Qebîleyên Hopiyan ji aliyê jinan ve tên rêvebirin

Eşîra Hopi ya navê xwe ji “Hopituh Shi Nu Mu” girtiye ku tê wateya mirovên aştîxwaz, berê li bakurê rojavayê Eyaleta Arizona ya Dewletên Yekbûyiyên Emerikayê dijiyan û niha belavî gelek deverên dinê jî bûne.

 
Navenda Nûçeyan - Zimanê Hopi yek ji 30 zimanê malbata zimanê Uto Aztecan e. Piraniya niştecîhên herêma Hopiyan ji eşîra Hopine û li Arizona hatine tomar kirin, hinek jî bi eşîrên Hindî yên li ser çemê Kolorado re hatine tomar kirin. Di roja me ya îro de şêniya Hopiyan derdora 8 hezara ne. Ji ber li gundewaran dijîn di sedsala 16'an de Îspaniyan ji wan û çandên derdora wan re mirovên Pueblo digotin. Ji xwe yek ji gelên Pueblo yên kevnar, ên ku li bakurê rojhilatê Arizona, bakurê rojavayê New Mexico û başûrê rojavayê Colorado yê kompleksên apartmanên mezin ava kirine. Berê xwedî çandeke Emerîka ya kevnar bûn, sedsalên 12 û 14’an dema ku dest ji gundên xwe yên mezin berdan li kêleka Mugulun jiyane. 
Qebîleyên Hopiyan ji aliyê jinan ve tên rêvebirin
Ev civak ji gelek klanan pêk tê û ji aliyê jinan ve tên rêvebirin. Di van klanan de her zarok dema bê dinê tev li klana dayika xwe dibe û di jiyana zarokan de ji bilî nasnameya dayikê tu nasnameyên wan tune ye. Jinên eşîreta bav nav li zarokan dikin. Di roja 20'an a jiyana zarokan de, jinên eşîra bavê wan li hev kom dibin, her jinek diyariyek û navek ji bo zarok amade dike. Carnan di wê kombûnê de 40 nav li zarok tê kirin, piştre bi destura wan dê û bav li hev dişêwirin û biryar didin ku kîjan navî ji van navî hilbijêrin. Niha ji ber ew kevneşopî kêm bûye li cihê navên Hopi bi piranî navê Hindî tê karanîn. 
Mirovên Hopi gava ku tevlî îbadetên baweriyên civakek din mîna civaka Kachina an jî dema ku bûyerek girîng di jinaya wan de çêbibe dikarin navê xwe biguherin. Hopi her çi qas wek kilanan bijîn jî di nav wan de beşa herî girîng a xizmeta binemal ango malên mezin ên weke komuna ne. Li her gundî du yan sê binemal hene û hemû gundî xezmeta wan dikin. Her binemal ji aliyê jina herî temen mezin ve tê birêvebirin. Hopi erdên xwe wekî pîroz dibînin, ji ber di çanda wan de çandinî beşek pir girîng e. Gundên wan li bakurê Arizona belav dibin. Hopi û Navajo di nava hev de li ser axa xwe ya qedîm dijîn.