Rêwîtiya leşkereke veşartî ji welatê me…

Li welatê me gelek leşkerên veşartî ku bê deng û reng dixebitin û vê şoreşê diparêzin her wiha canê mirovan û şervanan ji mirin û şehadetê xilas dikin hene yek ji wan jî Hemşîre Fatima Merwan e ku di Nexweşxaneya Ş.Lêgerîn de dixebite.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê- Her kes fermandaran, şervan û gelê berxewdêr nas dike, her kes dizane ku evin ên ku axa welat ji dagirkeriyê diparêzin. Lê yên ku wan şervanên birîndar dibin û canê xwe ji dest didin derman dikin û birînên wan dikewînin bi bîr naynin. Ruxmî ku karê wan jî wekî şervanekê şerê hebûnê dike, nivîskarekê ku pêşeroja welatê xwe dinivîse û kameravaneke ku bi objektîfa xwe kêliyên herî bi nirx qeyd dike, girîng e. Ew in "leşkerên veşarî" ango hemşîre, bijîşk û ekîbên tenduristiyê ne. Di vî beşî de gelek kesên hêja û xwedî qedir û qîmet hene ku şev û roj ranazên, li ber serê birîndaran dimînin û birînên wan bi sekna xwe sivik dikin. Ev kes hêja ne ku mirov berê objektîfên xwe bide wan. Fatima Merwan yek ji hemşîreyên ku di Nexweşxaneya Ş.Lêgerîn a navçeya Til Temir a Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dixebite û di rêwîtiya karê de gelek kêliyên xweş û nexweş derbaskiriye. Me xwest xwendevanên me jî Fatima Merwan û çend bîranînên ku wê bibêje nas bikin.

"Xewna zaroktiyê bi destpêkirina çirûskên Şoreşa 19'ê Tîrmehê re bû rastî"

Fatima Merwan a ku ji navçeya Til Temirê ye dibistana xwe ya seretayî û navîn diqedîne paşê derbasî karê hemşîretiyê dibe, Fatima wiha ji me re behsa beşdarbûna xwe ya vê xebatê kir: "Min ji zaroktiyê de karê tenduristiyê hez dikir û dixwest ku karekî di warê mirovî de bikim. Ê dema ku çirûskên şoreşê li vir dest pê kir, ji bo min wekî fersendekê bû ku ez êdî xewna xwe pêk bînim. Di sala 2014'an de ez beşdarî Heyva Sor a Kurd bûm. Ji 2014'an heya 2017'an wekî dildarê vê şoroşê me kar dikir, paşê nexweşxaneya Ş.Lêgerîn hat avakirin û me xebatê xwe domand heya niha. Erkê min jî hemşîre û di beşa destwerdana lezgîn, wesayîda ambulansê û dermankirina kesên ku bi laşmaniyayê ketine. Hevalên min yên di heman beşî de di nexweşxaneyan de dixebitin ez fêr kirim her wiha çawa ku em birîndaran rakin û destwerdana lezgîn ji wan re pêşkêş bikin."

"Pêvajoya şer hişt ku em zûtir hînê karê xwe bibin"

Fatima Merwan da zanîn ku pêvajoya wê demê ku herêm têre derbas dibû hişt ku ew zûtir di karê xwe de kûr bibe û wiha dom kir: "Pêvajoya ku bajarê me Til Temir wê demê têre derbas dibû pêvajoya şer bû, ji ber wê jî her roj birîndar û şehîd hebûn. Em diketin bin wî barî de ku divê em van birîndaran ji mirinê xilas bikin. Ji xwe dema hevalên ku digihiştin asta şehadetê, bijîşkan şehadeta wan radighand. Ji lewra vê carê birîndar destê me de diman wê demê li gorî rewşa birîndaran me odeyên rewşên germ û sar ji hev cûda kirin û her birîndarek tedawiya xwe yê pêwîst dibir. Her kes dema cara destêkê çav li xwînê bikeve wê tirsek dilê wan de were avakirin, lê belê me ev merhele derbas kir. Ji ber şer neqediya ye û dema şer jî dewam bike bêguman wê birîndar û şehîd jî hebin."

"Bi qasî şer ji bo şervanan girîng bû, ji me re jî wiha bû"

Fatima Merwan a ku karê wê ne tenê di hundirê nuqteya wan a tenduristî de ma lê belê di şerê li dijî DAIŞ'ê de jî wekî hemşîre cih girt û wiha behsa wan kêliyan kir: "Piştî şerê li dijî çeteyên DAIŞ li Çiyayê Kizwanan û rizgarkirina van herêman, vê carê operasyona rizgarkirina Silûk û Girê Spî hatibû dest pêkirin. Yekemîn car bû ez tevlî operasyonên wiha dibim ji derveyî bajarê me, wê demê ez û du hevalên jin yê tenduristiyê bûn. Ev operasyon bi qasî ji şervanan re girîng bû ji bo me jî wiha bû. Xeta ku me ji xwere digirt piştî xeta şervanan bû, ji ber dema şer dest pê dikir birîndar û hevalên ku şehîd dibûn dihatin. Wekî erkekî bû ku em birîndaran xilas bikin, jiyaneke nû pêşkêşî wan bikin."

"Şervanên ku me bi hev re govenda serkeftinê digerand, birîndar û şehîd li me vedigeriyan"

Fatima Merwan got ku ew kêliyên bi şervanan re derbas dikirin xweşî û nexweşiya wê jî hebû û wiha anî ziman: "Di jiyana me de tiştên baş û nebaş çêdibin. Ji buyî wê di şer de em û şervanên YPJ/ YPG'ê her li kêleka hev bûn, me moral çêdikir û di nava şer de lîstok dilîstin. Ew kêliyên herî xweş bûn, lê me nizanîbû ku ew kêlî wê bibin bîranînên û xwediyê wê wê ne amade bin û van bîranînan pêre parve bikin. Piştî ku operasyon dest pê dikir, me nizanîbû ku ew şervanên me bi hevre moral çêdikir, dikeniyan û govenda serkeftinê digerand wê şehîd û birîndar li me vegerin. Ev kêlî ji zehmetirîn tişt bû ku me jiyan kir. Carekê dema ku ez û ajokarê ambulansê em birîndaran dibin Serêkaniyê, li cebha Silûkê a girêdayî Girê Spî êrîşek çêdibe û du hevalên jin tenê di nuqteyê de bûn lê heval li derdora wan hebûn. Êrîş dijwar dibe, birîndar û şehîd çêdibin lê belê kuştiyên çeteyan jî pir bûn. Wê demê her du hevalên me yê tenduristiyê jihev re dibêjin ku; ger çete nêz bûn, em ê hev bikujin û bila nekevin destê wan de, ji ber ku tenê çekek nav destê wan de hebû û fîşekên wê jî kêm bûn."

"Li ser bedena birîndaran şopa şewatê hebû"

Fatima Merwan di êrîşa li ser Serêkaniyê ji aliyê dewleta tirk a dagirker di 9'ê Cotmeha 2019'an de çêdibe hazir bû û wiha ji mere behsa wan rojan kir: "Di wê rojê de, me bi çavê xwe dît ku dewleta tirk a dagirker Serêkaniyê bombebaran kir û sivîl birîndar kirin. Wê demê me berê xwe da Til Temirê û nexweşxane bi hemû beşên wê ji bo pêşwazîkirina birîndaran amade kir. Em bûn şahidê vê yekê jî ku di nav çekên ku dewleta tirk pê li sivîl û şervanan dixist madeyên kîmyewî hebûn, ji ber şopa şewatê li ser laşê birîndar û şehîdan hebû. Paşê ez debrasî beşê emeliyatan bûm, min ode ji bijîşkan re amade dikir û alîkarî bi bijîşkan re dikir. Di wê pêvajoyê de ne tenê em û nexweşxaneya leşkerî hebûn, lê belê gelek bijîşk ji bajarên din hatin û Rêxistina Free Burma Rangers a tendursitî jî hatin alîkariya me. Wênekêşekî Free Burma jî di encama êrîşa dewleta tirk de şehîd bû û kedekî wan yê mezin jî heye. Wan jî birîndar ji cebhê dianîn nexweşxaneyê û li cebhê bi şervanan re jî diman."

Dikeve rêza sûcên şer

Fatima Merwan teqez kir ku dagirkeran ambulansên wan ên ku diçûn birîndaran bînin hedef digirtin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Du caran dema ku ambulansên me ber bi birîndaran ve diçûn ji aliyê balafirên keşfê ve hatin bombebarankirin. Cara yekê hevalekî me yê nexweşxaneya leşkerî şehîd ket û 2 jî birîndar bûn. Cara duyemîn jî dîsa dema ambulans diçe birîndaran bîne tê bombebarankirin û du heval birîndar dibin. Bi vê yekê dewleta tirk a dagirker zagonên navdewletî ku qedexe ye ekîbên tenduristiyê werin hedefgirtin binpê kir. Ev hedefgirtin dikeve rêza sûcên şer û em vê yekê jî qebûl nakin. Em jî dixwazin ku dewleta tirk li ser van sûcên kiriye were cezakirin. Heya niha jî dewleta tirk sivîlan dike hedef û tiştek nehatiye guhertin. Hedefa topên dewleta tirk a dagirker sivîl in, jin, zarok û kesên temen mezin in. Gel li ser axa xwe dijîn, di nava zeviyên xwe cotkariyê dikin û jiyana xwe ya normal dikin. Sivîlên ku li mal ên xwe razayî ne, dewleta tirk ew topbaran û bombebaran dikin û ew sivîl nabînin hew ku ew top li nav wan ketiye û parçe parçe bûne."

"Jiyana ku pêşkêşî birîndaran dikin, cihê şanazî û bextewariyê ye"

Fatima bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Li ser vê axê her kes ber xwe dide, hinek bi pênûs, çek û kamîreyên xwe û hinek jî di beşê tenduristiyê de. Em gelikî bi şans in ku em dikarin mirovan ji mirinê û şervanên birîndar ji şehadetê xilas bikin û jiyaneke nû pêşkêşî wan bikin. Em bi vê jiyana xwe ku nû pêşkêşî şervanan û sivîlan dikin pir bextewar dibin. Heya dawî jî em ê erkê xwe yê mirovî pêk bînin."