Bi destên xwe riya xwe ya jiyanê avakirin
Li herêma herî dûr a Efganistanê, dema ku daxwazên gundiyan bê bersiv man, bi dehan jinan mil da milê mêran, karên malê li pey xwe hiştin û ji bo debara xwe û gihîştina navendên tenduristiyê beşek ji riya herêmê ya bingehîn ji nû ve ava kirin.
BAHARAN LEHÎB
Daikundî – Li Efganistanê riyên dijwar û nederbasdar pir dijwar in. Tevî zivistanên dijwar û berfa zêde jî gelek gundên welat ji bo xizmetên civakî û pêdiviyên bingehîn pêkbînin di gihîştina bajar û navendên navçeyan de zehmetiyan dikşînin.
Rewşa xirab a riyan, encamên xirab li ser gelê Efganistanê çêdike. Ji dûrketina gundan a ji bajaran û zêdebûna rêjeya mirina dayîk û zarokan, ji gelek qezayên trafîkê bigre heta ketina wesayîdan a nava newalên kûr ên li ser van riyan bi xwe re aniye. Carna ev qeza wisa mezin in ku dîtina cenazeyên kuştiyan jî ne mumkin e. Her wiha divê were zanîn ku destpêkirina şeran, êrîşên hêzên mezin û avakirina dewletên pêlîstok, Efganistanê ji riya pêşketinê dûr xistiye û gelê wê ji pêdiviyên herî bingehîn ên jiyanê bêpar kiriye.
Ji sedî 20-25’ê axa Efganistanê deşt e
Heta li paytexta Efganistanê Kabulê û hin parêzgehên din jî riyên rast an standard nîn in. Xelk neçar in ji bo pêkanîna pêdiviyên xwe yên bingehîn riyên dijwar û xeternak derbas bikin. Tê gotin ku tenê ji sedî 20-25’ê axa Efganistanê deşt e; ji ber vê, piraniya riyên di navbera parêzgeh û navçeyan de di nava çiyayên bilind re derbas dibin, ev jî jiyana mirovan zortir dike.
Tevî van pirsgirêkan, xelkê Efganistanê yê xwedî hişmendî her dem bi rêbazên sembolîk dengê xwe bi protestoyê bilind kiriye. Mînak, li navenda bajarê Bamyanê bi salan e riyên asfaltkirî yan jî yên guncaw nîn in. Xelk bi berdewamî ji hikûmeta ku 20 sal in li ser desthilatdariyê ye, dixwaze ku riyên bajêr asfalt bike lê tu bersiv negirtiye. Di dawiyê de, jin û mêrên Bamyanê weke çalakiyek protestoyê yek ji riyên sereke yên bajêr bi xirbe û giyayan nixumandin. Dema ku ev çalakî jî bê bersiv ma, wan li yek ji xaçeriyên bajêr ‘kemberek’ protestoyê danîn; ev kember çend meh berê ji hêla Talîbanê ve hat rakirin. Van çalakiyên sembolîk bala medyayê zêde kişandin û bûn sedema xwepêşandanên din. Hikûmeta wê demê neçar ma bersiva vê daxwaza gel bide û riyên bajarê Bamyanê asfalt bike.
Riyên ku jiyanê dixin xeterê
Çend meh berê, li herêmeke Parêzgeha Daikundî, komek welatiyan ku jin jî di navbera wan de bûn, di çalakiyeke protestoyî de beşek ji rê ji nû ve ava kirin. Her çendî ev rê hê jî riyek axê ye jî nêzî du hefte berê kamyona yekem a ku madeyên xam hildigirt ji wir derbas bû. Piştî gelek hewldanan, em dikaribûn hevpeyvînek bi deng û dîmen bi du jinên ku di vê çalakiyê de roleke çalak lîstin re bikin. Lê beriya wê, pêwîst e ku em Parêzgeha Daikundi û cihê vê projeyê baştir nas bikin.
Rê nêzî 20 kîlometreyan dirêj e
Navçeya Şehran yek ji navçeyên parêzgeha Daikundî ye. Ev rê du gundan, Çeçan û Şahkor, bi hev ve girê dide. Nêzî 30 sal berê ji hêla parêzgarê wê demê yê herêmê ve hatiye çêkirin lê bi demê re xirab bûye. Nexşeya rê ya destpêkê ne guncaw bû, riya wê di navbera çiya û deverên dûr re derbas dibû. Rê nêzî 20 kîlometreyan dirêj e. Par nêzî 9 kîlometreyan hat nûkirin û beşa mayî îsal hat temamkirin.
Daikundî di sala 2004’an de weke parêzgehek serbixwe hat ragihandin. Beriya wê, piraniya navçeyên wê beşek ji parêzgeha Uruzgan bûn. Piraniya nifûsa parêzgehê Hazara ne. Mîna gelek herêmên Efganistanê, Daikundî di nava rêzeçiyayan de cih digre. Parêzgeh di nav de serşok, çînko, tungsten, qalayî, cîva, lîtyûm, tantal, niyobyûm, turmalîn, gîps, sifir, galena, mermer, granît, gêç û kevirê kilsinî hene, xwedî çavkaniyên dewlemend ên madenî ye.
Daikundî yek ji parêzgehên herî dûr ê Efganistanê ye. Mirov carna heta du rojan diçin Kabulê, di riyên dijwar û ne asfaltkirî de diçin. Li piraniya navçe û gundan hê jî navendên tenduristiyê tunene. Lê xelkê vê parêzgehê her dem hewl dide xwedî agahî û zanîn be ji ber vê rêjeya xwendinê ya hemwelatiyên wê pir zêde ye. Her wiha hêjayî gotinê ye ku weke li Bamyanê di 20 salên dawî de jin li vê parêzgehê jî weke parêzgar bûn. Lê belê asta ku hebûna wan di pêşveçûna Daikundî de bûye mijarek kûr û cuda ye ku di vê raporê de nayê destnîşankirin.
Xelkê Daikundiyê bi piranî bi xwedîkirina ajalan, çandinî û baxçevaniyê re mijûl dibin. Li gorî şahidan ger ev rê di rewşeke baş de were parastin, rêwîtiya ji Daikundiyê ber bi Kabulê ve dê kurttir be. Ev parêzgeh jî yek ji wan herêman e ku di zivistanê de zêde berf lê dibare.
Jinên ku zend û bendên xwe badan
Dema ku mirovan biryar dan vê riyê ji nû ve ava bikin, wan bi tesîs û amûrên herî bingehîn ên berdest dest bi xebatê kirin. Di vê navberê de, jinan, weke her carê, roleke pêşeng girtin ser xwe. Ji bo bêhtir em agahdarî bigrin, em bi du jinên ku bi awayekî çalak di vê projeyê de cih girtin re axivîn.
Ji jinên gundê Çeçen Şakîla Ehmedî ku di çêkirina vê riyê de roleke baş lîstiye wiha got: “Motîvasyona min ji bo beşdarbûna di çêkirina rê de weke gerê bû. Min plan dikir biçim Kabul û Gazniyê. Ji ber vê yekê ez beşdar bûm, ji ber ku ew Daikundî bi mesafeyek kurt bi Gazniyê ve girê dide. Hemû jinên gundê me di karê çêkirina rê de xebitîn. Ji bilî karên malê yên wekî lênêrîna zarokan, çêkirina xwarinê û çêkirina nan, me di çêkirina rê de jî roleke çalak lîst. Me heta saet heştê sibehê hemû karên malê dikir, paşê em diçûn me rê çêdikir. Çar zarokên min hene. Nêzî 40 jin bi me re dixebitîn.”
‘Divê her kes hewl bide’
Şakîla Ehmedî di dawiyê de, ev peyam da jinên li deverên dûr ên Efganistanê: “Di navbera mêr û jinan de tu ferq tune ye. Divê her kes hewl bide bigihîje armancên xwe da ku tiştan hêsantir bike.”
Yek ji jinên din ku di çêkirina vê rê de xebitiye, Fatemeh Mihemedî wiha got: “Sedema ku rê nêzî parêzgehên wekî Bamyan, Gaznî û Kabulê ye ew bû ku dema em nexweş diketin, neçar diman bi saetan rêwîtiyê bikin. Niha mesafeya wê kurttir bûye, ji ber vê yekê ez beşdarî vê xebatê bûm. Nêzî 40-50 jin em beşdarî xebatên çêkirina rê bûn. Ji bilî karên malê, em ji bo hêsankirina jiyanê jî xebitin.”
Fatemeh Mihemedî ev peyam da jinên Efganistanê: “Divê jinên li her herêmê mîna me hewl bidin û ji bo hêsankirina jiyana xwe bixebitin divê ew mil bi mil bi mêran re bixebitin.”