Stargeha jinên Megribê Dara Aman

Stargeha Dara Aman ji bo jinên rastî şidetê tên û pêdiviya wan bi alîkariyê heyî hatiye vekirin û xizmetê dike.

 
NÛR SERÎB
Yemen- li bajarê Megribê ya Yemenê stargeheke ji hêla Weqfa  Enf a Parastina Mafê Mirovan a Yemenê ve hatiye vekirin. Vekirina stargehê gavek guncawe ji bo jinên ku ji sîdetê rizgar bûne. Stargeha ku 14 jinên rastî şidetê hatîn û pêdiviya wan bi alîkariyê heyî têde dimînin. Dara Aman, ango mala ewlehiyê, avahiyeke ku bi hemû armancên xwe ji bo piştgirî û parastina jinên mexdurên şidetê dike. Ji rêveberiya saziyê Heyfi El-Ehmsî di derbarê xebatên xwe de ji ajansa me NUJIJHA re nirxandin kir.
Li ser sedemên avabûna stargehê Heyfeyê diyar kir ku yek ji sedemên bingehîn ê avakirinê şideta li ser jinan tên kirine. Ji bo karibe di destur, peyîmanên navnetewî û zagonan de mafê azadiya xwe bidest bixe. Şidet bi xwe re bandorên derûnî û fîzîkî dihêle û dibe sedem ku ji civakîbûnê dur bimîne. Di şer û pevçûnan de pêdivî bi projeyek wiha hat dîtin. 
Perwerde tê dayîn
Li ser karûbarên stargehê Heyfyê bi lêv kir ku Dar Elemen a ku di 9’ê tîrmeha 2020’an hatiye vekirin û wiha domand: “Ji bo parastin û ewlehiya rojane ya pêwîst û mayîna wan a demkî ku jiyanek bi rûmet û baweriy xwe bi xwe bînin û tevlî nava civakê bibin. Ji bo jinên ku bandora şidetê li wan kiriye di cihekî ewle de tên parastin. Her wisa di biniya saziyê de ji bo ferqêdebûn û bihişmendîkirinê perwerde tê dayîn. Ji bo bikaribin xwe bi rêve bibin, ango bibin xwedî biryar û kesayeteke bihêz ku baweriya xwe bi xwe bîne pêdivî bi perwerdekirinê tê dîtin.”
Xebatên stargehê
Li ser xebat û karên ku tên kirin Heyfei nirxand ev nirxandin kir: “formên stargehê hene, belgeyên ketin û derketina wan tên amade kirin. Berê dema pirsgirêkên malbatî û şidetê çêdibûn qurbaniyê wan jin bû, ew ji bo parastinê dixistin zîndanê heya pirsgirêk çareser dibû. Lê niha hemû berê xwe didin mala ewlehiyê dadgeh polîs û lêpirsînê derbaz dikin tên xwe li me digirin. Cudahiyek mezin di navbera zîndan û stargehê de heye . Heya niha 20 jin di stargehê de bi cih bûne û pêwîstiya wan pêk hatye.
Zehmetî û dillxwazî 
Heyfei destnîşan kir ku nehêsanbû vekirina saziyek wiha di nava civaka vêderê de û wiha pêde çu: “Bajarê Magirbê bi xwezaya xwe ya çolistanî û teybetmendiyê civaka xwe ya aram, ji bo avakirna avahiyek wisa ne hêsan bû, ji bo vê jî hin tedbîrên ewlehiyê û qanûnî me girtin ji bo ku karibin avahiyê vekin. Ji bo kevneşopiya wan pêkanîna vê projê gavek pir zehmt bû bi taybet jî bo jinan  e, lê belê me li ber xwe da û me projeya xwe pêk anî. Heya raman û sedema ku avahiya sitargehê bê avakirin ji dewletê û rayedarên wê heya bi hemwelatiyê Megribê re, me dest bi danûstandina bi rayader û aliyê din ên dewletê kir, ku mekanîzmeya parastina xanî wê çawa bê girtin çareser kir. Rêxistinên ku di bajêr de cih digrin jî hevkariya me kirin. Ji bo xebata me di nav civakê de bê qebûl kirin me dest bi semînerên zanistî kirin. Bi vê boneyê em sipasiya rayederên dewletê yên ku alîgeriya me kirin û bawerî bi me anîn dikin.”
heyfei da diyar kirin ku hêviya wan ewe ku di pêşerojê de stargehê hîn mezintir bikin û li 3 bajarên dine jî vekin, her wisa bal kişan ku di planên wan de cih ji zarok û pîran re jî vekin.
Heyfei Alahmasî banga alîkariyê ji rêxistinên peyîwendîdar kir û wiha dom kir: “Banga me ji rêxistinên peywendedar re ku alîgerî û destekê bidin projeyên ku mafên jinan diparêzin. Destek dayîna rêxistinên navnetewyî xebatên me hêztir û hêsantir dike."