Projeya Nexweşxaneya Arî ber bi dawiyê ve diçe

Ev nêzî salekê ye Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê amadekariyên vekirina nexweşxaneya bi navê Arî li taxa Qenat El- Siwês a bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhlatê Sûriyeyê dike. Rêvebera beşa tenduristiyê ya Weqfa Jina Azad Melîke Hesaf armanca vekirina wê anî ziman ku ew dixwazin alîkariya jin, zarok û şêniyan bikin.

 
ROJDA SEYIDXAN
Qamişlo– Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê ne tenê projeyên aborî weke dirûnxane, çandinî û firoşgehan bi pêş xistiye, di heman demê de ji bo alîkariya tevahî civakê û bi taybetî jinan projeyên mîna vekirina nexweşxane û kilînkên gerok di nav bajaran de vekiriye. Ev nêzî salekê ye li ser projeya vekirina nexweşxaneyekê xebatên xwe dide meşandin, ev nexweşxane wê li taxa Qenat El- Siwês a bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhlatê Sûriyeyê di demeke nêz de deriyê xwe ji bo xizmeta jin, zarok û tevahî şêniyan veke. 
Amadekariyên vekirina nexweşxaneyê ber bi dawiyê ve diçin, di nav nexweşxaneyê de dê gelek beşên kilînkan ji bo dermankirina jin û zarokan dê hebin. Girêdayî mijarê Rêvebera beşa tenduristiyê ya Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê Melîke Hesaf amadekariyên vekirina Nexweşxaneya Arî bi me re parve kir. 
Pêwîstiya vekirina Nexweşxaneya Arî li taxa Qenat El- Siwês 
Melîke li ser amadekariyên avakirina nexweşxaneyê agahî dan û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ev demek e me projeya vekirina nexweşxaneyekê kiribû plana xwe lê  ji ber derketina vîrusa Koronayê me nikaribû projeya xwe bigihînin serî. Niha amadekariyên wê ber bi dawiyê ve diçin êdî em ê amûrên pêwîst ji nexweşxaneyê re bînin û di navbera mehek heya du mehan de nexweşxaneyê vekin û nexweşan pêşwazî bikin. Me xwest cihê wê li Qenat El- Siwês be ji ber ev tax hinekî dûrî nava bajêr e, şêniyên taxê û gundewarên derdorê zehmetiyan dikşînin heya digihîjin nava bajêr, ji bo wê me pêwîstiyeke bi xwestek dît em li vî cihî vekin. Armanca me ya sereke ew e ku em alîkariyê bidin jin, zarok û tevahî şêniyan û barê jiyanê li ser wan sivik bikin.”
Nêzî 15 klînkên ji nexweşiyên cuda di nexweşxaneyê de hatine amadekirin
Melîka bal kişand ser beşên kilînkên nexweşxaneyê û wiha pêde çû: “Nexweşxane ji yek qatê pêk tê û nêzî 15 kilînkan ji nexweşiyên cuda tê de hene. Di nav nexweşxaneyê de beşên taybet ên dermanan, kilînkên nexweşiyên jinan, nexweşiyên zarokan, nexweşiyên weke hestî, hinavî, her wiha mudaxeleyên destpêkê ji bo nexweşan hatine amadekirin. Em her tim dixwazin alîkarî û xizmeta vê civakê bikin, gelek mirovên xizan hene nikarin biçin nexweşxaneyên taybet, ji ber ku em niha di rewşeke hesas de ne û rewşa aboriya mirovan nebaş e.
Projeyên me yên berfireh hene û Nexweşxaneya Arî jî ne yekem projeya me ye, berî niha me gelek projeyên tenduristî li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekirine. Bi van projeyan em ê civakeke bi tendurist û xwedî aboriyeke xurt ava bikin.”