Rêwîtiya malbata Seher Ebdil Mecîd a ji Misrê ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve

Seher Ebdil Mecîd û keça xwe Îtab Mihemed Hesen ên ji Misrê ne zêdetirî 20 sal in derbasî Sûriyeyê bûne û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, rêwîtiya hatina xwe ya ji Sûriyeyê re vegotin û dan zanîn ku axa bi xwîna kurê wan hatiye avdan û hêza ku rûmet, zarok û nasnameya wan parastiye wê dest jê bernedin.

SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Malbata Seher Ebdil Mecîd jî ji paytexta Komara Ereb Misrê Qahîreyê ye û bajarê herî mezin û herî girîng e. Ji hêla nifûsê ve ji Efrîqayê di rêza duyemîn de û li cîhanê di rêza heftemîn de ye. Bajarê Qahîreyê yek ji bajarên herî cihêreng ên çandî ye, ji ber ku di nav salan de şahidî ji gelek serdemên dîrokî yên cihêreng re kiriye û bûye muzexaneyek vekirî. Malbata Seher Ebdil Mecîd ji ber hezkirina xwe ya ji Sûriyeyê re, di salên 1990'î de ji Qahîreya Misrê berê xwe didin Sûriyeyê û li bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, nêzî 10 salan e jî li Til Temirê bi cih bûne. Til Temira ku bi mozayîka xwe ya gelan tê nasîn, bûye meqseda hemû neteweyên ji derveyî Sûriyeyê. Til Temir rojhilata navîn a herî biçûk e, çimkî gelek netew û olan di nava xwe de vedihewîne. Kurd, Ereb, Aşûr û Suryan, Ermen. Ji bo ku em bêtir rêwîtiya malbata Seher, têkiliyên wan bi neteweyên din re, êş û azarên ku ji ber rejîma Sûriyeyê kişandine bizanibin me serdana malbata wan kir û ji me re axivîn. 
Ji Misrê ber bi Sûriyê ve
Seher wiha behsa sedema hatina xwe ji Sûriyeyê re kir: "Nêzî 20 sal in em derbasî Sûriyeyê bûne û li vir dijîn, em destpêkê li Hesekê bi cih bûn paşê derbasî Til Temirê bûn. Me tu zehmetî nekişand bi derbasbûna me ji Sûriyeyê re, ji ber ku me rêz ji hemû netew û olan re digirt û ew jî heman tişt nîşanî me didan dema ku dizanibûn em ji Misrê hatine. Ji ber hezkirina me ji Sûriyeyê re me berê xwe da vir her wiha niha du nasnameyên me jî hene yek ya Misrê ye û ya din jî ya Sûriyeyê. Em niha hemwelatiyên Misir û Sûriyeyê ne. Ez Sûriyeyê wekî welatê xwe dibînim lê hevjînê min ne wisa ye, ew Misirê wekî welatê xwe dibîne ji ber ku Misir dayika cîhanê ye û li wir mezin bûye. Min li vir zarokên xwe dan xwendin. Zimanê me yê Misrî hinekî zehmet e û min ji zimanê Erebî bêtir hez kir. Hevjînê min di xwendin û nivîsandina bi zimanê Misrî de gelekî zîrek e. Ez dikarim bi zimanê Misrî biaxivim lê zehmet e."
Seher Ebdil Mecîd behsa xwedîkirin û mezinkirina zarokên xwe kir û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Min jî dixwest zarokên min mezin bibin û xwendina xwe bidomînin lê fersend çênebû. Piştî destpêkirina aloziya Sûriyeyê rewşa me serûbinê hev bû. Ji ber ku em ji Misrê bûn û nasnameya Misrî bi mere bû, em rastî astengiyan ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hatin. Du kurên min hatin girtin û heya niha em nizanin çarenûsa wan çi ye. Merwan Hesen ê 16 û Salih Hesen ê 15 salî hatin girtin. Merwan ji ber ku nasnameya Misrî pê re dîtin û bi bihaneya koçberekî DAIŞ'ê yê Misrî ye ew girtin. Her wiha Salih jî ji ber ku rozeta Rêber Abdullah Ocalan, bi kincên xwe ve kiribû û di navbera wî û rejîmê de gengeşe derket û wî parastina Rêber Ocalan kir hat girtin. Merwan 9 û Salih jî 8 sal in em çarenûsa wan nizanin, gelo dijîn an hatine qetilkirin."
“Li girtîgehên Îstîxbarata Sûriyeyê îşkence li girtiyan tê kirin”
Seher Ebdil Mecîd di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser hewldana dîtina girtîgeha ku kurên wê lê dimînin û ev agahî bi me re parve kir: "Me pir hewl da em bizanibin kurê min di kîjan girtîgehê de ne û agahiyek ji wan bigrim lê mixabin hemû hewldanên min vala derketin. Min 75 hezarê Sûriyeyê da leşkerekî rejîmê. Wî bilûzê Salih anî û min 25 hezar da heya ku ji min re kumê wî anîn, teqez kir ku salih li cem wan e. Bilûzê wî jî hemû çiriyayî bû û tev bi xwîn bû, diyar bû ku çiqas lêdan û îşkence lê kirine. Min têkilî bi leşkerekî di Îstîxbarata Hewayî ya rjîma Sûriyeyê danî û 500 hezar da wî da ku kurê min ji girtîgehê derbixe lê çênebû, pere birin û kurê min di cihê xwe de ma. Beriya du salan dema ku hinek girtî ji girtîgehê derketin, min pirsa kurê xwe kir, gotin Merwan li Girgîteha Seyîdnaya ya Şamê ya di 'Xeta sor' de ye, xeta sor jî ji kesên ku wan darve dikin re tê binavkirin. Salih jî di Şaxê Filistînê de ye ku bi navê Şaxa 235 jî tê naskirin. Yek ji girtîgehên îstîxbarata Sûriyeyê ye û bi girtîgeha herî xeter, ji ber îşkenceya herî hovane û bi binpêkirinên li ser girtiyan, tê nasîn."
Seher Ebdil Mecîd da xuyakirin ku kurekî wê jî di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest daye û wiha pêl da gotinên xwe: "Bi destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re û ji hezkirina wî ji axê û parastina gel û welatê xwe re, kurê min ê mezin bi navê Şahîn tevli YPG'ê bû. Beriya ku şoreş dest pê bike, dixwest biçe Misrê û li wir jiyana xwe bidomîne lê piştî ku şoreşê dest pê kir û dît ciwanên Kurd pêşengiya wê dikin ew jî tevli bûn û di gelek operasyonên li dijî DAIŞ'ê de şer kir. Xwest ku çarenûsa wî wekî ciwanên gelê wî be, di oxira parastina axa xwe de xwe bike qurban. Şahîn di 11'ê Çileya 2019'an de li Dêra Zorê di Operasyona Têkbirina Terorê de de şehîd dikeve. Piştî ku Şahîn jiyana xwe ji dest dide, min kurê xwe yê ku tenê mabû jî tevli hêzên QSD'ê kir. Hevjînê min jî di HPC'ê de cih digre û her du keçên min jî di nav hêz û saziyên Rêveberiya Xweser de cih girtin û dixebitin. Min hewl da ez xort û keçên xwîşk û birayên xwe jî tevli bikim. Ji ber ku tevgera azadiyê tevgereke ku hemû netew di nav de cih digrin û rûmeta me parastine."
“Welatê ku bi xwîna kurê min hatiye avdan û ji me re bûye strageh terk nakim”
Seher Ebdil Mecîd bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Piştî ku êrîşên li ser Til Temirê dest pê kirin, malbatên me yên li Misrê xwestin em vegerin lê me qebûl nekir. Ji ber ku welatê xwîna kurê min lê rijiyaye û axa wê av daye ez wê terk nakim. Bajarê ku ji min û keçên min re bû strageh û me parast em dest jê bernadin. Pir ji min re hat gotin ku çawa tu kurê xwe yê ku tenê maye tevli QSD'ê dikî, min ji wan re got ku wê çarenûsa wî wekî birayê wî be. Şehadeta ku bû para Şahîn wê para wî jî be, xeta wan yek e, rast e Şahîn şehîd bû lê bi dehan Şahîn îro çêbûn. Ez çûm û li ber serê kurê xwe yê şehîd rûniştim û min jê re got; rabe, binêre birayê te kincên te yên leşkerî li xwe kirine û navê te hilgirtiye. Min lawê kurê xwe yê şehîd jî bir ber serê wî û min jê re got; vaye kurê te jî kincên te li xwe kirine, bila giyanê te rihet be.`
“Rewşa jinên Misrî ji jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pir cuda nîn e”
Îtab Hesen keça Seher Ebdil Mecîd nêrîna xwe ya der barê tecrubeya Rêveberiya Xweser de û pêşengiya jinan jê re kiriye de wiha bi lêv kir: "Tecrûbeya Rêveberiya Xweser tecrûbeyeke balkêş û serkeftî ye û ji desthilatdariya rejîma Sûriyeyê baştir e, ji ber ku bi rastî ji derdên civakê re dibe derman. Jinên Misrî wekî karekterên jin, kole ne û ji kevneşopiyên civakî bi bandor bûne lê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro bi têkoşîna xwe ya li hemberî hişmendiya mêr bûne nimûne ji hemû welatan re û di serî de jî ji welatên Ereban re."
“Di dîmenên binpêkirinên li ser girtiyên di girtîgehên Seyd Naya û Şaxê Filistînê de derketin de ne wêne û ne jî navê birayên min hebûn. Gelo ew niha li ku derê ne?”  
Îtab Hesen der barê girtina her du birayên xwe de jî ev tişt anî ziman: "Bi riya dîmenên li ser YouTube dihatin parvekirin, yên ji girtîgehên rejîma Sûriyeyê (Seyîd Naya-Şaxê Filistînê) derketin ku der heqê girtiyan de çi binpêkirin dihatin kirin, em li birayên xwe digeriyan lê me nedidît. Di nav wêneyan û di navan de em digeriyan lê em negihîştin tu encamê. Lêgerînên me her dem bêencam man. Xwezî tenê em bizanibûma gelo dijîn an mirî ne, li kîjan welatî ne, li Sûriyeyê an li derveyî Sûriyeyê ne? Ji ber ku me bihîst girtîgehên wan li derveyî Sûriyeyê jî hene. Li nifûsê jî navê wan tune ye, ev e tişta ku tirsa me zêde dike gelo niha li kîjan welatî ne û di girtîgehên Sûriyeyê de ne an di yên welatên din de ne."
“NY û rêxistinên mafên mirovan li ku ne divê ku biçin girtîgehên Îstîxbarata Sûriyeyê û rastiyan bibînin”
Îtab Hesen bang li NY û rêxistinên mafên mirovan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Girtiyên ku ji wan her du girtîgehan derdiketin digot ku îstîxbara Sûriyeyê îşkence li girtiyan dike, ava kelandî bi ser pişta girtiyan de dirijîne heya ku goştê wan dihele dikeve erdê û bi kursiyan ve girêdayî cereyan didan wan. Ji ber dijwariya îşkenceyan, girtiyam tiştên ku nekiribûn dixistin stûyê xwe û digotin wan kirine. Gelo NY li ku derê ye? Rêxistinên mafên mirovan çi dikin? Bila biçin girtîgehan û binêrin çi di hundirê girtîgehan de diqewime. Bila lêkolîn bikin gelo bi rastî ew girtî terorîst in an bi bihaneyên din hatine girtin û îşkence li wan tê kirin."