Li Suweydayê agirbest tê binpêkirin: Xelk tirs û fikarên kûr dijîn

Li Suweydayê êrîşên li ser deverên sivîl bê navber didomin. Ev rewş ne tenê dibe sedema mirin û birîndarbûna welatiyan, her wiha bandorê li ser perwerdehî, binesazî û derûniya zarokan dike û xelkê di nava tirs û fikarên mezin de dihêle.

ROŞÊL CONYOR

Suweyda – Li bajarê Suweydaya Sûriyeyê binpêkirinên agirbestê berdewam dikin. Bombebaranên dubare yên li ser deverên sivîl û niştecihbûnê, dibin sedema mirinan. Zirarên madî û bandorên psîkolojîk li ser zarok û malbatan dikin. Ev jî di nava xelkê bajêr de dibe sedema fikarên mezin.

Tevî hemû peymanan jî, ji bûyerên Tîrmeha 2025’an vir ve, hê jî li Suweydayê aramî pêk nehatiye. Niştecih bi pirsgirêkên xizmetên bingehîn û perwerdehiyê re rûbirû ne. Bi taybetî jî, pêşketinên ewlehiyê bi demsala ezmûnan re hevdem in. Di demên dawî de binpêkirinên nû li bajêr çêbûn. Topek li zeviyek ket, cotkarek mir, çend sivîl birîndar bûn û zirarên madî çêbûn.

‘Bandorên kûr ên psîkolojîk li pey xwe dihêlin’

Sulef Melak a li Suweydayê dimîne, destnîşan kir ku di rojên dawî de di binpêkirinên agirbestê de zêdebûnek berbiçav heye û ev yek di nava gel de dibe sedema panîk û tirsê. Sulef ragihand ku ev zêdebûna binpêkirinan bandorê li xwendekarên ku diçin ezmûnan dike, fikarên malbatan zêde dike û hestek wisa çêdike ku êdî tu devereke niştecihbûnê ne ewle ye. Sulef Melak der barê van binpêkirinan de ev agahî dan:“Niştecih niha di nava tirs û fikarên domdar de dijîn. Ji ber ku xelkê her tax û malê ditirsin ku bibin hedefa bombebaranê. Encamên zêdebûna aloziyê ne tenê bi zirarên madî sînorkirî ne. Her wiha bandorên kûr ên psîkolojîk jî li pey xwe dihêlin. Bi taybetî jî, li ser zarokên ku bi berdewamî rastî dîmenên tundî û bombebaranê tên.”

‘Çima azmûn nayên lidarxistin?’

Sulef destnîşan kir ku zarok ji mafên xwe yên bingehîn bêpar in, bi taybetî jî di hêla mafê perwerdehiyê ku di hawîrdoreke bi ewle û aram de û mafên din ên zarokan ên ku divê bên parastin de. Sulef bal kişand ser rola rêxistinên ku bi parastina van mafan re eleqedar in û da zanîn ku rewşa heyî bandorê li zarokan dike. Wê wiha got: “Du keçên min hene, her du jî di sala dawî ya lîseyê de (beşa zanistî) ne. Malbat dixwaze keçên xwe teşwîq bike ku perwerdehiya xwe bidomînin, lê ew hîs dikin ku ji ber nebûna mîsogeriyên ewlehiyê, rê ne ewle ye. Ez meraq dikim çima azmûn li bajêr nayên lidarxistin û ev rewşa ku xwendekar û malbatên wan di bin zexta psîkolojîk a domdar de dihêle, dê heta kengê bidome.”

Gelo ev rewşa agirbestê heta kengê dikare bidome?

Çalakvana siyasî Sêrîn Kinc diyar kir ku xelkê Suweydayê xwe wekî ‘gelekî serbixwe û xwedî biryar’ dibîne û çavdêriyên xwe wiha anî ziman: “Hêzên Ewlekariya Giştî û komên ji eşîrên Bedewî, êrîşan dibin ser deverên niştecihbûnê û sivîlan. Di van êrîşan de sivîl û endamên Parastina Neteweyî hatine kuştin û hin avahiyên niştecihbûnê zirar dîtine. Gelo ev rewşa agirbestê heta kengê dikare bidome?”

Derbarê bûyera topbarana dawî de ku tê de zilamek û jinek dema li zeviyekê dixebitin hatibûn kuştin, wê destnîşan kir ku mûşek ji aliyê Hêzên Ewlekariya Giştî ve hatiye avêtin û bal kişand ser tomareke dengî ku wekî delîl li ber dest e. Sêrîn bûyer wiha vegot: “Piştre tiştek din derket holê ku bûyerê bi teqîna tiştek bejahî ve girêdide, lê me ev angaşt red kir. Her du kesên ku ji ber topbaranê hatine kuştin sivîl bûn, li zeviyên xwe dixebitîn û tu têkiliya wan bi siyasetê re tunebû.”

‘Hewldanên manîpulekirina medyayê’

Sêrîn daxwaza çareseriyekê kir, hişyarî da ku destûrdayîna berdewamiya rewşa heyî dê derî ji bo aloziyên mezintir veke û wiha pê de çû: “Em dê wek niştecihên Suweydayê, biryardariya xwe biparêzin, gundên xwe neterikînin û hewldanên ji bo ferzkirina rastiyeke nû ya bi zorê, red dikin. Em van tiştan wek ‘hewldanên manîpulekirina medyayê’ bi nav dikin. Ev dê rêça rastiyê neguherîne û em bawer dikin ku rastî dê di dawiyê de bi ser bikeve.”

Bandora li ser xizmetên bingehîn û çandiniyê

Recaa El-Şofî jî li ser aliyekî din ê encamên binpêkirinên agirbestê rawestiya. Recaa ragihand ku zirareke mezin gihîştiye xizmet û binesaziya bingehîn, bi taybetî ceyran, înternet û avê. Recaa da zanîn ku bombebaran bûye sedema qutbûna ceyranê, ev yek jî bandor li ser xizmeta înternetê kiriye û hin dever ji cîhanê veqetandine. Wê destnîşan kir ku tamîrkirin nikare tavilê pêk bê û sedema vê yekê bi van gotinan anî ziman: “Ji ber ku tîmên teknîkî ji bo gihîştina deverên armanckirî hewceyî demê ne û ev yek astengiyên li pêşiya xizmetê dirêj dike. Qutbûna ceyranê ya berdewam, dibe sedema xirabûna xwarinên li mal û dikanan, di heman demê de kêmbûna avê jî bandorê li niştecihan û avdaniyê dike.”

‘Bombebaran û êrîş dibin sedema şewatên li zevî û berheman’

Recaa bal kişand ser bandora van binpêkirinan a li ser gel û wiha vegot: “Ev binpêkirin di mehên havînê de ji bo sektora çandiniyê xetereyên mezin çêdikin. Bombebaran û êrîş dibin sedema şewatên li zevî û berheman, her wiha gefê li darên fêkiyan û zeytûnan dixwin. Gefa ewlehiyê gihîştina tîmên vemirandina agir asteng dike û zirarê mezintir dike. Ev windahî nikarin ji windahiyên mirovî û psîkolojîk cuda werin hesibandin. Ji ber ku gel bi domdarî bi çerxeke tundiyê û qutbûna jiyana rojane re rûbirû ye.”