Rêjeya zarokên karker gihişt 160 milyonan

Li gorî rapora UNICEF û ÎLO ya têkildarî rêjeya zarokên karker, hejmara zarokên karker gihîtiye 160 milyonan.

 
Navenda Nûçeyan - Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) û Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) rapora xwe ya li ser zarokên karker a 4 salan carekê amade dikin aşkera kirin. Li gorî raporê li seranserê dinyayê careke din hejmara zarokên karker zêde bûye û gihîştiye 160 milyonan. Di raporê de hat kirin ku heta dawiya salê dê 46 milyon zarok li vê rêjeyê zêde bibin.