Rewşa xizaniyê li Herêma Kurdistanê her ku diçe dijwartir dibe

Rewşa hemwelatiyên Başûrê Kurdistanê her ku diçe xirabtir dibe.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî - Xizanî û cûdahiya çînî li herêma Kurdistanê çêbûye, bi awayek giştî piraniya wan hejar in, hemwelatî bê kar û bê xizmetgûzarî ne. Rojane jiyana wan bi hêviya bi destxistina kar û başkirina rewşa herêmê derbaz dibe û niha jî beşek diyarkirî di asta herî jor de jiyan dike.

Xîzanî li herêma Kurdistanê roj bi roj zêde dibe û heta hatiye wê astê ku malbat neçar dimînin ku zarokên xwe rêdikin kar. Ne tenê zarok jin û mêrên bi temen jî li ser cadeyan tê dîtin û ji bo dahata jiyana xwe hewil didin. Ev rewşe jî ji ber encamên siyaseta hikumeta herêma Kurdistanê ku ev sê sal e li ser gel rêve dibe ye. Bi mebest xelkê biçî dike û rê dide dagirkeran êrîş bikin û sînoran derbaz bikin.

Xizanî di encama koçberbûn û hebûna rêveberinek xirab ya hikumetê serî hildaye, bê gûman her navçeya ku êrîş û dagirkerî lê hebe xizanî jî lê heye, her herêma ku destê derve, gendelî û rêknexistin aboriya welat, hejarî tê de heye. Di encam de hikumet xelkê hejar dike, piştre weke ku alîkarî dide hejaran nîşan dide.

‘Sedemê xizaniyê hikumet e’

Hemwelatiyek ya ji Başûrê Kurdistanê Benaz Xusrew der barê rewşa jiyana hemwelatiyan û ev xizaniya ku heye de diyar kir ku xelk di rewşek dijwar de jiyan dike, dahat jiyana wan nemaye, xizmetgozariyên weke elektirîk, xaz û neftê nîn e û wiha got: “Agahiya Hikumetê der barê jiyana hemwelatiyan de nîn e, ji ber ewqasî temaşeyî mala xwe û zarokên xwe dike, wê çawa bizane mal û zarokên xelkê di kijan rewşê de ne. Rewşa hemwelatiyan gelek xirab e, lê belê agahiya hikumetê jê nîn e. Yên ku muçexwar in ev her çend meh e mûçeyê mehekê digrin, her tim ji ber xilasbûna mûçeyan ditirsin. Her wiha çend kesên din hene ne mûçexwar in û dahata jiyana wan nîn e û nexweş in. Ji ber bê pareyî nikarin çareseriyê bigrin. Sedemê xizaniya xelkê hikumet e. Ev jî wisa kiriye ku ciwan berê xwe bidin welatên derve û bê hêvî bûne. Ji ber wê ger nikarin vî gelî rêve bibin bila dawî lê bînin. Ji ber Kurd xwedî hêz û îradeye lê belê hikumet li pêş asteng e. Ji ber wê divê hemû hemwelatî bi yek dengî daxwaza başbûna rewşa jiyanê bikin û edî bê mafiyê qebûl nekin.”

‘Dvê gel dakeve qadan’

Letîfe Mihemed Emîn der barê rewşa hemweltiyan de wiha got: “Rewşa hemwelatiyan her ku diçe xirabtir dibe. Ji ber derfetê kar ji bo jinan dabîn nakin û rewşa wan her diçe xirabtir dibe. Ez bi xwe dema ku temaşe dikim dizanin xelk çiqas hejar e, sedemê vê yekê jî hikumet e. Ji ber dahatê nabînin û nizanin bi ku ve diçin û ji bo kê tê bikar anîn. Daxwaza min ji hemwelatiyan bi yek deng dabikevin qadan û daxwaza mafê xwe bikin.”

‘Rêxweşkirina ji bo êrişên dewleta Tirk sedem e’

Peşêw Xidir der barê rewşa hemwelatî û ciwanan de destnîşan kir ku heta astekê xelk gelek hejar in, giranî û bê karî rewşa bi hevre jiyanê ya hemwelatiyan xistiye rewşek xirab de. Pêşew Xidir da zanîn ku rewşa xirab ya hemwelatiyan gihaye wê astê ku jin û mêrên bi temen yan jî zarok li ser cadeyan kar bikin, destnîşan kir ku sedemê sereke jî hikumet e û piştre jî hemwelatiyên ku ev rewş qebûl kiriye û wiha got: “Divê zarok bixînin, bingehkê ji bo pêşeroja xwe danin, lê belê hikumet ew zarok neçar kirine dawî li xwendinê bînin û kar bikin. Hikumeta herêmê divê bi awayekê gel rêve bibe ku zarok neçarî karkirinê nebin, bila neçar bikin û kar bikin û piştre binîn li ser televizyonê alîkariya wan bikin. Rê xweşkirina ji bo êrîşên dewleta dagirker ya Tirk sedemek din yê xizanî û koçberbûna hemwelatiyan e. Dagirker her tim êrîşî herêmê dike û ev jî dibe beşek yê giranî û xizaniyê.”

‘Hemwelatî bûne dû çînên cûda weke hejar û dewlemend’

Xûşî Osman der barê çînayetî di civaka Başûrê Kurdistanê de bi bîr xist ku xizanî û rêveberia hikumetê ya bê pialn civak kiriya dû çînên cûda û wiha got: “Rêjeya xizaniyê zêde ye û bi xwe hemwelatî hejar kirine. Hikumet bi vî awayî herêmê bi rêve dibe, dahata wê ji bo gel bi karayne û berûvajî hemû xizmetgûzarî rakirine. Dahata welat mafê gele, dema ku vê dahatê ji bo gel bikarbîne, xizanî namîne û xelk neçar nabe ku zarok û kesên bi temen rêkin li ser cadeyen ji bo peydakirina pariyek nan. Giranbûna nirxê dolar sedemek din yê xizaniya hemwelatiyane û dixe rewşek dijwar de. Ev nirx di encama siyaseta hikumetê de wisa lê tê, yan jî ew dagirkerî û êrîşên ku rû didin dibe sedemê koçberbûna hêjmarek zêde ya Kurdan û giranbûn û xizaniya hemwelatiyan.”