Qehweya Yemenê bi destê jinan car din bi navûdeng dibe

Çandiniya qehweyê ku ji bo Yemenê çavkaniyek aborî ye, ji ber bandora şert û mercên avhewayê di van demên dawî de gelek kêm bûye. Jin ji bo ji nû ve zindîkirina qehweya navdar a Yemenê Mochayê dixebitin.

RANÎA ABDULLAH

Yemen-  Cotkarên Yemenê ji bo ji nû ve qehweya Yemenê ya li zêviyên çiyayî şîn dibe, bikeve rewşa xwe ya berê, dest bi xebatan kirin. Qehweya ku xwedî tameke cuda ye û ji ber kalîteya xwe ya baş bi nav û deng e. Li gorî lêkolîna bi navê "Bazirganiya Qehweya Yemenê" ya aliyê lêkolîner Arwa Abdullah El-Hattabî ve hat kirin, Yemen weke cihê yekemîn ê hebûna darên qehweyê tê qebûlkirin. Qehwe wek aborî çavkaniyek dahatê ya girîng e lê şert û mercên avhewayê yên ku bandorê li piraniya zeviyên çandiniyê dike, di hilberîna qehweyê de jî dibe sedema paşketinê.

Li gorî berê kêmtir qehwe tê hilberandin

Amna Qasim a ku li gundê Banî Hammad cotkar e, yek ji hilberînera qehweyê ye lê ew jî ji kêmbûna berhemdariya qehweyê fikar e. Amna Qasim wiha got: "Ji ber kêmbûna ava bin erd û kêmbûna baranê çandiniya qehweyê kêm bûye û em niha li gorî salên berê kêm qehwe bi dest dixin. Çareseriya herî girîng a pêşxistina çandina qehweyê û berhevkirina berhem û îxrackirina wê ji bo derveyî welat, teserufkirina avê ye. Divê em bi avakirina depoyên ava baranê, dara qehweyê bibin ji bo rewşa avdanê û ji daran re lênêrîna pêwîst bikin. Divê em ji bo daran ji kêzikên zirar biparêzin jî têbikoşin û hem ji bo cotkarên jin hem jî mêr der barê mijarê de perwerde bidin.”

Amna Qasim destnîşan kir ku wek jin girîngiyê didin parastina dara qehweyê û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em ji çandina dara qehweyê dest pê dikin û heta bigihîje bilindahiya guncaw û fêkiyên xwe bide, ked didin. Fêkî digihîjin, tên zuhakirin û piştre tên qeşîrin û paqijkirin. Yemen bi qehweya xwe re gelek navdar e. Îsal ji bo nîvê zeviyan qehwe û nîvê din re jî garis hatin çandin. Ez hêvî dikim ku dê rewşa aborî ya welat baş bibe û çandinî baş bibe. Ger em axê baş xwedî dikin, ew ê tiştên ku em dixwazin bide me."

Ji bo mochayê festîval

Li dijî pirsgirêkên heyî yên li Yemenê, çandiniya qehweyê dest bi vegerê kir û bi rêkûpêk bi pêş dikeve. Kooperatîfa Çandiniyê ya Banî Sînan a ku ji bo belavbûna çandiniya qehweyê û zêdekirina kapasîteya hilberîna qehweya Yemenê dixebite, di destpêka Adara 2023’an de, ji bo vegerin çandiniya dara qehweyê ya ‘Mocha’, bi Walîtiya Taizê re dest bi xebata çandina milyonek darên qehweyê kir. Di çarçoveya van xebatan de di dawiya meha Cotmehê de li bajarê Mochayê bi dirûşma "Şaxa Qehweyê ya Dara Zeytûnê Hembêz dike”, “Festîvala Qehweya Yemenê" hat lidarxistin. Di festîvalê de ji bo pêşxistina xebatê gelek xebat bi raya giştî re hatin parvekirin. Yek ji van xebatan jî aydê Dr. Îşraq Hayel bû.”

Dixwazin piştgiriyê bidin jinên hilberîner

Dr. Îşraq Hayel ya di nivîsa xwe de bal kişand ser rola jinan a di qada hilberîna çandinî û bi taybetî jî hilberîna qehweyê, wiha got: “Di astên bajaran de pêwîst e sazî, rêxistin, projeyên geşepêdanê û rêxistinên curbicur piştgirî bidin ku bername û projeyan xurtir û zêde bikin. Divê rehberî û perwerde bên dayîn, rê û rêbazên nûjen û teknolojiyên nûjen bên naskirin, ji bo xwedîbûn û birêvebirina zeviyên hewcedariyên çandiniyê yên pêwîst bên dabînkirin. Bi taybetî mahsulên qehweyê, astên jêhatîbûna xebatên curbecur ên çandiniyê bên pêşxistin."

Dr. Îshraq Hayel a di gotara xwe de diyar kir ku divê ji bo bihêzkirina jinan û peydakirina derfetên kar ên mirovî xebat bên meşandin, xwest hikûmetê ji bo pêşxistina stratejiya pîşesaziya qehweyê piştgirî bike. Îshraq Hayel di gotara xwe de wiha dibêje: “Ji bo jinan biparêzin, jinan teşqîqê hilberîna qehweyê bikin, bikaribin bibin xwedî û birêvebirina zeviyê, rêhberî û piştgiriya madî bê misogerkirin û ji bo hilberandina qehweyê û firotina qehweyê, ji jinan re pêdiviyên çandinî û xizmetên fînansî bê dayîn.”

Bi festîvalê cesaretê didin gel

Rojnamevan Hanadî Anam a ji ajansa me ra axivî, der barê Festîvala Qehweya Yemenê de wiha dibêje: “Li hin parêzgehên Yemenê, wek çalakiyek bêhempa ya her sal tê lidarxistin tê qebûlkirin. Ev festîval ji bo danasîna çand û mîrateya Yemenê, alîkariya aboriya Yemenê dike, turîzma hundir û derve teşwîq dike û bala geştiyaran dikşîne.”

Xebatkara medyayê Hanaa Jameel jî diyar kir ku Festîvala Qehweya Yemenê festîvalek e ku her sal ji bo belavkirina hişyariyê li ser girîngiya çandina qehweya Yemenê ku berê yek ji çavkaniyên herî girîng ji bo aboriya Yemenê bû, tê lidarxistin. Hanaa Jameel da zanîn ku ji ber rewşa niha ya li welat eleqeya çandina darên qehweyê kêm bûye û diyar kir ku lidarxistina festîvalên bi vî rengî careke din girîngiya qehweyê bi taybetî cotkaran derkeve holê. Hanaa Jameel wiha got: "Girîngiya ku ji cotkaran re tê dayîn, misoger dike ku ew qehwe biçînin û bi qehweyê re eleqedar bibin. Helbet ev eleqe dê ji bo cotkaran û bi gelemperî ji bo Yemenê, rê ji aboriyek bilind re vebike.”

Parêzer Gaza Al-Samaî jî bawer dike ku Festîvala Qehweya Yemenê yek ji festîvalên herî girîng ên di pêvajoya herî dawî de tên lidarxistin e. Gaza Al-Samaî wiha dibêje: "Qehweya Mocha çavkaniya sereke ya qehweya bi kalîte ya li cîhanê ye û îxracê seranserê cîhanê hatiye kirin. Festîval ji mirovan re der barê girîngiya vê darê de hişmedî dide qezenc kirin.