Polîtîkayên desthilatê hestên welatparêziyê lawaz dike

Hestên welatparêziyê, di nava ciwanan de her ku diçe kêm dibe. Lêkolîner sedema vê bi hebûna gendelî û tunebûna xizmetê, nebûna jiyana bi aram a ciwanan ve girê didin.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helepce – Qeyran, nebûna derfetên kar, nebûna xizmetguzariyê, xirabiya rewşa aborî, bandora dagirkeriyê li ser civakê û gelek sedemên din, hestê welatparêziyê di nava ciwanan de her diçe kêm dibe ku ciwan berê xwe didin welatên cûda. Hemwelatiyên Helebce jî dibêjin sedema vê yekê ew e ku li Başûrê Kurdistanê ji ber polîtîka û kiryarên desthilatê jiyanek bi ewle ji bo hemwelatiyan nemaye.

Rojnamevan Rengîn Selam diyar kir ku ciwanên niha welat weke warê xwe nizanin, ji ber cudahiya çînan çêbûye, çînên desthilatdar, berpirsyar û zarokên desthilatdaran bûne xwediyên welat û ne ji bo gelê hejar in û wiha got: “Hemwelatî gilî dikin ku bi fermî tayîn nabin, ji bo ciwanan derfetên kar tune ne, ev jî dide diyarkirin ku xizmetguzarî ji bo gelan nîn e. Dema ku me guh dida sirûda neteweyî hestek taybet hebû lê belê niha newisa ye û ciwanên me êdî baweriya wan bi welat nemaye, ciwan karên dixwazin nikarin bikin, piraniya wan di riyên koçberiyê de jiyana xwe dest didin û hikumetê guhên xwe neda vê yekê. Aramî di tu warî de tune ye.”

‘Divê ciwan têbikoşin’

Şadan Hebîb destnîşan kir ku nebûna hêza kar, polîtîkayên ku li ser heremê bi destê desthilatê tê meşandin dibe sedema kêmbûna hestên welatparêziyê ya ciwanan ku berê xwe didin welatên cûda û wiha got: “Nebûna hêza kar û plandanîn ji bo wan sedemek e ku ciwanên me welatê xwe biterikînin, guh nadin hestên welatparêziyê berê xwe didin koçberiyê. Divê bîr û baweriya ciwanan were guhertin û ji bo bidestxistina mafên xwe têbikoşin.”