‘Rojnamevanên jin ji ber siyasetê heyî li dijî gefan bêdeng dimînin’

Rojnamevanên jin ên başûrê Kurdistanê diyar kirin ku ji ber rojnamevanên azad ji aliyên partiyên siyasî ve ku ne girêdayî wan in tên tirsandin, li dijî tundî, gef û zextên ku li wan tên kirin bêdeng dimînin û gilî nakin.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Li başûrê Kurdistanê binpêkirina mafên rojnamevanan bi taybetî rojnamevanên jin zêde bûye. Rewş ji bo rojnamevanên jin cuda ye. Rojnamegerên rastî tundî û zextan tên, di gelek bûyeran de gilî nakin. Sedem jî ew e ku siyaseta partiyan astengî û rêgirî li hemberî tevahî rojnamevanan, bi taybetî rojnamevanên jin derdixe.

‘Niha jî astengî û rêgirî li hemberî rojnamevanên jin tê kirin’

Rojnamevan Şewnim Mihemed der barê rewşa rojnamevanan û tundiya ku li hember wan tê kirin de wiha got: “Li gorî salên berê tundiya li hemberî rojnamevanên jin kêmtir bûye, sedema wê jî ji ber hêza jinan û rûbirûbûna wan a li hemberî tundiyê ye, zext û tundî dimîne û heye. Lê belê girîng e jin niha li hemberî tundiyê rawestin. Niha jî astengî û rêgirî li karê rojnamevanên azad bi taybetî ji bo jinên rojnamevan tê kirin. Divê civak hişyar be, dema ku rojnamevanek bi taybetî yên jin mijarek der barê desthilatdariyê de digre dest divê civak alîkarî bide.”

‘Siyaseta partiyan rojnamevan tirsandiye’

Şewnim Mihemed da zanîn ku ew aliyên piştgiriya rojnamevanan dikin divê derfet ji bo rojnamevanên azad ava bikin û got: “Tundî heye û rojane li hemberî rojnamevanan bi taybetî yên jin tê kirin. Lê belê nayê tomarkirin ji ber ku rojnamevan hatine tirsandin û nikarin bûyeran tomar bikin. Ji ber gotinên civakê û tirsa ku nikarin li cihekî din kar bikin bêdeng dimînin. Siyaseta partiyên cuda astengiyê ji bo rojnamevanan çêdike. Ger rojnamevan ne girêdayî partiyek bin li herêmên ku siyaseta wê partiyê heye rêgirî ji rojnamevanan re kirin. Ji ber wê niha rojnamevan ne bi awayekî azad, bi hestiyarî kar dikin.”

‘Dezgehên ragihandinê heta niha jî hêza rojnamevanên jin nedîtine’

Mamosteya peymangeha Teknîkê ya Kurdistanê û endama Navenda Metro Hejan Xalid der barê  tomarkirina tundiya li ser jinan de destnîşan kir ku Navenda Metro karê hevkarîkirina kesên ku di qada ragihandinê de kar dikin dike û bê cudahiya navçe û zayendan dixebite. Hejan Xalid wiha got: “Di her bûyerê de rojnamevan dikarin serdana navendê bikin, an jî pêwendî çêbikin, bûyer ji bo jinan zêdetir e, ji ber ku ger mêr carek rastî tundiyê bên ji bo jinan ev dibe du qat. Niha rewşa jinên rojnamevan ne di asteke baş de ye. Ji derveyî vê jî dezgehên ragihandinê heta niha ji hêza jinan tênegihîştine ji ber vê jinan erkên bilind negirtine.”

Hejan Xalid di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji bo kêmkirina tundiyê divê dezgehên medyayê siyaseta wekheviya zayendî pêk bînin û zagonek ku tê de mafên rojnamevanan neyê binpêkirin derbixin. Ji derveyî vê jî rojnamevanên jin û bi giştî rojnamevan der barê maf û erkên xwe de şiyar bin. Her wiha divê rêxistinên civaka sivîl di tomarkirina dozan û pêkanîna zagonan de xwedî rol bin.”