Piştî 70’ê saliya xwe pirtûkek bi navê “Bîranînên Jineke Kurd” derxist

Fewziya Qiço ya 70’ê salî tevî ku qet dibistan nexwend, xwe hînî zimanê kurdî kir, fikrên xwe bi xwendinê fireh kir û pirtûka xwe yê yekem bi navê “Bîranînên Jineke Kurd” çap kir.

ROJ HOZAN

Qamişlo – Dayika 70 salî Fewziya Qiço li navçeya Amûdê a girêdayî Kantona Qamişlo li Bakur û Rojhilatê Sûriye hatiye dinê. Fewziya jineke mîna hemû dayikên temen mezin ên vê civakê dibistan nedîtiye û qet tîpên hînbûna zanistê rêznekiribûn, lê her hezkirinên wê ji xwendin û zanistê re hebûn ku rojekê bikaribe rajê pirtûkekê û bizanibe ew pirtûk çi dibêje. Fewziya Qiço piştî 70’ê salan ji xeyalên zindî xwe hînî zimanê kurdî kir, gelek pirtûkên nivîskarên navdar xwendin û giha astekê ku ew bi xwe bibe dayikeke nivîskar û pirtûka xwe ya taybet çêbike. Dayika 70’ê salî Fewziya Qiço berhema keda xwe bi navê pirtûka “Bîranînên Jineke Kurd” pêşkêş dike û heya niha di domandina pêkanînên xeyalên xwe de dijî. Têkildarî naskirina nivîskar Fewziya  Qiço, jiyan, ked û berhema pirtûka xwe nêrîna xwe parve kir.

Dev ji xeyalê zaroktiya xwe berneda

Fewziya Qiço behsa jiyana xwe ya zaroktî kir û xeyalên wê yên ku di zaroktiyê de li pey xwe hîştin wiha tîne ziman: “Dema ez qala zaroktiya xwe dikim wisa ez bi kenekî şermok vê yekê tînim ziman ji ber min zaroktiyeke tijî tevger, lîstik û hezkirin jiyane, heya caran dibêjim min pareke mezin ji zaroktiya xwe girt. Di mala me de em zarokên dayika min hemû keç bûn, zarokên taxê hemû li me vedhewiyan û em dilîstin. Caran me acizî ji qeşmeriya xwe ji dayikên xwe çêdikir lê ez dikarim bêjim rojên herî xweş di jiyana min de bûn. Tevî wê kêfxweşiyê  tenê hesretek di dilê min de hebû ku ez bikaribim bixwînim û binivîsim ji ber ne ez û ne tu zarokên wê demê yên keç ne diçûn dibistanê. Wê demê dibistan, xwendin û zanist ji bo jinan kêm bû yan jî piranî tune bû. Bîranînên minî zaroktî bi qasî pirtûkekê di hafîzeya mêjiyê min de bû, lê pênûs nebû binivîse û bîne ziman.”

Bi xwesteke mezin hînê xwedinê dibe

Fewziya Qiço di domandina axaftina xwe de bal kişand li ser destpêkirina hînbûna xwe ji tîpên kurdî re û wiha got: “Piştî ez zewicîm û zarokên min çêbûn, min xeyalên xwehînkirina zanistê ji bîrnekir. Her tim hevjînê min û zarokên min dema pirtûk dixwendin li ser pirtûkan di xewre diçin, wisa min li wan mêze dikir û digot xweziya min jî bizanibana ez bixwînim û wisa di xewre herim. Rehmetiyê hevjînê min ji min re got em te jî hîn bikin, wê demê wisa min kelecaneke xurt girt ku êdî ez bi xwe di behra zanistê re derbas bibim. Hevjînê min tîpên kurdî ez hîn kirim, di heman roja ku min despêkir 31 tîpên kurdî ji min re rêzkirin wisa min hafiz kir û rojane bi qasî du saetan min ev tîp dinivîsandin û xwendin. Dema hevjîn û zarokên pirtûkên xwe dixwendin ji ber her êvar ev çandek bû di mala min de, min jî tîpên xwe datanîn pêşiya xwe û dîsa dixwendin. Rojekê min xwest ez ji xwe re hevokekê ji van tîpan avabikim, hevjînê min dema derbasî malê bû û dît min çawa ji xwe re hevok amadekiriye ji min re got dewam bike tu zû fêr dibî û tê bide pêşiya me. Min despêkê pirtûka Seydayê Tîrêj li pêşiya xwe vekir û hin bi hin min xwe hînî xwendinê dikir û pêre jî min dinivîsand. Min pir ji çîrokên vê pirtûkê hezdikir, hevjînê min jî morale min mezin dikir û kêfa wî pir dihat ku ez hîn dibim. Dema ez behsa vê yekê dikim temenê min zêdetirî 50 salî bû û wisa ez bûm xwedî pênûs. Xeyalên zaroktî berhemên pêşeroja min bûn.”

Li dibistanê asta ziman serkeftî derbas dike

Fewziya Qiçû qala bîranînên xwe yên çûyîna Saziya Zimanê Kurdî kir bi despêkirina şoreşa jin re û wiha anî ziman: “Zarokên min dema didîtin ez dixwînim pir moral ji min digirtin û wisa di dibistanên xwe de serkeftî bûn. Li kêleka karê malê min dest ji hînbûnê berneda, zarokên minî keç tune bûn tenê 6 lawikên min hene ji bo wê piraniya karê malê li ser milê min bû. Di despêka şoreşê de hevalekî lawikê min Ferîdon mamoste bû got biçe Saziya Zimanê Kurdî zanebûnên xwe fireh bike. Min ev fikire pejirand ku ez ê biçim kurdî bixwînim, wê demê temenê min bi qasî 60 salî bû. Ez debasî refê bûm tu kes di temenê min de nebû hemû ciwan bûn.  Wan ciwana ji min re gotin dayê tu jî hatî xwe fêr bike? mamoste bersiv da ev ne hatiye xwe fêr bike hatiye me fêr bike ji ber ew mamosteya me ya mezin e. Ez pir kêfxweşbûm ji vê qîmetê, min asta ziman serkeftî derbas kir û min nasnameya xwe ya saziyê jî girt. Ciwanên refa min matmayî man, ji ber ji hemûyan bêtir min dizanibû ez ziman bixwînim û binvîsim. Kurê min Sîrwan ji min hîn bûye û niha mamosteyê zimanê kurdî ye li Amerîka ye.”  

Di 7 saliya xwe  de dibe şahidê komkujiya Sinema Amûdê

Fewziya Qiço bal kişand li ser nivîsandina bîranên xwe kir û kirine wan berheman weke pirtûk û wiha pê de çû: “Di sala 2014’an de min ji Rojavayê Kurdistanê berê xwe da  welatê Amerîka ji xwe ez hemwelatiya wir bûm beriya şoreşê jî,  ji ber lawê min li wir bû ez diçim Amerîka û dihatim Rojavayê Kurdistanê. Lê cara dawî ez çend salan pey hev mam li Amerîka da ez dest bi nivîsandina pirtûka xwe bikim.  Min hizrandinên xwe hemû komkirin, fikrandina min hebû ez pênûsa xwe bidim şixulandin. Lawê min pêşniyar kir ez nivîsên xwe bikim pirtûk û min wisa amadekariyên wê xelas kir û vegeriyam Rojavayê Kurdistanê û pirtûka xwe çap kir.  Ez nikarim li xerîbiyê bimînim destê min ji civaka min nabe ji ber hemû kêfxweşiya jiyana min li vir e. Di hundirê pirtûka min de hemû bîranînên minî zaroktî heya roja îro min nivîsandine û navê pirtûka min jî “Bîranînên Jineke Kurd e”. Her wiha di hundirê wê de min behsa bîranîna şewata sînemeya Amûdê kir ji ber ez jî zarok bûm û şahidê wê bûyerê bûm temenê min wê demê 7 salî bû. Li aliyê din berga pirtûka min jî hepriya dayikên kurd e da rengekî xweşik bidim çanda xwe jî weke dayik. Dibe cîhan hemû têre min nedikir dema min ev pirtûk imze kir, lê ew e berhem piştî kedê tama wê cuda ye. “

‘Zanist temen nasnake’

Fewziya şîreta xwe ya dawiyê li jin û ciwanên civakê kir, her wiha pilanên xwe yên dema pêş eşkere kir û wiha bi dawî kir: “Şîreta min ji hemû jin û ciwanan re ye ku dest ji xeyalên xwe bernedin zanist temen nasnake. Niha ez amadekariya nivîsandina pirtûkekê bi navê “çîrokên zaroktî”, dikim çîrokên ku dapîrên me ji me re digotin da ku ev pirtûkên wiha bibin mîras ji nifşên pêşerojê re. Min niha destpêkiriye heya ez bidawî bikim demek ji min re pêwîste. Pilana yekê din jî heye ez pirtûkekê li ser rewşa şoreşa Rojavayê Kurdistanê binvîsim. Min piraniya pirtûkên nivîskarên bi nav û deng weke Seydayê Tîrêj, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Cibran Xelîl Cibran bi wergera kurdî xwendiye. Her wiha min gelek çîrok û roman jî bi zimanê kurdî xwendiye.  Ez heya niha jî xwendina pirtûkan têr nebûme û dixwazim her di nav pirtûkan de bim.”