“Sed sal in dewlet heman tiştî dike”

Xizmên windayan têkildarî teslîmkirina hestiyên Hakan Arslan ê 7 sal berê li Sûrê jiyana xwe ji dest dabû, dan û diyar kirin ku ji duh heta îro dewlet heman dewlet e.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Hestiyên Hakan Arslan ê ku di pevçûnên 7 sal berê de li navçeya Sûra Amedê jiyana xwe ji dest da, rojên borî li Edliyeya Amedê ku wekî "Emaneta Edlî" hatibû qeydkirin di kîsek de radestî bavê wî kirin. Wêneyê bavê wî yê ku di destên wî de bi kîsik li ber edliyeyê sekinîbû bû sedema nerazîbûnek mezin. Gelê Kurd wêne, weke "berdewama zilma bi sedan salan didome" şîrove kir. Malbatên xizmên windayan bertek nîşanî awayê teslîmkirina hestiyan dan û gotin; "Em ê ji bo hestiyên xwe jî ji bo hestiyên di kîsekê de tên teslîm kirin jî, têkoşîna xwe bidomînin."

Malbatan tişta hat kirin wekî “faşîzm” bi nav kirin

Dayika Mehmet Şîrîn Bayram ê ku di sala 1996'an de li navçeya Pasûra Amedê hat binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin Remziye Bayram, bi salan e bi hêviya dîtina hestiyên kurê xwe, xwe li jiyanê digre. Remziye Bayram a teslîmkirina hestiyên Hakan Arslan ên di kîsekî de ji bavê wî re weke "faşîzm" nirxand, diyar kir ku dewletê bi vî rengî careke din mirovahiya xwe nîşan da.

"Divê em hesabê wî bipirsin"

Remziye Bayram di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ev çend sal in em li hestiyên xwe digerin, îro hestiyên zarokan digrin û didin bavên wan. Niha em dikarin bibêjin di dewletê de çi hatiye guhertin. Dewlet heman faşîst e lê em ê heta dawiyê li dijî vê têbikoşin. Divê em vê dewletê biguherînin û hestiyên xwe bibînin. Divê em hesabê wan hestiyên ku dixin nava kîsekê û didin destê bavan jî bipirsîn. Ger em bixwazin, dikarin vê jî bikin. Em ê mafên xwe û mafên zarokên xwe jî ji wan bistînin. Em ê tu carî dev jê bernadin.

"Li Tirkiyeyê edalet jî hiqûq jî nîn e”

Remziye Bayram bal kişand ku li Tirkiyeyê ji aliyê edalet û hiqûqê ve tiştek nemaye, da zanîn  Tirkiye ne misilman, dewleteke faşîst e. Remziye Bayram piştre wiha got: “Ger îro kurê min radestî min bikin jî ez ê dîsa herim û ji bo windahiyên din têkoşîna xwe bidomînim. Teslîmkirina wan hestiyên di nava kîsekî de ji malbata wî re tiştekî pir zêde û pir pêş e. Dema em li hestiyên xwe digerin, dewlet diçe hestiyên me di nava kîsekî de dide malbatan, mirovahiya wan ewqas e. Ma ev edalet e?  Li Tirkiyeyê edalet, hiqûq an jî dewlet heye? Edalet jî hiqûq jî nîn e. Ew çi bikin bila bikin em ê ji bo hestiyên zarokên xwe têkoşîna xwe bidomînin.”

"Ji ber em Kurd in ev yek tên kirin"

Selîme Çakir jî yek ji jinên ku bi salan e ji bo windayan têdikoşe ye. Selîme Çakir a ji bo dîtina hestiyên hevjînê xwe Îbrahîm Kartay ê di sala 1994'an de di binçavan de  hat windakirin, beşdarî çalakiyan bû, bi van gotinan bertek nîşanî tiştên ji cenazeyê Hakan Arslan ê hat kirin da: "Hestî hatin dîtin lê ew hestî di kîsek de dayîna bavê wî şerma wan e. Ma cenazeyek, hestiyên mirovek çawa dixin nav kîsekî û didin destê bav. Ji ber ku em Kurd in, gelê me dikujin û van tiştan dikin. Berê wan winda dikirin, niha jî hestiyan di nava kîsekî de didin dayikan. Dewlet 25 sal in wan hestiyan jî ji bo me pir dibîne. Em bi salan e ji bo gorekê têdikoşin.”