Rûyê din ê şer: Jinên Xezayê her roj mûcîzeyan diafirînin

Di şerê li Xezayê ku bi mehan e didome de, di serpêhatiyên jinên Filistînî de şopên berxwedan û fedakariyê derdikevin pêş. Van jinan bi têkoşîna xwe ya ku zoriyan vediguherîne hêvî û merdiyê derse didin mirovahiyê.

NEXEM KERACE

Xeza – Ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha di şerê li Zîvala Xezayê de jiyana rojane bûye sebir û azmûna mayîna li jiyanê. Di nava vê dojehê de ne tenê dîmenên rûxandin û xwînê, di heman deme de mînakên ku di dîroka mirovahiyê de kêm dîtin, berxwedana li dijî vê hilweşînê û tevgera ji bo jiyanê diçirise.

Di quncikek jibîrbûyê ya li bajarekî ku cîhan ji bo belgekirina feleketa li ser di pêşbaziyê de ye; serpêhatiya jineke ku zarokên wê tune ne lê ji bo bi hezaran mirovên neçar, birîndar û bêmal bûye “dayik” balê dikşîne. Di destên Zarîfe Şahîn a Filistînî de tenê berxwedan heye, vê yekê veguherandina berxwedanê, bû dersa berxwedana ku ji êşê çêbûye.

Birîndarî li pêşiya têkoşînê nebû astengî

Di nîvê meha Gulana 2024’an de, dema ku dengê balafirên şer asîman dihejand, Zarîfe Şahîn xwe di rewşeke ku di xewnereşkan de jî tune ye de dît. Ji ser milê xwe yê rastî bi guleyê birîndar bû, din ava xirbeyan de ket erde. Tu kes li derdorê tunebû, ambulans nedihat, kesê dengê qîrîn û hawarê nedibihîst. Li ser milê xwe yê birîndar û hevjînê xwe yê ku di nava xwînê de mabû nihêrî. Tenê riyek hebû, ew jî serkeftina di nava bêderfetiyan de bû.

Zarîfe Şahî wiha dibêje: “Dema min tunebû bifikirim. Min li derdora xwe nihêrî, li tiştek ku xwînê bide sekinandin geriyam. Tenê perçeyên potên biçûk û amûrên kevn ên di çenteyên min de bûn. Dudilî dihat wateya mirina wî, diviyabû biryarek bidim. An min ê birîna wê bidirûta yan jî dê li ber çavên bimriya. Min bi destên lerizok û bi dilê bi tirs, bi amûrên ku ji bo mirovan guncaw nebûn, dest bi dirûtina birîna hevjînê xwe kir. Min domand. Her cara ku ku min derziyê tê de dikir diqîriya lê ez nesekinîm. Piştî min qedan, min birîna xwe jî bi poteke peritî pêça û xwînê da sekinandin. Dûre min min wî ber bi stargeha herî nêz ve bir.”

Mala ku bi destên xwe ava kiribû di kêliyek de li ber çavên wê hilweşiya

Berxwedana Zarîfe Şahîn bi şer re dest pê nekir. Bi têkoşîna salên dirêj çêbû. Ji zarokatiya xwe ve dizanibû xebat çi ye. Karên cuda kir, bi saetan xebitî, tenê xeyalek wê hebû. Dixwest maleke wê ya biçûk, banek ki binî de star bibe. Mala xwe ya ku bi tûxleyan çêkiribû, weke gelek malên din din ava çend saniyeyan de hilweşiya. Bi bombebaranê re mala wê bû xirbe.

Dema wê ya ku behsa felaketê bike tunebû. Bedena wê diêşiya, nalîna mirovên li derdora wê nedihişt tiştên winda kirine bifikire. Zarîfe Şahîn li ser wan kêliyan wiha dibêje: “Mala min li ber çavên min hilweşiya. Hemû tiştên min, keda bi salan, di kêliyek de di bin xirbeyê de man. Ez negiriyam lewre dizanibûm tu tişt paşve venagere. Ez di nava xirbeyan de rûniştim, min bi birîna xwe girt, diviyabû li piyan bimînim.”

Peyama ku nîvî ma û bi dawî nebû

Beriya şer, Zarîfe Şahîn ne tenê jineke kedkar, di heman demê de sembola îlhamê bû. Di kanala xwe ya YouTube ya ku beriya sê salan vekiribû de, ji bo jin û keçên ciwan ên ji welatên cuda behreyên jiyanê hîn dikir. Dirûtin, çêkirina xwarinê, rêveberî û serxwebûna aborî lê bi şer re her tişt bi dawî bû. Cereyan hat birîn, xetên ragihandinê têkçûn, derfet nema bigihîje temaşevanan.

‘Ez dixwazim ji jinan re bibêjim ku piştî ketine mirov çawa dikare rabe ser piyan’

Zarîfe Şahîn gotinên xwe wiha didomîne: “Ez her sibeh şiyar dibûm difikirîm. Gelo wan jinên ku her roj dixwestin tiştek ji min hîn bibin niha di çi rewşê de ne? Hêviya xwe winda kirine yan na? Ji ber ku nikaribûm tiştek bikim pir aciz bûbûm. Min digot qey dengê min dernakeve. Şer têkiliya min bi mirovên ku min ji wan re digot ‘xwişkên’ min re birîbû. Tevî ku demek dirêj têkilî nema jî îradeya min neşikiya. Piştî ku hinek bi hêz bûm, min biryar da bi awayekî baştir û naverokeke kûrtir karê xwe bikim. Vê carê ne tenê ji bo tiştên nû hîn bikim, ji bo ji jinan ve bibêjim çawa piştî ketinê mirov çawa dikare radibe ser piyan. Ji bo wan ne tenê bibim mamoste, weke mirovek ku her tişt jiyaye lê hê jî li ser piyan maye dixwazim bibim destek.”

Şer ji bo Zarîfe Şahîn ne tenê tecrubeyek zor e, werçerxa ku dibe sedem bi çavek din li cîhanê binêre ye. Ew êdî bi perwerdeya dîjîtal bi sînor nedima; biryar da bikeve nava civakê. Piştî ku birîna wê baş bû çû nexweşxaneyan. Jinên ku mil, malbat û her tiştê xwe winda kirine nas kir. Ji ber ku heman êşê kişandibû ji wan re bû destek.

Zarîfe Şahîn li ser serdana wan kesan dibêje: “Min di çavên wan de awirên xwe yên di awêneyê de roja min her tiştê xwe winda kiribû dît. Diviyabû yekê ji wan re bigota ‘jiyan li vir neqediyaye.’ Min biryar da ez vê yekê ji wan re bibêjim. Bi ken diketim odeyên wan. Her çendî birîna ser milê min baş nebûbû jî, li ba jinên birîndar rûdiniştim, min bi destên wan digirt, behsa serpêhatiya xwe dikir. Carek ez li ba keçeke ciwan a herdu lingên wê jêbûbûn rûniştim. Bi bêdengî li qatî dinêrî. Min bi deste wê girt û wiha got: ‘tu niha difikirî ku her tişt tarî ye lê ez sond dixwim di dawiya rê de ronahî heye. Tenê divê em meşa xwe bidomînin.’”

Vegerek bihêztir

Sal û heft meh paşê, Zarîfe Şahîn careke din dest bi jiyanê dike lê êdî weke berê nîn e, bihêztir, bi biryartire û dixwaze di jiyana kesên din de şopek bihêle.

Zarîfe Şahîn gotinên xwe wiha bi dawî dike: “Ez ê nehêlim şer min tune bike. Ez ê destûr nedim hilweşîn min bênirx bike. Min her dem digot ku ez ji nava bahozê hatime û ba çendî dijwar be jî ez ê li ser piyan bisekinim. Ez îro careke din dibêjim: Ez ê vegerim, ji nû ve ava bikim û dengê xwe bigihîjînim cihê herî dûr.”