Rîma Îsa: Wekheviya herdu zayendan di hevpeymanê de gaveke pîroz e

Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Hesekê Rîma Îsa teqez kir ku esasgirtina wekheviya jin û mêr di reşnivîsa Hevpeymana Civakî de gaveke serkeftî ye ku civakek azad û wekhev were avakirin û mafê her ferdî di civakê de were parastin.

RONÎDA HACÎ

Hesekê - Di hundirê Sûriyeyê de gelek pêkhate dijîn lê sîstema Netewe Dewletê rê nedaye ku pêkhate xwe bi nasnameya xwe bidin naskirin. 10 sal in gelên Sûriyeyê ji bo jiyana bi rûmet, ji bo welatekî demokratîk û ji bo guhertina sîstema Netewe Dewletê bi hezaran qurbanî dan. Gelan sîstema Neteweya Demokratîk esas girtin û di riya wê de gelek deskeftî hatin bidestxistin. Ji bo parastina destkeftiyan û xwedîderketina li siberojê Rêvberiya Xweser reşnivîsa hevpeymana civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  bi amadebûna nûnerên her pêkhateyê nivîsand. Niha civînên hevpeymana civakî derbasî qonaxa xwe ya çaremîn dibin û civînan bi gel re li dar dixin. Têkildarî vê mijarê Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Hesekê Rîma Îsa axivî.

“Çareserî Hevpeymana Civakî ye ku nirxên nasnameyan hemûyan diparêze”

Rîma Îsa da zanîn ku di dîrokê de cara yekem gel bi vîna xwe nîqaş dikin û xwedî li siberoja xwe derdikevin û wiha anî ziman: “Cara yekemîn e ku gel bi vîna xwe nîqaş dikin û paşeroja xwe diyar dikin. Ev yek ji bo tevahî pêkhateyên Sûriyeyê destkeftiyek e dîrokî ye. Her kesê ku xwe welatparêz û demokrat dibîne divê li dora vê hevpeymanê bicive û ji bo wê têbikoşe. Divê Sûriye tevahî bizane ku destûra dewleta qewmî ji bilî şer, înkar û paşverûtiyê tiştekî ji me re nayne. Çareserî hevpeymana civakî ye ku nirxên nasnameyan hemûyan li ber çavan digre. Şoreşa me ji bo xwedîderketina li nirx û mafên hemû kesan di civakê de ye. Em ê bi riya Hevpeymana Civakî vê gavê misoger bikin. Rêvberiya Xweser Civakê bingeh digre lewma bi nerînên civakê ev reşnivîs hatiye çêkirin ji ber sîstema ku civakê esas negire û mafê wê neparêze her çiqas temenê wê dirêj be wê bi dawî bibe. Lê bi esasgirtina civakê û xwedîderketina li mafê her ferdê/a tê de ew bi xwe serkeftinê tîne.”

“Bi nivîsandina hevpeymanê ya bi nêrîna jinan dê civakek saxlem were avakirin”

Rîma Îsa bal kişand ser wekheviya herdu cinsan di reşnivîsa Hevpeymana Civakî de û wiha got: “Cara yekemîn e ku jin di vê astê de beşdarî avabûnê dibin û azadiya xwe bi dest dixin. Di Hevpeymana Civakî de ji sedî 50 jin beşdarî sazkirina hevpeymana civakî bûne û ev jî gaveke dîrokî ye, ev gav nîşan dide ku armanca vê hevpeymanê avakirina civakek saxlem û wekhev e dûrî koletî û zordariyê ye. Ji ber ku civaka ku jin tê de kole bin ew civak dê nexweş be û her dem rastî pirsgirêkan were lewma wekheviya herdu zayendan di civakê de gaveke pîroz e. Hebûna jinan bi vî rengî di hevpeymanê de hebûna edalet û xwedîderketina li mafên her kesê ye. Nivîsandina reşnivîsa hevpeymanê bi nêrîna jinan dê civakek wekhev xwedî nasname û exlaq were bipêşxistin.”

“Hebûna hêzên biyanî li Sûriyeyê rê li ber şerekî nû vedike çareserî bi hêzên Sûriyeyê pêkan e”

Rîma Îsa diyar kir ku li dijî nirxên şoreşê û rêxistinbûyîna gelan di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de komployek navdewletî tê meşandin û wiha axaftina xwe domand: “Gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker pêk tîne bi hevkariya gelek dewletan pêk tê. Îro li dijî nirxên şoreş û rêxistinbûyîna gelan dewlet dibin yek da ku sîstema Neteweya Demokraîk a ku xeter ji bo berjewendiyên xwe dibînin ji holê rakin. Hevpeymana civakî dema biryara wê hat dayîn êrîşên dewleta Tirk li ber çavên cîhanê tevahî û bi bêdengiyek navneteweyî zêdetir bû. Ev tê wateya ku bi razîbûna her dewletê ev êrîş pêk tên. Lê her çiqas êrîş hebin wê vala bin ji ber ku her kes bi sîstema Neteweya Demokratîk dizane û daxwaza wê dike, dema demokrasî jî belav bibe dewlet bêwate dibe. Hevpeymana Civakî ji bo parastina mafên civaka ku bi hezaran salan ji aliyê sîstemên Netewe dewletê ve hatiye dûrxistin kar armanc dike.”

Rîma Îsa axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Şerê ku niha diqewime û hebûna hêzên biyanî dixwazin pêşiya şerekî nû vekin, ji ber ku çiqas temenê vî şerê dirêj be ew jê sûd digrin. Çareseriya krîza Sûriyeyê li wê derê bi xwe ye bi diyalogan pêkan e. Hevpeymana civakê çareseriya krîza Sûriyeyê ye. Ji ber ku mafê her kesê diparêze. Em bang li Hikûmeta Şamê dikin ku bi Rêvberiya Xwser re rûnên û vê sîstemê qebûl bike bi vî rengî dê rê li ber hemû êrîşan were girtin. Ger em vê aloziyê çareser nekin tu dewlet ji bo me çareserî naxwaze bêtir kûr dikin û tevliheviyan derdixin.”