Sûad El-Xef: Civak edaletê ji jinên astengdar re pêk nayne û wan ji mafên wan bêpar dike

Derûnnas Sûad El-Xef diyar kir ku civak edaletê ji jinên astengdar re pêk nayne û wan ji mafên wan ên wekî mafê mîras, zewac û kar bêpar dike.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Navenda Karûbarên Jinan di çarçoveya projeya "Parastin û rêzgirina mafên jinên astengdar û jinên ji şîdeta zayendî rizgar bûne" ya li Xezayê, însiyatîfa ji bo pêşxistin û entegrekirina jinên astengdar di warên cuda yên jiyanê de berdewam dike.

"Min ji şîdetê gelek êş kişand lê neçar bûm ku tehmûl bikim ji bo keça xwe"

M. N. ya 49 salî jineke astengdar e û dayika du keçan e, derbarê sedema astengiya xwe de wiha got: "Ez nexweş ketim û ji ber nexweşiyê ez astengdar bûm. Hevjînê min bi jineke din re zewicî. Min ji şîdetê gelek êş kişand, lê neçar bûm ku tehmûl bikim ji bo keça xwe. Ez bi salan di kursiyek bi teker de rûniştim û min vê dawiyê kursiyek kontrolê ya elektrîkê peyda kir, lê hevjînê min israr kir ku wê bifroşe. Pêwîstiya min bi kursiya elektrîkê hebû ku bi serbestî ji cihekî bo cihekî din bigerim, lê hevjînê min ev yek red kir ji bo ku sûd ji buhayê wê werbigire."

"Ji ber ku ez astengdar im ji mafê xwe yê mîrasê bê par mam"

S.R ya 32 salî diyar kir ku ew di meşên ku di 30'ê Adarê de dest pê kirin de ew di lingên xwe de seqet bû û ji ber vê yekê ew astengdar bû û wiha pê de çû: "Dema bavê min wefat kir, me biryar da ku em mîrasê belav bikin, lê ji ber ku ez astengdar im birayê min red kir ku para min bide min. Min red kir ku ez li dijî wî doz vekim, ji bo ku wî winda nekim û pirsgirêkan zêdetir nekim, her çend rewşa min a psîkolojîk pir xirab be jî piştî ku birayê min ev yek li min kir."

"Ji tirsa ku xwişkên min nezewicin malbata min red kir ku ew ez kar bikim"

R.J ya 25 salî anî ziman ku piştî ku zanîngeh qedand wê karek ji xwe re dît lê dê û bavê wê ji tirsa ku xwişkên wê nezewicin ji ber ku ew astengdar e red kirin ku ew kar bike.

"Înîsiyatîfê 90 jinên astengdar ên ji Xeza hedef girtin"

Derûnnas Sûad El-Xef diyar kir ku jinên astengdar gelek caran bi metirsiya tundiyê re rû bi rû ne û wiha axivî: "Jinên astengdar ji aliyê civak û malbatê ve rastî îhmal, destdirêjî, heqaret û îstismarê tên. Tevî hewldanên saziyên pêwendîdar jî, em hîn di qonaxên destpêkê yên guhertinê de ne. Înîsiyatîfê 90 jinên astengdar ên ji Xeza hedef girtin, bi mebesta tevlêkirina wan di jiyana kar de û hişyarkirina dê û bavan li ser mafên wan. Înîsiyatîfê gelek çalakî pêk anîn, di nav de pêkanîna pênc atolyeyên hişyarî û perwerdeyî, danişînên piştgiriya derûnî û civakî, û atolyeyek ji bo birêvebirina stresê û piştgiriya qanûnî."

"Navend û xebatkarên wê piştgirî û bihêzkirina jinên astengdar didomînin"

Derûnnas Sûad El-Xef tekez kir ku civak edaletê ji jinên astengdar re pêk nayîne û wan ji mafên wan ên wekî mafê mîras, zewac û kar di bin hincetên ne qane de bêpar dike û wiha got: " Navend û xebatkarên wê piştgirî û bihêzkirina jinên astengdar bi amadekirina gelek çalakiyan berdewam dikin, di nav de amadekirina beşên radyoyê li ser rastiya wan, danîna pankartan ji bo jinên astengdarên dîtbar li nexweşxaneyan û amadekirina pirtûkek ku tê de nîşaneyên ji bo jinên astengdarên ker tê de hene. Em hîn jî çenteyên parastinê pêşkêşî wan dikin û danişînên piştevaniya tenduristî, psîkolojîk û qanûnî û qursên perwerdehiyê li ser birêvebirina projeyên piçûk pêk tînin, ji bo pêşxistina jêhatîbûna wan, ronîkirina dahêneriya wan û çêkirina çavkaniyek dahatê ji wan re, her wiha berdewamiya danişîn û civînên perwerdeyî û civakî û teşwîqkirina wan bi beşdarbûna di bazara salane de."