Rola saziyên jinan a li Misrê Jorîn bi sînor e

Rêxistinên jinan bi hemû leza xwe kar dikin da ku bi kêşeyên jinan ên li Qahîreyê re mijûl bibin lê mezinbûna hebûna wan li Misra Jorînîn hewce bû ku guhdariya hin çalakvanan li wir bikin da ku bêtir fêrî kêmasiyên xebatên sivîl bibin.

ASMAA FATHÎ

Qahîre - Di vê heyama dawî de, MisrA Jorînîn şahidê gelek mutasyon û guhertinan bû ku bi erênî bandor li niştecihên wê kir ji ber rêjeya bilind a perwerdeyê û dewlemendiya çandî di hundİrê herêmî de. Mesele li wir bi sînor nema komek têgîn hene ku bi tevahî di berjewendiyên jinan de dest bi guhertinê kirin.

Ajansa me ji bo nasîna rola rêxistinên jinan bi parêzerên jin ên di warê pirsgirêkên jinan de çalak in re hevdîtinek pêk anî.

Hişmendî guheriye û guhertinên di heyama dawî de berbiçav e

Parêzera Desteya Bilind û Dewletê Zeyneb Dunqul diyar kir ku saziyên jinan ên pispor li Misra Jêrîn ji Misra Jorîn zêdetir belav bûne, tevî ku hewcedariya wan bi mekanîzmayên çalakiyên sivîl ên cihêreng heye da ku şert û mercên jinan li wir bi pêş bixin û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Saziyên ku li derveyî Misra Jorînîn bi cih bûne û bi giranî li Qahîreyê çalak in, atolye û kursên perwerdeyê dem bi dem li dar dixin û ew bi gelemperî bi bûyerên giştî yan kampanyayên hişyariyê ve girêdayî ne. Di nav de mijara tundiya li ser jinan û motîvekirina jinan heye da ku derkevin ser kar û beşdarî jiyana gel bibin. Hişmendî guheriye û guhertina di heyama dawî de berbiçav e, ji ber ku rewşa jinan li gorî berê gelek hatiye guhertin.”

“Hin malbat ji serkeftina hin jinan bi bandor bûne”

Zeyneb Dunqul da zanîn ku gelek raman hene bi awayekî radîkal hatine guhertin, nemaze di warê perwerdeya keçan de û wiha pê de çû: “Piraniya dê û bavan ji serkeftina hin jinan bi bandor bûne ji ber vê yekê xwestin keçên wan perwerdeyê bibînin û riya wan jinan bişopînin. Berê hemû malbatan dixwest ku kur ji wan re çêbibin lê niha ev yek jî hatiye guhertin ji ber ku gelek dê û bav êdî dizanin ku ew dikarin keçikek mezin bikin ku bikaribe berpirsiyariyê bigre ser milên xwe wekî mêran û tu ferq di navbera keç û kuran de nîn e.”

Parêzer Zeyneb Dunqul piştrast kir ku aktorên herî girîng ên li ser erdê li parêzgeha Qena li Misra Jorîn, Encûmena Niştimanî ya Jinan e û wiha got: “Saziyên din ên sivîl ku piraniya wan giştî ne, xizmetê ji herdu zayendan re pêşkêş dikin lê di nava wan de komîteyên taybet ên jinan hene.”

Zeyneb Dungul destnîşan kir ku yek ji mijarên herî girîng ên ku li Misra Jorîn li ser tê xebitandin, Qanûna Rewşa Kesane û çareserkirina êşên jinan e û wiha bi dawî kir: “Xebat li ser belgekirina zewacê û bidawîkirina zewacên di temenê biçûk de tê kirin. Zehmet e ku sinetkirina jinan bi dawî bibe ji ber ku jin bi xwe herî zêde dixwazin keçên xwe sinet bikin, ji bo bidawîkirina sinetkirina jinan pêwîstî bi xebateke bi xîret ji hemû saziyên femînîst û sivîl û Encûmena Niştimanî heye.”

“Rola herî girîng di xebata li Misra Jorîn de Encûmena Niştimanî ye”

Parêzerêa dilxwaz li Encûmena Niştimanî ya Jinan Zeyneb Ebas eşkere kir ku rola herî girîng di xebata li Misra Jorînîn de Encûmena Niştimanî ye û wiha pêl da axaftina xwe: “Encumena Niştimanî roleke rasteqîn e di mijarên dijwar û xwecihî de û di krîzên cihê yên ku bi serê jinan de diqewimin de rol dilîze û piştgiriya qanûnî dide jinan. Min nebihîstiye ku li Qanayê saziyên pispor ên pirsgirêkên jinan hebin. Lê yek ji berjewendiyên rêxistinên sivîl ên heyî xebatên li ser pirsgirêkên jinan e.”