Saziya Jina Azad ji bo jinan xebatên xwe didomîne
Saziya Jina Azad a ku 12 sal in li Hesekê ji bo jin serbixwe bin û ji bo avakirina hawirdoreke bi tendurist dixebite, bi çalakiyên werzîşê û xizmetên fêrbûna jiyana jin û zarokan xurt dike.
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Bi armanca ku jin di aliyê fikrî, tenduristî û aborî de xwe bi pêş bixin û serbixwe bin, Saziya Jina Azad di sala 2014’an li Hesekê hat damezrandin. Ev sazî di gelek qadên cuda de projeyên perwerdehî û civakî pêk tîne. Ji fêrgehên pîşeyî û dersên ziman heta werzî û xizmetên tenduristiyê, sazî hewl dide derfetên jin û zarokan zêde bike.
Ji fêrbûnê heta serxwebûnê
Berdevka Saziya Jina Azad Gulistan Abdo diyar kir ku armanca sereke ya saziya jinan zêdekirina zanyariyên jinan, bidestxistina jinan a serxwebûna xwe û avakirina hawirdoreke bi tendurist e, axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di saziyê de me ji bo jinan gelek kurs û projeyan vekir. Di nava wan de fêrbûna dirûtinê, kuafurî, hemşîretî, komputor, zimanê Înglîzî û ajotina wesayîdan heye. Her wiha ji bo jin û zarokan projeyên werzî ku di nav de tekwondo û fitness jî hene tên birêvebirin. Di heman demê de, ji bo jinan civîn û semînerên hişyariyê li ser mijarên cuda tên lidarxistin.”
Gulistan Ebdo bal kişand ser girîngiya hişyariyê û got ku jin bi hişyariyê dikarin jiyana bi rûmet û azad bijîn û wiha got: “Armanca me ew e ku jin serxebûna xwe ava bikin û di her alî de xwe bi pêş bixin.”
Rahênanên werzî ji bo tenduristiya beden û baweriya bi xwe ye
Di aliyê werzî de, Rîma Îbrahîm ku li ser projeya tekwondoyê û fêrbûna zimanê Îngilîzî ji bo jin û zarokan dixebite, dibêje ku ders û rahênanên werzî sibeh û êvaran tên lidarxistin da ku ji bo kesên dixebitin jî derfet hebe beşdar bibin û wiha got: “Fitness û rahênanên werzî ji bo tenduristiya jin û zarokan girîng in û dikarin di avakirina baweriya bi xwe, rêkûpêk û rêxistinê de rol bilîzin. Armanca me ew e ku em bi bedenek saxlem re fikrên azad bi pêş bixin”
Rîma Îbrahîm diyar kir ku berê di projeya tekwondo ya zarokan de 4 kom hebûn lê piştî vekirina dibistanan hejmara wan gihîştiye 2 koman û wiha dawî li axaftina xwe anî: “zarokan nifşê pêşerojê ne, spor di pêşxistina beden û hişê wan de rolek girîng dilîze.”
Ji bo jin û zarokan xizmeta tenduristiyê
Rêvbera qada tenduristiyê ya Saziya Jina Azad Xewla Qasim da zanîn ku Nexweşxaneya Arî di sala 2020’an de hatiye vekirin û ji sê beşan pêk tê. Diyar kir ku beşa jinan, beşa zarokan û beşa dermanê alternatîf heye her wiha di nava vê beşê de beşa fizyoterapî jî heye.
Xewla wiha anî ziman: “Nexweşxaneyê ji bo jinan sê roj û ji bo zarokan sê rojên hefteyê muayeneyên tibî pêşkêş dike. Muayene bi nirxekî sembolîk tê kirin û derman ji bo nexweşan bi awayî alîkarî tên peydakirin. Her wiha li nexweşxaneyê kursên hemşîretiyê û semînerên taybet ên li ser tenduristiya jin û zarokan tên lidarxistin.”
Xewla bal kişand ser beşa Tiba Xwezayî di hundirê nexweşxaneyê de û got ku ji vê beşê re eleqeya jinan zêdetir e û wiha domand: “Jin di dîrokê de di keşf û bikaranîna hinek rêbazên dermanan de roleke girîng dilîzin û wekî bijîşkek tên zanîn lewma em dixwazin vê zanîna dîrokî zindî bihêlin.”
Xewla banga alîkariyê di aliyê peydakirina dermanan ji bo nexweşxaneyê kir, bi taybetî di şert û mercên aborî yên zehmet de ku herêm tê de derbas dibe.