Serî li zextan netewand: Bû yekem memûra tevgera balafir a Lîbyayê

Yekemîn memûra tevgera balafiran a Lîbyayê Karîma Al-Hamrî diyar kir ku tevî zextên civakî pîşeya ku tê gotin ‘karê mêr e’ hilbijartiye û got: “Min karî ku ez ji heqê vê fikra dûr aqil derbikevim, min di karê xwe de jêhatîbûna xwe nîşan da.”

ÎBTÎSAM AXFÎR

Bîngazî – Feraseta mêr a baviksalar, rola zayendî ya civakê daye jin û mêran herî zêde di jiyana kar de diteyise. Pîşe bi têgînên wek ji bo jinan ne guncav e ango ‘karê mêr’ e tê guhertin. Li Lîbyayê jin ji bo vê hişmendiyê bişkînin têdikoşin. Yek ji wan jinan jî yekemîn memûra tevgera balafiran a Libyayê Karîma Al-Hamrî ye. Karîma Al-Hamrî guh neda gotina ‘karê mêr e, karek ne li gor te ye’ û tevî zextên civakî pîşeya xwe bi serkeftî bi cih tîne.

‘Ji ber karê xwe min gelek zext ji civakê dît’

Karîma Al-Hamrî diyarkir ku ji sala 2007’an heta niha li Balefirgeha Navnetewî a Benîna dixebite û got: “Destpêkê weke erkdara firînê min dest bi kar kir. Piştre di qadên depertmana arşîv, deparatmana diyarkirina dem, yekîneya rêk û pêkirina biletan, departmana ewlehiyê de xebitîm. Niha jî ez memûrtiya tevgera balafiran dikim. Ev zêdeyî dû salan e min dixwest bikevim vê qadê. Ji ber ez dixwazim divê qadê de bixebitim min ji civakê gelek zext dît. Tu zagonek ku ketina jinan a di vê qadê de asteng bike nîne, lê belê xebatkarê vê qadê bi mêran re sînordar e.”

‘Bêyî ku ez piştgiriya kesekê bigrim erka xwe bicih tînim’

Karîma Al-Hamrî destnîşan kir ku xwedî kesayetiyek bi biryar û bi îsrar e û wiha dom kir: “Bi saya perwerdeyên ku min girtî, min karî ji heqê van nêrînan derbikevim. Nirx û kêrhatiya min îsbat kir ku îradeya jinekê heye, wê mafê xwe bigire û di çavê civakê de ne ewqas lawaz im. Di vê qadê de min bi perwerdeya kesên pispor, piştî dû hefteya ez hatim halê ku bêyî alîkariya kesekê kar bikim. Di erka yekem de helbet min tirs jiyan kir, lê belê min karî ez wê tirsê derbas bikim. Êdî bêyî ku ez alîkariyê ji erkdarek din bigrim dixebitîm. Qaptan ji sedan 90 ji me bawer dike û li gor fermana ku em didin balafirê dadixe.”

 ‘Di kare xwe de hostabûna erkdar girîng e’

Karîma Al- Hamrî amaje bi wê yekê kir ku di heman demê de erka wê ekîpman amadekirin û lênêrîna balafirê ye jî û wiha got: “Ji ber xetayek herî biçûk dikare tevgerkirina balafirê ya qaptan bixe zehmetiyê. Erkdar bi tevgerên ji rêzê tevnagerin. Cihên diyarkirî ku balafir lê raweste heye. Xizmet, malzeme û bi ekîpman bi temamî bi vê ve girêdayî ye. Di karê xwe de hostabûna erkdar girîng e. Bi awayek ewle rawestandina belafirê di berpirsyartiya min de ye. Dema ku tekelê balafirê ket erdê, ji bo raweste ez îşaret didim. Ev sînyal girîng e. Ji ber vê jî hesasiyetek mezin jê re pêwîst e. Ji bo pêşîlêgirtina felaketê, dema ku di motorek a balefirê de agir derket ez sînyalek ku qaptanê balafirê hîşyar dike didim.”

‘Min karî ji heqê vê fikrê dûr aqil derbikevim’

Karîma Al- Hamrî bi bîrxist ku tevî ji malbata xwe piştgiriya pêwîst girtiye, rastî hinek îtîrazan hatiye û got: “Li gora civakê ev kar weke ‘karê mêr’ tê nirxandin. Lê belê min karî ji heqê vê fikrê dûrî aqil derbikevim û di karê xwe de min kêrhatiya xwe îsbat kir. Bi armanca ku di vê qadê de ez kêrhatiya xwe pêş bixim di nava Libyayê û ji derve de ez beşdarî enstîtu û akademiyan bûm. Gelek jinên ku vê qalibê aqlê civakî şikandî heye. Li Bahreyn û Tunusê jinên ku weke memûrê polîsan dixebite hene. Di vê qadê de yekem jinbûm ku min erk girt. Di vê wateyê de ez jinan teşwîq dikim.”