Selwa li ser ewlehiya hesabên medyaya civakî keçên ciwan perwerde dike

Selwa Muamar diyar dike ku bilindkirina hişmendî û hînkirina hin rêzikên bikaranîna medyaya civakî ji bo keçan hewcedariyek lezgîn e, ji ber vê yekê fikiriye ku li 5 dibistanên li hemû deverên Xezayê, ji bilî parêzgeriya sereke ji Bakur, Navendî, Refah, Xanênûs dest pê bike.

 
REFÎF ÎSLÎM
Xeza - Di demeke ku malperên tora civakî û serîlêdanên înternetê di hemû warên jiyanê de serdest bûne û di danûstendin, kar, û heta perwerde û tenduristiyê de tên bikaranîn de êdî pêdivî heye ku bikarhêner bizanibin ka mirov çawa xwe biparêze. Bi taybetî jin di vî warî de divê hay ji xwe hebin û bi taybetî di warê dîtbarî de xwe biparêzin. Di van demên dawî de bûyerên jantaja li ser medyaya civakî gelek qewimîn ku ev weşandina wêneyan bû, ev yek ji bo wan karesatek e û pirsgirêkên tacîz û xapandinê bi riya medyaya civakî afirand.
 Ji ber ku ji van pirsgirêkan haydar bû biryar da însiyatîfek ava bike
Salwa Muamar, a 24 salî, ji van pirsgirêkan haydar bû û biryar da ku însyatîfek bi sernavê "Hişmendiya we, we diparêze" di nav çalakiyên Navenda Medyaya Civakî de bi cih bike. Wê kategoriya xwendekarên dibistana navîn destnîşan kir, ji ber ku ew di danûstandina bi van serlêdan û bernameyan de koma herî hesas in. Li ser vê yekê anî ziman ku ev raman piştî veguhestina perwerdeyê di encama pandemiya koronayê de hatiye hişê wê lewre wê dîtiye ku hemû keç bi telefonên di destên xwe de înternetê bê sînor û bê kontrol bi kar dianîn. 
Selwa Muamar diyar dike ku bilindkirina hişmendî û hînkirina hin rêzikên bikaranîna medyaya civakî ji bo keçan hewcedariyek lezgîn e, ji ber vê yekê fikiriye ku li 5 dibistanên li hemû deverên Xezayê hatine dabeşkirin, ji Bakur, Navendî, Refah, Xanênûs dest pê kiriye, ji bilî parêzgariya sereke.  Hilbijartina dersan jî ji bo hilbijartina xwendekarên ku dê kursa ewlehiya dîjîtal bigirin ji ber ku di dibistanan de gihîştina hemî keçan dijwar e bi riya pişkavêtinê bû.
Di warê ewlehiya hesabên medyaya civakî de keçên ciwan perwerde kirin
Mijarên wê rûniştinê, wekî ku ji hêla Salwa Muamar ve hatine destnîşankirin, ew bû ka keç çawa dikarin bi navgîniya malperên tora civakî hesabên xwe biparêzin. Salwa da zanîn ku ew şok maye dema ku ji her komê tenê yekê dît ku dizane ew çawa hesabên xwe biparêze.
Perwerdeyê, keç fêr dikirin ka mirov çawa şîfreyek xurt diafirîne û car caran bi kesên nêzî xwe re diguhezîne û pê bawer dike ku gava were dizîn de hesabê wan bigre. Di heman demê de hin ezmûnên ku wan derbas kirine bihîstine û hewl dane ku çareseriyan ji wan re bibînin. Gelek xwedan wan serpêhatiyan diyar nekirine ku di çi rewşê re derbas bûne.
Gelek keçan ji Salwa Muamar xwestin ku piştî bidawîbûna perwerdeyê bi wê re bi taybetî biaxive da ku jê re bibêjin ka der barê diziya şifreyên dîjîtal de çi bi wan re diqewime. Çîroka yek ji wan keçên ku alîkarî der barê tacîza ku ji xortek digihîje xizma wê de bi şêwazên hovane û ne mimkun xwest, bala wê kişand. Wê piştrast kir ku çareseriya van pirsgirêkan ji bilî paqijkirina kompleksa tirsê ya keçan û sazkirina hemleyên zextê ji bo ku pêkanîna qanûna sûcê siber li Filistînê ne mumkun e. 
Bi perwerdeyê wan hînê afirandina malperên xwedî naverokên watedar kir  
Salwa Muamar dît ku keç bi zêdegavî li ser wê sekinîne û heta ji metodên ku wê wan di tevahiya rojên perwerdeyê de fêrî wan kir da ku ji wan re bi riya medyaya civakî peyaman bigirin pêk anîn. Wê anî ziman ku wê keç perwerde kirine ka çawa mirov bi van malperan naverokek watedar diafirîne dema ku demjimêrên bikaranîna wan kêm dike da ku ew karibin tiştên girîngtir pêk bînin. Wekî xwendina pirtûkek an xwendina bi lez ji bo pêşketina perwerdeya xwe. 
Salwa Muamar kopiyên materyalên ku wê di kursa perwerdeyê de pêşkêş kirin bi kurtefîlmê ku li ser çavdêriya civakî di her pênc dibistanan de hat pêşandan hişt. Da ku dûre, çavdêr van materyalan bidin xwendekaran, digel rêber û jimareyan da ku bi navendê re têkilî daynin. Ger ku yek ji keçan hatibe tacîzkirin û nizanibe çawa tevbigere. Wê rola Wezareta Perwerdeyê û mamosteyan di dibistanan de girîng dît ji bo hêsankirina danûstandinan û temamkirina vê kampanyayê. 
Li aliyê din, ajansa me hewl da ku bi yek ji wan jinên piştî bikaranîna malperên tora civakî re rû bi rû mane re têkiliyê dayne. M.H. a 28 salî, dibêje ku ew bi salan van malperan bi kar tîne û difikirî ku ew dikare hesabên xwe bi rengek xweş biparêze û got ku ew mîna keçên din, ji hêla hin kesan ve hat tacîzkirin lê wê guh neda wê yekê, tenê xwest ku bi kesên nenas re danûstandinê neke.
Bi wêneyek hemû daneyên di telefonê de ketin destên hacker
M.M. diyar dike ku rojekê wî wêneyek xumam jê re şand, ji ber vê yekê wê hewl da ku wê veke da ku ji naverokê piştrast be, di wir de ew rastî xefikekê hat ku hemû dane û wêneyên di telefona wê de kişandin. Wê bal kişand ku ku hacker mîqdarek pere xwest û wê tehdît kir, wê bi rastî mîqdar ji wî re li cihek diyarkirî hişt, hingê wî xwest ku wê bibîne yan na ew ê wêneyan biweşîne. Wê kir ku ji hevalê xwe yê ku dadrêsiyê dixwîne alîkariyê bixwaze wê jî tavilê ferman da ku here Daîreya Sûcên Sîberê û bi rastî jî mesele çareser bû. 
M.H da zanîn ku her çend pirsgirêk çareser bûye jî ew hê heta roja îro jî ji bîr nake. Her wiha pir meraq dike gelo malbata wê dema bi mijarê bihesin dê berteka wan çi be û pêşniyar dike ku materyala perwerde û ewlehiya dîjîtal bibe biryarek bingehîn, li dibistanan were fêrkirin da ku bûyerên bi vî rengî neyên jiyîn.