Saziyên jinan dîroka têkoşîna rizgarkirin û parastinê ne
Bi destpêkirina şoreşa Rojava ya sala 2012’an re gelek jinan xwe bi rêxistin kirin û ji bo maf û azadiya xwe têkoşiyan. Ji bo parastin, rêxistinkirin, hişyarkirin û pêşxistina jinan sazî û komeleyên jinan ava kirin.
ŞÊRÎN MIHEMED
Qamişlo- Endamên sazî û rêxistinên jinan ên ku rola wan di pêkanîna gelek destkeftiyên Rojava û Bakur Rojhilatê Sûriyeyê de heye, teqez dikin ku jin bingeha şoreşa Rojava ne.
Di sala 2005’an de Yekitiya Star bi awayê veşartî ji aliyê çend jinan ve hat damezirandin
Di 15’ê Çileya 2005’an de, Yekitiya Star bi awayekî veşartî ji aliyê çend jinên Kurd ve li gelek herêmên Rojava hat damezirandin, bi riya rêxistinkirina çalakiyên curbecur li ser hişyarkirin û pêşxistina jinan kar kir.
Henîfe Mihemed endama kongra Star dibêje: “Kongra Star encama Yekitiya Star e. Di pêvajoyek têkoşîn û rêxistinkirî de Yekitiya Star gelek destkeftî pêk anîn lewma di kongreya salane ya şeşemîn de ku di sala 2016’an de li dar ket, navê wê hat guhertin û bû Kongra Star, jinên hemû pêkhateyan di nava xwe de hewand. Piştî pêşketina berbiçav û berfirehkirina kar li seranserê cîhanê, nûnerên Kongra Star li gelek dewletan çêbûn.”
‘Em bi şev dixebitîn’
Der barê astengî û pirsgirêkên ku li pêşiya Kongra Star derketine de, Henîfe Mihemed dibêje: “Kongra Star karên xwe bi dijwarî veşartî di bin siya hebûna hikumeta Şamê de dimeşand. Astengiyên me gelek bûn em nikaribûn xwe bigihîjînin hemû jinên li malan. Me civînên xwe li gundan bi şev li dar dixist lê tevî hemû zextên ku hikumeta Şamê li me dikir jî me karê xwe berdewam dikir.”
‘Kongra Star bûye xwedî gelek destkeftiyan’
Henîfe Mihemed destnîşan dike ku Kongra Star ji destpêka damezrandina xwe ve bûye xwedî gelek destkeftiyan, karê xwe ji bo bilindkirina asta têkoşîn û berxwedana jinan berdewam dike û got: “Bi riya karê xwe di nava civakê de, dikaribû bigihîje hemû jinan û gaveke cuda di rêxistina jinan, di warê hişmendiyê de bavêje. Ji bo her jin bikaribe nêrînên xwe derbirîne û daxwaza mafên xwe bê tirsa civaka ku ew sînordar kiriye bike. Di kongereyek de, dema min dît hejmara jinên beşdar gelekî zêde bûye gelek kêfxweş bûm ji ber ku me ji tunebûnê û bi hejmareke kêm ji jinan dest bi karê xwe kir, niha bi hezaran jin bi hev re di bin alek de ber bi heman armancê ve dimeşin. Ev yek jî ji bo rizgarkirin, hişyarkirin û perwerdekirina jinan e, derdikevin qadan çalakiyan birêxistin dikin nêrînên xwe derdibirînin û nasnameya xwe diparêzin. Kongra Star yekitiya jinan ava kir û hemû jinan hembêz kir mohra xwe li Şoreşa Rojava da.
Di dawiya axaftina xwe de Henîfe Mihemed wiha got: “Îro barê li ser milên me girantir e. Em di nava du şoreşan de dijîn. Yek li dijî dijmin e û ya din dijî li dijî hişmendiya mêr a desthilatdar e. Divê têkoşîna me berdewam bike heta rizgarkirina hemû jinan.”
Wekheviya zayendan û têkoşîna li dijî tundiyê armancên Rêxistina Sara ye
Rêxistina Sara ya ku yekem car li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2013’an de hat damezirandin, li dijî hemû cureyên tundîtujî û cudakariyê têdikoşe, jinan diparêze, bi pêş dixe, hişyar dike û asta hişmendiya li dijî tundiyê bilind dike. Di kar de xwe dispêre peyman û lihevkirinên navneteweyî û ragihandina cîhanî ya têkoşîna li dijî jinan, roleke mezin di pêşxistin û parastina jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lîst.
‘Peywira me ya yekem pêşxistin û parastina jinan e’
Rêvebera Rêxistina Sara Yusiriye Mehmûd der barê rola rêxistinê di pêşxistin û parastina jinan a di şoreşê de dibêje: “Karê me di asta yekem de der barê parastin û pêşxistina jinan de ye. Bi taybetî di dema şer û şoreşan de. Ji ber ku jin beşa civakê ya herî zirarê ji wan dibîne ye. Jin rastî lêdan, tundûtujî, kuştin û hwd. tên. Bi destpêka Şoreşa Rojava re, Rêxistina Sara parastina jinan ji bo xwe peywir dît û roleke girîng di hemû waran de di civakê de lîst. Her wiha li ser pêkanîna wekheviya di navbera herdu zayendan de û çareserkirina dozên girêdayî jinan kar kir. Bi riya hişyarkirina jinan em dikaribûn hemû têgehên şaş der barê jinan û azadî û rastiya wan de derbas bikin. Bi riya perwerde, semîner û nîqaşan me li ser hişyarkirina jinan û civakê teqez kir ji ber ku jin nifşan xwedî dikin û bi pêş dixin. Heta karê me bi pêş ket û em gihîştin hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Karê me hê jî berdewam dike em bigihîjin hemû jinên Rojhilata Navîn, karê me ne tenê li bajaran e em di nava kampan de jî jinan bi pêş dixin.”
Di dawiya axaftina xwe de Yusiriya Mehmûd wiha got: “Di siya şerên li welat çêbûne, jin rastî gelek paşguhxistin û binpêkirinên dermirovî û tundiyê hatin bi taybetî li herêmên di bin kontrola çeteyên DAIŞ’ê yên ku fikrên xwe yên tarî di nava xelkê de belav kir. Lewma piştî rizgarkirina jinan em li ser hişyarkirina wan kar dikin.