Ruxmî birîndar dibin jî dîsa vedigerin ser axa dapîr û bapîrên xwe

Ruxmî ku di 24'ê Tîrmehê de bi giranî birîndar dibin lê dîsa biryara vegera ser axa dapîr û bapîrên xwe didin, rihê berxwedana li dijî dagirkeriya tirk her ku diçe mezin dibe.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê- Rihê berxwedana li dijî dagirkeriya tirk a ku hatiye axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike, mezin dibe. Li hember dagirkeriya tirk rihê têkoşîna dayik û dapîrên vê axê mezin dibe, tovên ku li ser vê axê reşandine û şîn hatine nahêlin ku bi destên dagirker û çeteyan hişk bibe. Welatê ku dema dayik, bav an jî dapîr lê birîndar dibin û dîsa li wî cihê ku birîndar bûne vedigerin, ev bi xwe cihê serbilindiyê ye û bêguman wê serkeftin a wê axê be. Heya ku dayik û dapîrên wiha hebin, bêguman wê encama berxwedana dehan salan serkeftin be. Dapîrên ku li ser vê axê emrê xwe derbas kirine, porê xwe ta bi ta spî kirine, encama keda ku bi vê erdê re dane û çîrokên ku li ser vê axê derbas kirine, mirov van rastiyan di qermiçokên rû, çav û destên wan de dibîne.

Eger ku ziman hebûya dê wan qermiçokan bi sedan çîrok vegotana. Ji ber wê jî îro ew dayik û dapîrên li axa xwe xwedî derketine, dibin hedefa dewleta tirk a dagirker lê li hember wê yekê jî riya berxwedanê didome. Di 24'ê Tîrmehê de dagirkeran bi giranî hemû gundên li seranserê xeta cebhê ya navçeya Til Temira Kantona Hesekê - Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran kirin. Di encama topbarana gundê Micêbira yê rojhilatê navçeyê de 4 sivîl birîndar bûn û yek jî şehîd bû. Dapîrek û mêrek ji wan birîndaran, piştî ku tedawiya xwe dît vegeriyan gundê xwe. Kewkeb Mihemed der barê êrîşa rastî wê hatine de ji me re axivî.

Li ser taştê barîna topên dagirkeran

Kewkeb Mihemed di destpêka axaftina xwe de got ku di wê rojê de xwîn, dûman û ax her tişt tevlîhev bûye û wiha domand: "Em di nava tirsê de dijîn, radizên û radibin. Keça min ji bav û dapîra xwe re di saet 07:00'an de taştê çêdike û datîne ber wan, ji nişkêve me dît ku top û bi ser me de dibarin. Mal bi ser me de hilweşiya, tu nizanî top ji ku derê tên me, riya xilasbûnê nedît. Di encamê de hevjînê min û xwesiya min birîndar bûn. Niha parçeyên topan di serî û lingê hevjînê min de hene û bijîşkan gotiye ku divê emeliyat bibe her wiha du parçe di pişt û yek jî di zikê xwesiya min de hene û hê jî nehatine derxistin."

"Her der bû xwîn, agir û dûman kesê hev nedidît"

Kewkeb Mihemed got ku artêşa tirk a dagirker yekser sivîlan hedef digre û wiha got: "Ji bilî artêşa tirk a dagirker ma wê kî me hedef bigre? Dagirker sivîlan hedef digre, di encama wê topbaranê de jî sivîlek jiyana xwe ji dest da. Di wê kêliyê de em diqîrin, naqîrin kesek dengê me nabihîse. Her der bû xwîn, agir û dûman, kesê hev nedidît. Heya ku du xort hatin hevjînê min û xwesiya min ên ku birîndar bûbûn ji bin topbaranê derxistin û gihandin nexweşxaneyê. Mala me hatiye rûxandin û tiştekî me nemaye ku em tê de bijîn lê dîsa jî em li gund in û di mala xizmek xwe de dijîn. Armanca me ew e ku em gund û axa xwe terk nekin."

"Dema destê xwe dirêjî bavê xwe yê birîndar dike, destê wê di nava xwînê de dimîne"

Kewkeb Mihemed bal kişand ser psîkolojiya ku keça wê piştî topbaranê jiyan dike û wiha tîne ziman: "Ne tenê birîndarî çêbûn û mala me hat hilweşandin lê belê pirgirêkên psîkolojî jî hatin jiyîn û heya niha jî berdewam dike. Keça min êvaran ranakeve, her ku çavên xwe digre vediciniqe û dibêje: “Ez devê xwe vedikim wekî ku tijî dûman dibe û diqîrim kes dengê min nabihîse. Her ku êvar dibe, pir ditirse ji ber ku ew kêliyên topbaranê û dîtina birîndarî û xwîna ku ji bav û dapîra wê dihat jiyîn. Dema destê xwe dirêjî bavê xwe yê birîndar kir destê wê hemû bûn xwîn û ev kêlî tenê bes e ku mirov aliyê psîkolojî de ne rehet be û her wan kêliyan bi bîr bîne û neyê jibîrkirin. Psîkolojiya kesên di nava şer de pir zehmet e."

"Dagirkeran bajar û gundê me hilweşandin"

Kewkeb Mihemed êrîşên dagirkeriyê şermezar kir her wiha helwesta xwe ya li hemberî dagirkeriyê anî ziman: “Dewleta tirk ji derveyî xirabûnê tiştekî nake. Ev bajar û gund hilweşandin. Em bi kêfxweşî û bê tirs dijiyan heya ku dagirker hatin û ewlehiya herêmê û gundê me têk birin. Niha em nikarin du keviran bidin ser hev û malekê ava bikin, ji ber ku tu saet ji topbaranê re tune ye. Beriya du rojan dîsa topbaran çêbû, em ranezan em difikirîn ku çawa van birîndaran xilas bikin. Kesek tiştek ji cem me neavêtiye dagirkeran, ew hatine û malên me topbaran dikin. Her ku dibe şeb, tirsa me zêdetir dibe."

"Parastina vê axê ne tenê erkê şervanan e"

Kewkeb Mihemed got ku parastina vê axê erka her kesê ye û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Kurekî min niha li cebhê ye, dema ku topbaran ango balafirên keşfê yên biçek ên bê mirov (SÎHA) derdikevin digerin, hişê min li cem wî û hevalên wî ye. Rih û fikrên min li wir in. Parastina vê axê ne tenê ji şervanên me lê belê erka me hemûyan e. Ev der welatê me ye, ax û mala me ye ji lewre parastina wê erka dayikan e jî. Li cihê ku me çavên xwe lê vekiriye divê em wê jî biparêzin ji ber ku heqê wê li ser me heye."

"Qelenê welat buha ye, ji lewre divê ku em jê re bibin qurban"

Kewkeb Mihemed da payin ku ruxmî tenê bermahî mane jî ji bo wan pir giran e û wiha pêl da gotinên xwe: "Rast e, niha tenê ji mala min bermahiyên topbaranê mane lê ji bo me pir giran e û em terk nakin. Welatê me giranbuha ye divê em qelenê jê bihatir jî bidin. Rast e, hevjîn û xwesiya min birîndar in lê em gundê xwe terk nakin heya ku em bikaribin em ê li vir li ber xwe bidin. Bêguman agir bi dilê min dikeve dema ku mala xwe ya giran û hêja wiha dibînim lê bila bibe qurbana vê axê. Ev welat ê hemûyan e divê ku her kes ji aliyê xwe ve jê re bibe qurban."

"Erdogan ger ji dapîreke 85 salî netirisiya êrîşî wê nedikir"

Kewkeb Mihemed got ku ger dewleta tirk a dagirker ji dapîreke 85 salî netirsiya êrîş nedikir û got: "Diyar e ku dapîrên me yên 85 salî jî ji Erdogan û artêşa wî re xeterê ava dikin. Lê eger em jî ewqasî ne bi hêz bûna, êrîşî me nedikirin û zarokên me jî sêwî nedihiştin. Erdogan êrîşî tu kesê nake ji bilî zarok, jin û dapîran. Dewleta tirk ger ji me netirsiya êrîşî me nedikir, wê rû bi rû bihata meydanê. Lê em ê heya dawî jî li vir bin, li ser axa xwe li ber xwe bidin."

"Bila artêşa tirk ji xaka me derkeve"

Kewkeb Mihemed daxwaz kir ku artêşa tirk a dagirker ji xaka wan derkeve û wiha domand: "Divê ku hemû dewlet li hemberî dewleta tirk bibin yek û artêşa tirk ji xaka me derxin û ji vir vekişin, careke din li me venegere. Êdî em aramî û ewlehiya xwe û welatê xwe dixwazin. Erdogan zarokên me sêwî hiştin, sivîl kuştin û malan hilweşandin. Ev gunehê me hemû jî di stuyê Erdogan û artêşa wî ya xwînxwar de ye. Ji ber vê rûxandin û sûcên ku li dijî me kirine, em dixwazin dewleta tirk were cezakirin û bê hesab nemîne."