Serpêhatiyên jinên penaber (1)
Jiyana di sêgoşeya Lûbnan, Sûriyê û Tirkiyê de: Sultan Hûseyîn Serpêhatiya Sultan Hûseyîn a ku ji Sûriyê koçî Îzmîrê kiriye wek romanekê ye. Sulatan a ku neçar maye hê 13 salî bizewice, jiyana xwe li Lûbnan û Suriyê domandiye. Bi despêkirina şerê Suriyê re Sultan ê koçî Îzmîrê kir. Niha jî zarokên wê her yek li cihekê ne.
Jiyana di sêgoşeya Lûbnan, Sûriyê û Tirkiyê de: Sultan Hûseyîn
Serpêhatiya Sultan Hûseyîn a ku ji Sûriyê koçî Îzmîrê kiriye wek romanekê ye. Sulatan a ku neçar maye hê 13 salî bizewice, jiyana xwe li Lûbnan û Suriyê domandiye. Bi despêkirina şerê Suriyê re Sultan ê koçî Îzmîrê kir. Niha jî zarokên wê her yek li cihekê ne.
Îzmîr - Di sala 2011'an li Sûriyê bi despêkirina şer re bi mîlyonan mirov neçar man ji axên xwe koçbikin. Şerê ku dibe sedema koçberiya milyonan, bi sedan û hezaran mirov berê xwe dan Îzmîrê jî. Li her kolanek Îzmîrê mirov rastî diramên mirovahiyê tê, herî zêde jin zehmetî dikêşin. Jinên ku ziman û çandê welatên din nasnakin, neçar dimîne pêre bijîn û ev yek jiyana wan ji hev perçe dike. Tenê bîranînê derbasbûyî wan li ser piyan digre.
Ji serpêhatiyên 5 jinên ku ji Sûriyê koçî Îzmîrê kirine mînakê vê yekê ye. Di vê nûçeyê de em ê jiyana Sultan Hûseyîn a ku beramberî hemû neyîniyên jiyanê bi înat ser piyan disekine bidin. Çîroka wê ji Nisêbînê despêdike. Sultan a ku hê 13 salî bavê xwe wenda dike, piştî dayîka wê bi mêrek din re dizewice, tevî 4 birayên xwe dest bi riyek din a jiyanê dike. Dûvre her birayek wê bi cihek ve diçe, para Sultanê jî zewaca di temenê biçûk dimîne. Sultan a ku di 13 saliya xwe de bi kurê xaltîka xwe Reşît ê li bajarê Qamişloya dijî re zewicî, bi riyên qedexe despêkê derbasî Qamiloyê dibe. Sultan a ku rastî jiyanek cûda tê, despêkê diçe Lûbnanê û dûvre cardin tê Sûriyê, niha jî her zarokek wê li cihek cûdaye ew bi xwe jî li Îzmîrê dijî. Sultan qala jiyana xwe dike, lê heyîrî dimîne wê ji ku despêbike û kîjanê bêje, kîjanê bihêle.
'Zarokên min hevalên min ên lîstokê bûn'
Sultan anî ziman ku ew bavê xwe dema biçûk wenda kiriye û wiha got, "Yên gund dayîka min bi zorê dan zewcandin. Her birayek min bi cihek ve çû. Piştî mehek ez bi kurê xaltîka xwe Reşît re zewicîm. Reşît bi siyasetê re mijûl dibû. Ez û wî bi riyên qedexe derbasî Qamişloyê bûn. Li ser bîsîkletek min birin Qamişloyê û wiha min li wir dest bi jiyanê kir. Lêgerîn li ser Reşît zêdebûn, ji ber vê em revîn Lûbnanê. Ez li wir di kurê xwe Sûleyman de dûcanîbûm. Ji ber Reşît ne li ba min bû, derdor îfadeyên cûda avêtin min û gotin ew zarok ne ji Reşîte. Lê rastî derket holê. Sulayman ji dayîkbû, ji bo min wek hevalê lestûkê bû. Ji ber ez jî zarokbûm wê demê. Jiyan gelek zehmet bû."
'Kurê min ê 12'e salî di pevçûnê de mir'
Sultan diyar kir ku hevjînê wê Reşît ji Lûbnanê jî dan koçkirin û wiha domand, "Sal 1982'an bû. Ez neçar mabûm 2 zarokê xwe li Lûbnanê terk bikim û derbasî Sûriyê bûm. Piştî derbasbûna me Îsraîl û Filîstîn şer li Lûbnanê dane despêkirin. Dûvre min xwast ez zarokê xwe derbasî Sûriyê bikim û ji bo vê ketim rê. Piştî hewldanên mezin ez gihêştim Beyrûtê. Ez gihêştim taxê min bihîst ku kûrê min Mustafa yê 12'e salî hatî kuştin. Li wir cîhan tev bi ser min de barî. Di encamê teqîna bombeyê de jiyana xwe ji dest dide. Min cenazeyê wî jî nedît."
'Ji ber min şer jiyan kiribû, min dizanî ew ê carek din bê'
Sultan destnîşan kir ku piştî agahiya mirina kurê xwe girt, vê carê li keça xwe Tavga digere û wiha dirêjî da gotina xwe, "Ez hînbûm ku keça min karê paqijiyê li mala pismamê xwe dike. Ji bo dîtinê ketim rê û çûm. Ew hindek ji Beyrûtê dûrbûn. Pevçûnên gerim hebûn çûyîna min jî bi tehlûke bû. Lê ez çûm û min keça xwe ji wir girt û bi zehmetiyên mezin me xwe gihand Sûriyê. Dûvre min Reşît jî dît û tevî zarokên xwe em li Şamê bi cih bûn. Bi demê re zarokên min mezin bûn û jiyan êdî hêsan dibû. Lê di sala 2011'an li Sûriyê dengê şer her ku diçû bilind dibû. Ji ber min şer jiyan kiribû, min dizanî ew ê carek din bê."
'Bûyerên ku ez û birayên xwe me jiyan kirî niha zarokên min dijîn'
Sultan bilêvkir ku ew tirsa wendakirina malbata xwe dijî û wiha berdewam kir, "Di Tebaxa 2012'an de ez tevî hevjîn û kurê xwe yê biçûk Zîad ji Akçakalê hatin Îzmîrê. Xizmên min jî hene ji ber wê hatim vir. Evder bajarek biyaniye û xwedî çandek cûdaye. Birayên min jî biyanî bibûn. Li Şamê jiyanek me yê xweş hebû. Li vir kar nîne tişt nîne. Kurê min parêzere lê li vir ber destê mîdyecî dixebite. 10 heyvan ez li ba birayê xwe mam. Çûm ba birayê xwe yê din jî demek mam lê em her bi hizrê ku wê rewşa Sûriyê asayî bibe em vegerin dijîn. Piştî zarokê min xebitî me malek kirê kir. Mustafa li Lûbnanê miribû, yên din jî zewicîn. Niha kurê min ê mezin Suleyman li Almanyayê ye, keça min Nergîz li Avusturya û Lîna jî li Qamişloyê dijîn. Ayda li başûrê Kurdistan li Duhokê û Tavga li Suudî Arabîstanê dijî. Her yek li welatek cûdaye. Tenê Zîad li ba mine û nezewiciye. Bûyerên ku ez û birayên xwe me jiyan kirî niha zarokên min dijîn. Ez dixwazim dawî li şer were û em dixwazin vegerin warê xwe."
Sibe: Ser riyê koçberiyê yên ku li pişt mane...