Rîma Merşo: Cejna Ekîto bi hevgirtina gelan xweş û geş dibe

Endama Rêveberiya Meclisa Yekitiya jinên Suryan Rîma Merşo 1’ê Nîsanê Cejna Ekîto sersala nû ya Suryan, Aşûrî û keldanî yan li tevhî gelê herêmê pîroz kir.

RONÎDA HACÎ

Hesekê- Cejna Ekîto her sal di 1’ê Nîsanê de ji hêla gelê Aşurî, Suryanî û Keldanî ve weke sersal tê pîrozkirin. Ev cejn ji hêla gelên Beyn Nahren ve 6770 sal zêdetir e tê pîrozkirin. Di dîrokê de Cejna Ekîto ya herî kevin e. Ekîto tê wateya jiyana nû, ji serdema Sumer û Babiliyan ve dest pê kirye heta gihîştiye serdema Aşûriyan. Gelên Aşûr, Suryan û Kildan li gel ku ewqas hatine qetilkirin jî nirxên xwe yên dîrokî heta îroj parastine. Endama Rêveberiya Meclisa Yekitiya Jinên Suryan Rîma Merşo axivî.

Rîma Merşo Cejna Ekîto li tevahî gelên herêmê pîroz kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev cejin nîşana nûjiyanê ye. Mirov dikare bêje ku wateya wê roja nû ya biharê ye. 1’ê Nîsanê cejna Ekîto ya sersala Suryan, Aşûrî û keldaniyan e ku her sal biharê de tê pîrozkirin. Ev cejnên biharê ji 21’ê Adarê heta 1’ê Nîsanê wekî rê û resmên mîtolojîk li herêma Mezopotamyayê dihatin pîrozkirin. Em dikarin bibêjin ku ji 21’ê Adarê Cejna Newrozê heta 1’ê Nîsanê Cejna Ekîto rojên pîroz û berxwedana gelên herêmê ne.” 

“Hebûna hemû pêkhateyan di cejna Ekîto de mîraseke dîrokî ye”

Rîma Merşo diyar kir ku Cejna Ekîto bi tevlibûna hemû pêkhateyên herêmê xweş û geş dibe û wiha anî ziman: “Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pirrengiya çandî û olî dewlemed e ku mîraseke dîrokî ya girîng di hevkarî û jiyana hevbeş de ye. Ekîto cejneke dîrokî ya gelê Suryan e û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pê serbilind in. Tiştê herî balkêş weke ku her sal em dibînin Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr, Keldan bi hev re cejnê pîroz dikin. Em jî bi coş û heyecan tevli Newrozê bûn. Ev nîşaneya jiyana hevpar e. Bi vî ruhî dê pêkhateyên herêmê li dijî plan û dagirkeriyê asta têkoşîna xwe bilind bikin.”

Rîma Merşo bal kişand ser fedakarî û berxwedana şehîdan û diyar kir ku bi saya wan bi serfirazî cejna Ekîto tê pîorzkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo avakirina jiyana bi rûmet, azad û wekhev hemû pêkhateyan bi yekitî parastina xaka xwe kirin. Xwîna Kurd, Ereb û Suryanan bû yek. Em bejna xwe li hemberî şehîdan ditewînin. Ji bo em bi azadî bijîn û Cejna Ekîto pîroz bikin ew têkoşiyan. Di roja Ekîto de em hemû bibin yek û Sûriyeya demokratîk û pirreng ava bikin. Çiqas êrîş li ser me hebin jî dê yekitî û hevgirtina me êrîşan têk bibe. Îro hebûna her pêkhateyê, di pîrozkirina Newroz û Ekîtoyê de bersiva hêzên desthilatdar e."