‘Sûcdarkirina jinan dibe sedema dubarebûna tacîzê’
Li Cezayîrê tacîza li dijî jinan di wesayîdên giştî de zêde dibe. Tevgerên femînîst ji ber vê rewşê xwestin kiryar werin cezakirin û prensîba "efûkirina jinan” ku dibe sedema bêcezahiştina kiryaran were rakirin.
RABIA XERÎS
Cezayîr – Tacîza zayendî ya di wesayîdên giştî de êdî ne bûyerên yekane ye, veguheriye pirsgirêka ku gefê li jiyana rojane ya jinan dixwe. Dîmen û daneyên li ser medyaya dîjîtal tên parvekirin, eşkere dikin ku gelek jin bi tevgerên devkî bigre heta tacîza fîzîkî re rûbirû dimînin. Tevgerên femînîst û rêxistinên mafên mirovan, daxwaza bidawîanîna çanda bêdengiyê û asayîkirina tundiyê kirin.
Bûyera ku di otobusa li Ain Naadjayê de hat jiyîn, yek ji mînakek eşkere yên tacîza zayendî ya li qadên giştî û li wesayîdên giştî ye. Di medyaya dîjîtal de belavbûna vîdeoya ku ji aliyê jineke ciwan ve hat kişandin û tacîza li dijî rêwiyek nîşan dide bû sedema nerazîbûnên berfireh. Hat belgekirin ku di îlona borî de jî jinek dema di otobuseke giştî de bû ji aliyê mêrek ve rastî tacîzê hatiye.
Tacîza ku veguherî parçeyekî ji jiyana rojane
Bûyerên tacîzê bi qadeke taybet re sînorkir nîn in. Di Cotmeha 2025’an de vîdyoyek li ser medyaya dîjîtal belav bû tê de jinek di otobuseke giştî de li ber çavên kesên din, rastî tacîzê dihat.
Li gorî amarên fermî yên ji Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê ya Cezayîrê û Navenda Neteweyî ya Tenduristiya Gel, zêdetirî ji sedî 80 bûyerên tundiya li dijî jinan, di nava malbatê de yan jî li cihên taybet pêk tên. Lêkolînên ajansên Neteweyên Yekbûyî ku Cezayîrê jî dihewînin, nîşan didin ku tenê ji sedî 10 jinên rastî tundiyê tên, vê yekê radigihînin. Her wiha hinek jin ji ber zextên civakî, zehmetiyên aborî yan jî lawaziya derûnî dev ji pêvajoyên yasayî berdidin.
Raporên qadê yên ji tevgera femînîst a serbixwe "TBD Algeria" destnîşan dikin ku tacîza zayendî di nava civaka Cezayîrê de bûye tişteke asayî û di rastiyê de ketiye nava jiyana rojane ya jinan. Daneyên vê tevgerê, nîşan didin ku ji sedî 30.6’ê jinan her roj rastî tacîzê tên, ji sedî 23.3’an rojê zêdetirî carekê û ji sedî 28 hefteyê herî kêm carek, ji sedî 12.1 mehê carekê û ji sedî 11 jî salê carekê rastî tacîzê tên.
Bandorên derûnî yên tacîzê
Derûnînas Rîm Ben Bellaîche, mekanîzmayên derûnî yên ji aliyê kiryarên tacîzê ve tên bikaranîn ronî dike. Li gorî Rîm Ben Bellaîche, kiryar pêvajoyeke ji mirovbûnê derketinê dijî jinê li şûna mirovek wekî hest û mafên wê hene bibîne, weke amûrek dibîne. Rîm Ben Bellaîche dide zanîn ku ev nêzikatî rê li ber kiryar digre ku empatiyê li hemberî jinê bike yan jî hesta sûcdariyê hîs bike.
Rîm Ben Bellaîche, destnîşan dike ku tijebûna wesayîdên giştî dibe sedema vê pirsgirêkê û got: “Mirov di nava qerebalixiyê de hesta xwe ya berpirsiyariya kesane winda dikin û der barê çavdêriya tevgera xwe de hesastir tevdigerin. Di hawirdoreke wiha de kiryar dikare bêdengî yan jî bêçalakiya rêwiyên din wekî pejirandina bêdeng an jî bêxemiyê şîrove bike. Ji vê rewşê sûdê digre û dest bi êrîşê dike.”
Rîm Ben Bellaîche, da zanîn ku jinên rojane bi wesayîdên giştî diçin tên, ji ber tacîzê bi pirsgirêkên derûnî û civakî yên demdirêj re rûbirû dimînin û wiha pê de çû: “Bandora tacîzê ne tenê bi kêliya pêk tê re sînordar e. Tacîz dikare bibe sedema rewşeke hişyariya domdar a zêde û nîşaneyên stresa piştî travmayê. Pêwîstiya jinan bi çavdêriya berdewam a derdora xwe ya di tevahiya rêwîtiyê de fikar û westandina derûnî zêde dike. Hinek jin di cihên qerebalix an jî girtî de ditirsin û ev rewş dikare jinan neçar bike ku riyên rêwîtiya xwe ya rojane biguherînin, bêhtir bi wesayîdên taybet biçin bên û zêdetir pere xerc bikin an jî ji bo dûrketina ji rîska bûyerên bi vî rengî dev ji kar û perwerdeyê berdin.”
‘Divê li dijî tacîzê xebatên çandî û derûnî bên meşandin’
Rîm Ben Bellaîche, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku pirsgirêk ne tenê bi bandorên derûnî yên li ser jinên rastî tacîzê tên re sînordar e, civak jî di berdewamiya tacîzê de roleke mezin dilîze û wiha axivî: “Çanda sûcdarkirina jinan dibe sedem ku reftarên kesên tacîzkar rewa werin dîtin. Girêdana tacîzê ya bi cilûbergên jinê yan jî dema derketina wê ya li derve, rê dide kesê tacîzkar ku kiryarên xwe rewa bike û berpirsiyariyê bide ser milên jinê. Ev nêzikatî jinan neçar dike ku ji ber tirsa şermezarkirina civakî bêdeng bimînin û ev bêdengî jî rê dide kesên tacîzkar ku ji cezakirinê birevin û kiryarên xwe bidomînin.”
Rîm Ben Bellaîche got ku têkoşîna li dijî tacîzê divê ne tenê bi tedbîrên ewlehiyê re sînordar bimîne û wiha domand: “Divê bi armanca guhertina têgihîştinên civakî, xebatên çandî û derûnî bên meşandin. Divê feraseta sûcdarkirina jinê were terikandin û kesên li derdorê yan jî rêwiyên din, ji bo pêşîlêgirtina tacîzê, piştgirî û hevgirtinê nîşan bidin.”
Rêxistinên femînîst daxwaza reformên yasayî dikin
Li Cezayîrê tevger û komeleyên femînîst, daxwaza bicîhanîna bi bandor a yasayên li dijî tacîzê, zêdekirina cezayan dikin. Yek ji daxwazên sereke jî bidawîanîna “rêgeza efûkirinê” ya ku rê dide dozên li dijî kiryar werin rawestandin. Armanca vê guhertinê ew e ku zexta civakî ya gelek caran li ser jinan tê kirin ku giliyên xwe paşve bikşînin, kêm bike.
Her wiha komele daxwaz dike ku yasaya çarçoveyî ya berfireh a ji bo rûbirûbûna tundiya li ser bingeha zayendî were derxistin, cih û mercên kar ên bi ewle ku jinan ji tacîzê diparêzin bên afirandin û serxwebûna aborî ya jinan were xurtkirin.
Tê tekezkirin ku bihêzkirina aborî ya jinan wekî mekanîzmayeke parastinê ya bingehîn e û ev yek rê dide li hemberî tundiyê bisekinin û bûyerên ku rastî wan tên, ragihînin.