye lêkirin ku temenê wê 50 sal derbas dike, li gundê Sikir El-Ihêmir ê rojhilat ku li ser xeta cebhê ya navçeya Til Temira Kantona Hesekê, herêma Cizîrê ye dijî. Bêguman hermela ku gelek sûdên wê hene bi daliqandina li dîwar, rengê wê winda nebûye.

Rûyê wê yê esmer ê biken şewq û ronahiyê dide, deqên li ser rûyê wê ji vegotina bedewbûna wê re dibin navnîşan, xetên rûyê wê jî çîrokeke din e ku ev xetên li dora çav, dev û rûyê wê çiqasî keniya ye, giriyaye, êş kişandiye, ked daye û li hemberî zor û zehmetiyên jiyanê û hişmendiya baviksalarî çiqas têkoşiyaye radixe ber çavan. Lê dîsa jî xweşik e û bi wê xweşikbûna xwe rengekî din ê bedew li ser tabloya li gund ligel jinên din, zêde dike.

'Ha ez ha şervan em yek in'

Sûriya Ebid ji ber gundê wê gundekî li seranserî xetên agir dikeve, ji dayik û jinên din hizrên wê cuda ne. Sûriya Ebid ji me re behsa êrîşên dewleta Tirk li ser wan dike û wiha dibêje: "Her car em xelikê gund tên topbarankirin. Di vê kêliyê de em li kêleka şervanên xwe disekinin, her çiqas dibêjin biçe malê xwe biparêze lê ez qebûl nakim û jiyana min wekî ya wan e. Piştî topbaranê jî wekî her car, ez hevîrê xwe distirêm û nanê tenûrê çêdikim. Beriya ku nan bibim malê, li şervanan belav dikim ew pir kêfxweş dibin."

Gelek caran çete bi hev re şer dikin

Ji ber ku çete li ser dizî û parvekirina mal û milkên şêniyan li herêmên dagirkirî bi hev dikevin, Sûriya Ebid li ser vê yekê dibêje: "Gelek caran dengê guleyên çeteyan ku li bakur bi cih dibin tê me û wekî ku şerê hev dikin. Ji ber erda me jî avî ye hin top dikevin lê nateqin, ji ber wê jî em wan dixin çemê Xabûr da ku di nav av û axê de bêbandor bibin."

Li ser birçîbûna ku di dema rejîma Baasê de dîtine Sûriya Ebid ev tişt anî ziman: "Berê em diçûn navendek girêdayî rejîmê li gundê Um Midfeh ê girêdayî bajarê Hesekê û jê gelek dûr e, li wir jin û mêr ji hev dihatin cudakirin û rêzkirin. Her du jin ji wan re torbeyek arvan derdiket, genim û ceh jî didan me, paşê me bi destar dihêrand û dikir nan û dixwar. Wê çaxê mêran bi navê Cemal bang dikirin û digotin; 'Ya Cemal ya Cemal kanî torbeyan û bibe mêran', ev bang ji birçiyan re dihat kirin. Lê niha maşalah xêr pir e û nan zêde ye, ruxmî şerê dibe jî xêr û bereketa welat zêde ye."

‘Divê em tim bi tedbîr bin’

Sûriya Ebid da zanîn ku ew nan hişk dike û wiha behsa sedema hişkirinê kir: "Li kêleka nanê ku ji komînê ji me re tê, ez nanê tenûrê û sêlê çêdikim. Ji ber ku êm tune ye, ez ji çêleka xwe re nanê zêde dibe hişk dikim û didim wê. Arvan li malê heye, me tedbîrên xwe girtine ger şerek dijwar biqewime bêguman em ê li ber xwe bidin lê ji bo ku em birçî nemînin me qederek baş arvan hilaniye. Li kêleka wê jî dema ku em dibihîsin rewş awarte ye, em diçin bazarê û malê tijî savar, birinc û nîsk jî dikin. Tu bikî nekî jî têrê nakê lê belê divê em her dem bi tedbîr bin."

'Hêviya me rawestandina şer e'

Sûriya Ebid bi bilindkirina nava destên xwe ev hêvî di dawiya axaftina xwe de kir: "Ez hêvî dikim ev belayên bi serê me de tên xilas bibin û şer raweste û rewş vegere wekî berê. Saxlemiyê ji hemûyan re dixwazim û di dibêjim di dawiyê de wê rastî bi ser bikeve."