Li Filistînê astengdar daxwaza alîkariya tenduristiyê dikin

Li welatên pêşketî û Filistîn jî di nav de, ji ber nebûna cihên guncaw ên hêsankirina jiyana astnengdaran a rojane û nebûna derfetên kar wan dixe nava tengaviyan. Li rûxmê piraniya wan bawernameyên zanîngehan jî hene ji zagonên herêmî û navneteweyî garantiyek a domandina kar ji bo xwe dixwazin.

REFÎF ESLÎM
Xeza - Pirsgirêkên nebûna pêwîstiyan bandorê li ser tenduristiya astengdaran dike. Ji ber vê yekê nikarin karekê bikin ji bo ku dermanên xwe pê peyda bikin. Çawa kesên ku nabihîse ger wergervanek nebe nikare derdê xwe bêje.
Di derbarê mijara zoriyên ku astengdar dikişînin de me weke ajansa NUJINHA bi wana re hevditinek taybet pêkanî.
‘Di dema pandemiya Corona de astengî hîn dijwartir bûn’
Miziyona Xidir ya 41 saliye ku ji her du çavên xwe kure da zanîn ku ji ber rêjeya kar ya ji bo wan hatiye veqetandin têrê nake tengaviyan dibîne û wiha domand: “Hîna jî li kantona Xazayê pêwîstiyên xwedî pêdiviyên taybet di bin mercên civakî û karkiranan de tên hêlan. Ew nikarin jiyana xwe yê rojane bi domînin, kêmbûna karên di bin zagona Filîstînê de ji sedî 5’ ku saziyan ji wan re veqetandine ev rêje jî dibe asteng. Di dema pandemiya Corona de astengî hîn dijwartir bûn ji ber ku ez tenê destê xwe bikartînim, her wisa nirxên alavên parastinê du qat bûye û bi girtina wa re astangiyan dibînim. Dewlet li beramberî dîtîna karan gelek xemsar e. Dama min ji xwe re pirsa karekê dikir ji ber min di yakitiya Felastînî ya Gîştî de yên xwediyê pêdiviyên taybet  de bê fon kar dikir, her wisa daxwaz derfetên kar û dermankirinê bê ku rewşa siyasî bixin nav de red dikin.”
‘Derfetên xizmeta klînîka li Xazayê kêmin’
Latîfe El-Caiberî ya 38 salî ku nikare tevger bike diyar kir ji bo vîrûsa Corone carcaran qedexeya çûnûhatinê tê rgihandin, ji ber ku ew diçe laşê xwe derman dike rê hatine girtin û hemî alav û derman li ser hesabê xwe yê kesî dikire û wiha dom kir: “Li ruxmê nirx Ii gorî qanûna navneteweyên taybet hatiye dabîn kirin jî derfetên xizmeta klînîka li Xazayê kêmin û tu kesê ku berpirsiyartiya çareseriyê pêkbîne nîne. Dermanên pîskolojîk û dermankirina zarokan  û rênîşanên malbatî ku diviya bû ji hêla tendirustiyê ve bên çareserkirin û divê di nav de pirsgirêkên madî jî were çareser kirin.” 
Zehmetî zêde dibe
Çalakvana civakî Macîde Farec Allh a 27 salî ku ji çavê xwe astengdare jî zehemtiyên xwe wiha anî ziman: “Ji ber nebûna derman û pirsgirêkên aborî ku nirxên wan buha bûye, li aliyê din jî  ji ber qedexeya derbazbûna dermanan ji aliyê dagirkieriya Îsraîlê ji kantona Xazayê re astengî û zehmetiyên gelek dijwar bi xwe re tîne.” 
‘Ji bo astengdaran bi qasî tê xwestin xizmet nîne’
Çalakvana astengdar an di rêxistinên cîvaka sivîl de li kantona Xazayê kar dike Sahîb Abo Sêf a 26 salî ku ji guhê xwe astengdare bal kişand li ser hewildanên xwe yên bi rêya belavkirina zanistî di nav civakê de û wiha pêde çû: “Divê bi têgînên rast ji kesên xwedî pêwîstiyên taybet re û çawaniya tevlêbûnê li beramberî wana bên guhertin, ew jî bi rêya têkiliyên civakê başdarbûna wan ji kar re were sazkirin. Ji bo kesên astengdar dezgahên giştî û taybet, nexweşxane hê ji ne guncawin, li ruxmê ku mafê mirovan daxwaza kesên tercuman di nexweşxaneyan de kiriye ku bi zimanê sembolan biaxivin û rewşên nexweşan baş binirxînin.”
‘Zagon di civata zagonsaz de bi cîh nebûye’
Sahîb Abo Sêf diyar kir ku sedema nebûna bîmeya tenduristiyê ya  kesan encama têkçûna Wezareta Tenduristiyê di qanûna Filistînê ya hijmara 4 ê 1999 an  digre dest û dibêje: “Ev zagon di civata Zagonsaz de bi cîh nebûye ji ber ku hemû zagonên Xazayê ji hêla Yekîtiya Gîştî ya Mirovên astandar a Filîstînê ve tê girtin û  saziyên astangdar bi rêxistin û sendîkayên gel ve têkîldarî rêxistina rizgariya Filistînê ye.” 
‘Ev 15 sale pirsgirêk tê jiyin’
Sahîbe bal kişand li ser kampanya ji bo astengdaran hatiye li darxistin de got: “Di 3 Çileya 2020’an de kampanya bi dirûşmeya ji bo jiyanek bi rûmet ji astangên Filistînê re li difa Xerbî da ku zagonsazên Filistînî ji bo dabinkirina  tenduristiyê ji aliyê Wezareta tenduristî û pêşketinên civakî ve were peyda kirin hat li darxistin. Her wiha  xwe li benda alîkariya wezareta Xazayê ve hêla, da ku mijara dabaşbûnê nekin asteng ku ev 15 sale ev pirsgirêk tê jiyin.”
‘Kesên asteng pêwîstiya wan bi dermanên vîrosan nîne’
 Herî dawî berpirsiyarê tevgerê Awad Abîyat jî diyar kir ku wan li ber derê meclîsa zagonan kon vedane û got: “Sedemê tevgerê ya sereke ew bû ku bîmeya bijîşkî ya fermî pêdiviyên giring nagirin. Ji bo vê jî bi tevlîbûnek mezin ku 64 rojan me li pêşiya meclîsa zagonan kon vedan heta ku meclîs daxwaza me pêk anî. Kesên asteng pêwîstiya wan bi dermanên vîrûsan nîne. Ji ber dermanên ji wan girîngtir hene. Her wisa bal kişand ser rêjeya xeyalî ku di demên dawî de ji % 60 hatine tomar kirin, qet jê sudê nagrin, tenê pêwîstiyên wan pêkbînîn bese. Wan bi endamên zagonsazan re li hevkirine ku mekanîzmayek bidin sazkirin da ku xizmeta hemî kesên astengdar bikin. Her wiha zagonên berê ku were paşguh kirin, di rojnameyek fermî de di nîvê vê Sibatê de were weşandin.”
Hêjayî bi bîrxistinê ye li gorî istatîkên herî dawî yên ji aliyê Buroya navendî ya Felastînê ve di sala 2019’ an de hatiye weşandin. Hêjmara kesên astengdar li Filistînê gihaye 93 hezar, ango ji % 2.1 ê nûfusê.  Li bankerîa Rojava ji % 48 û ji % 52 jî li kantona Xazayê. Tenê 17 hezar ji wan mehane belaş li tendirustiya wan tên temaşekirin.