Ruxmê hemu êrişan jî dev ji çandiniyê bernadin

Yek ji riyên pêkanîna debara xwe ya gelê li Şehbayê çandinî ye. Ji lewra dewleta Tirk a dagirker bi riya bombebaranên xwe gef li yekane riya debarê ya gelê Şehbayê dixwe.

FÎDAN ABDULLAH

Şehba – Êriş û bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî didome. Gelê Efrînê ya ku ji ber êrişên dagirkeriyê ya dewleta Tirk berê xwe dane Şehbayê bi rêya çandiniyê debara xwe dikin. Êriş û bombebarana li ser heremê gefek mezin li ser yekane riya debara gelê Şehbayê ava dike.

Gelê Efrînê ya ku ji ber dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve di sala 2018’an de berê xwe dan Şehbayê. Rûxmê şert û mercên giran ên jiyanê tevî gelê Şehbayê ji bo pêkanîna debara xwe dest bi çandiniyê kirin ku ev yek ji aliyên çandî ya gelê Efrînê ye. Lê li hemberî vê yekê dewleta Tirk bi bombebarana xwe ya rojane gef li ser riya debara wan ava dike û rojane gelê heremê rastî êriş û gefan tên.

Xaliya Bîrim a bi çandiniyê re debara xwe dike destnîşan kir ku rojane rastî êriş û bombebaranê tên û wiha got: “Rûxmê ku dagirkeriya Tirk her roj sîvîlan hedef digre em rojane bi 40-50 jinên karker ên çandiniyê tên gel hev û çandiniyê dikin. Lê li gel vê jî ger Êriş berdewam bikin dê bibe sedema komkujiyên mezintir. Beriya ku em ji Efrînê koç bikin me bi rêya çandiniyê debara xwe dikir. Dewleta Tirk hemu mal û milkê me, erdên me talan kir.”

Di bin êrişan de çandiniyê dikin

Şîraz Şêxo jî bi gotina “Rûxmê ku rojane bombebaran çêdibe em her roj diçin çandiniyê. Bombebarana ku beriya çend rojan pêk hat hişt ku gelek kes birîndar bibin û li ber çavên me gelek tişt qewimîn. Ger em çend gav li pêş bûna dê qetlîamek mezin pêk hatiba.” destnîşan dike ku ji derveyi çandiniyê tu riyek wan a debarê nîne.

Dijle Mihemed jî bal li ser armanca êrişên dewleta Tirk kişand û wiha pêl da axaftinên xwe: “Em rojane di nav eniyekê ku ji ber bombebarana dagirkeriya Tirk veguheriye qadekê ji agir kar dikin û em dizanin ku dagirkerî dixwaze bi riya bombebaranê me ji doza me, ji axa me û ji israra me ya azadiyê dûr bixe. Çi dibe bila bibe emê berxwedanê bidomînin. Gelek ciwanên ku niha çandiniyê dikin diviyabû niha perwerdeya xwe temam bikin, lê dagikeriya Tirk wan ji mafên wan bêpar kir.”

“Em bi pêşgiriyên pêwist kar dikin”

Letîfa Elî ya dayîka 8 zarokan e ku dû ji wan xwedî pêdiviyên taybet in û hevjîna wê nikare nikare kar bike wiha got: “Piştî ku em neçar man dev ji warên xwe berdin zehmetiyên jiyanî rû dan û niha jî karkirina li qadên çandiniyê hîn zehmettir dibe. Yekane riya me ya debarê ev e, lê heman demê ji ber bombebarana dewleta Tirk a didome gefek mezin li ser jiyana me heye. Di demekê ku rojane bombebaran pêk tê û dengê balafirên şer lê bilind dibe ji bo em bikaribin bijîn em neçar in ku kar bikin. Em pêşgiriyên pêwist digrin û li gor derfetên şer karê xwe yê çandiniyê jî dikin.”

Hêjayî bibîr xistinê ye ku ji ber êrişên dewleta Tirk a di meha Tirmehê de pêk hat Fehîme Reşo ya 17 salî ku piştî birîndarbûnê jiyana xwe jidest da jî di nav de 6 jinên ku çandiniyê dikirin birîndar bûbûn.