‘Serketina pêvajoya entegrasyonê bi parastina ziman, dîrok û erdnîgariya pêkhateyan dibe’

Mamosteya Fakulteya Zanistên Civakî ya Zanîgeha Rojava Evîn Ehmed diyar kir ku tekoşîna gelê Kurd ji bo parastina zimanê Kurdî ji qedexekirinê derbas bûye heta avakirina perwerdeya akademîk hatiye.

RONÎDA HACÎ

Hesekê –  Perwerdeya bi zimanê Kurdî bi awayekî hêsan negihîştiye asta ku îro lê ye. Ev pêvajo ji salên qedexekirin, înkar û astengiyên siyasî derbas bûye. Gelê Kurd bi hewl û tekoşîna mamoste, nivîskar, çalakvan û malbatên ku bi zimanê dayîkê ve girêdayî mabûn, karîbûye bingehên perwerdeyeke nû ava bike. Ji komên biçûk ên li malan û navendên perwerdê heta vekirina dibistan, peymangeh û zanîngehê, gelek qonaxên dijwar hatine derbaskirin. Îro ku Sûriye di pêvajoyek entegrasyonê de derbas dibe, pirsa ziman, nasname û mafên perwerdeyî dîsa bûye mijara bingehîn; mijarek ku bi rêya wê dibe nirxa bi salan tekoşîn û fedakariyên ku ji bo parastina zimanê Kurdî hatine dayîn were nirxandin.

Ji qedexekirinê heta xewna xwendina bi zimanê dayîkê

Têkildarî vê mijarê ji Fakulteya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Rojava Evîn Ehmed, diyar kir her kesek ku dîroka Sûriyeyê an jî dîroka ku li ser Kurdan hatiye kirin binirxîne, dê bibîne ku zimanê Kurdî her dem rastî siyaseta qedexekirinê hatiye û wiha got: “Di zaroktiya xwe de her dem pirsên li ser sedema qedexekirina zimanê Kurdî li hundirê mala me hebûn. Li dibistanan li hember zimanê Kurdî astengî dihatin danîn û xwendina bi zimanê dayîkê, ji bo me wekî xewnek û hêviyek bû.”

Şoreşa Rojava û destpêka xebatên sazûmanî ji bo zimanê Kurdî

Mamoste Evîn tekez kir ku bi destpêka aloziya Sûriyeyê, Kurdan hewl da ku statûya xwe ava bikin. Evîn Ehmed, ragihand ku yek ji bingehên vê pêvajoyê parastina zimanê Kurdî bûyee, da ku di nav şert û mercên şer de ziman û nasnameya gelê Kurd neyên windakirin û wiha domand: “Xebatên destpêkê di malan de, bi komên biçûk û fêrkirina tîpên Kurdî dest pê kirin. Paşê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) hate avakirin û navendên perwerdê hatin vekirin. Ji ber kêmbûna derfetan gelek kom li malan û taxan diciviyan û fêrî zimanê Kurdî dibûn.”

Ji dibistanan heta zanîngehê

Evîn Ehmed bi bîr xist ku di sala 2013’an de tekoşînek mezin hatiye meşandin da ku materyalên zimanê Kurdî bikevin dibistanan û vê pêvajoyê wiha vegot: “Piştî wê pêdivî hate dîtin ku meteryalek perwerdeyî ji bo hemû pêkhateyên herêmê were amadekirin. Di sala 2015’an de mteryalên perwerdê hatin amadekirin û peymangehên amadekirina mamosteyan hatin vekirin. Yekem peymangeh li Hesekê bi navê Şehîd Çiya û piştî wê Peymangeha Seydayê Tîrêj hate avakirin. Li ser vê bingehê di sala 2016’an de Zanîngeha Rojava hate damezrandin. Zanîngeh îro gihîştiye asta ku 16 fakulte di nav xwe de digre û bûye navenda akademîk a sereke ji bo xwendekarên ku xwendina xwe di nav pergala Rêveberiya Xweser de bi dawî dikin.”

Tekoşîna perwerdê ya di bin şert û mercên şer de

Evîn Ehmed bal kişnad ser pêvajoya perwerdê ya Şoreşa Rojava ku di şert û mercên gelek dijwar de bipêş ketiye û wiha pê de çû: “Êrîşên Cebhet El-Nisra, DAIŞ û dewleta Tirk a dagirker, her wiha koçberiya ku heya niha jî berdewam e, gelek astengî afirandin. Bi fedakariya malbatên welatparêz û mamosteyan,  bi taybetî jinan, pergala perwerdê karîbûye bighîje asta ku îro tê de ye.”

‘Zimanê Kurdî tenê mijara dersê nîne’

Evîn Ehmed ku di dema xwendina zanîngehê ya li Şamê de li Hesekê zimanê Kurdî jî dixwend, dev zanîngehê rêjîmê berda û beşdarî xebata parastina zimanê dayîkê bû. Evîn Ehmeda ku bi armanca ku dîrok û erdnîgariya xwe baştir nas bike ev biryar daye, hestên xwe wiha anî ziman: “Tenê xwendina bi zimanê Kurdî bêyî parastina dîrok, erdnîgarî û nasnameya gelê Kurd, nikare mafên me mîsoger bike. Armanca me ne tenê fêrkirina ziman e, her wiha parastin û veguhestina hebûn û mîrata Kurdewarî ya ji nifşekî bo nifşekî din e jî."

Banga ji bo yekbûna Kurdan a di pêvajoya entegrasyonê de

Evîn Ehmed bal kişand ser pêvajoya entegrasyona ku li Sûriyeyê tê kirin, got ku heta niha zimanê Kurdî di destûra Sûriyeyê de bi awayekî fermî nehatiye qebûlkirin û wiha domand: “Her hewldanek ku ziman, dîrok û erdnîgariya Kurdan ji pergala perwerdeyê dûr bixe, dibe sedema windakirina rastiya gelê Kurd. Di vê pêvajoyê de pêwîst e em hemû yek bin. Divê em zimanê xwe biparêzin û wê wekî mîrasek ji nifşên pêşerojê re bihêlin. Parastina zimanê Kurdî, parastina hebûn û rûmeta gelê Kurd e.”