Rojnamegerên jin gotin ku li dijî tundiyê hevgirtin pêwîst e

Rojnamegerên jin ên ku bûyerên tundiyê radigihînin, rastî êrîşan tên, destnîşan kirin ku ewlehiya canê wan tune ye û bal kişandin ser hevgirtinê.

ASMAA FATHI

Kahîre – Rojnamegerên jin, ji bilî bandor û zextên bûyerên tundiyê yên li ser van çêdibin, di dema erka xwe de rastî binpêkirinan tên. Rojnamegerên jin bal kişandin ser zehmetiya li hemû cîhanê li ser rojnamegeran û bal dikşînin ser girîngiya hevgirtin û avakirina komîteyên taybet.

'Ji aliyê derûnî ve di bandora vê de dimînin’

Nivîskar, rojnameger û perwerdekara çapemeniyê Fatima Khair da zanîn ku rojnamegerên ku nûçeyên der barê tundiyê de çêdikin ji vê rewşê bi neyînî bi bandor dibin. Fatima Khair, tundiya di şewba koronayê de zêde bû bi bîr xist, wiha got: “Rêzek nîşaneyên derûnî û norolojîkî tên jiyîn. Stresa zîhnî pir xeternak e. Di pêvajoyên dawî de rojnameger ji aliyê derûnî vê pir diwestin.”

Zehmetiyên ku rojnamegerên jin dikşînin

Fatima Khair bal kişand ku bi salan e li ser pirsgirêkên jinan dixebite û i ser bandorên neyînî yên derûnî li ser wê hiştine, wiha axivî: "Di karê rojnamgeriyê de ji ber hevsengiya derûnî, êş û xemsariya rojnamegerên di mijarên pir taybet de dixebitin, wan bi bandorên derûnî û esabî re tenê dihêle. Fatima Khair wiha got: “Divê êdî em bikevin ferqa pirsgirêkên derûnî yên rojnamgerên jin dijîn. Divê ji wan re piştgiriya derûnî bê dayîn.”

'Hûrgiliyên bûyerê mirovan bêxew dihêle'

Rojnameger Faten Sobhî bal kişand ku rojnamegerên jin timî li qadan in û wiha axivî: “Bûyerên tundiyê yên pêvajoyên dawî tên jiyin bandorê li min kir. Dema ez li hûrgiliyên sûcê hat kirin fikirîm ez tengaz dibûm. Ez bêxew mam. Ev hestên min bandorê li derdora min jî kir.” Faten Sobhî bal kişand ser qetilkirina hêvpîşeya xwe Shaima Jamal a ji aliyê hevjînê xwe Dadger Ayman Hajjaj ve û wiha got: “Ev bûyerên nêzbûna tundî û metirsiyê eşkere kir. Ji dema qeydkirina dîmen de, rastî heman şîdetê hatim.”

Rojnamegerên jin di ferqê de ne

Rojnameger Madeline Nader diyar kir ku tundî wek civakî bandorê li her kesê dike û wiha got: "Rojnamegerên jin di ferqa hûrguliyan de ne. Rêjeya întiharê zêde bûye. Gelek kesên ku di warê rojnamegeriyê de dixebitin, dîtin ku ev rewş ne dûrî wan e û li ser jiyana xwe ya şexsî û civakî di bin bandora zextên piralî de ne. Tirs û fikar êdî bûye hevalê me. Ez bi gelemperî hewl didim ji temaşekirina vîdyoyên tundiyê birevim.”