Pîşekarên jin li dijî zehmetiyan li ber xwe didin

Yekitiya Neteweyî ya Jinên Tûnisê di çarçoveya 15'ê Cotmehê Roja Cotkaran a Cîhanê de li Navenda Çandiniyê ya Chebdaye çalakiyek afrîner û çandî li dar xist.

NAZIHA BOUSSIDI

Tûnis – Navenda Perwerdeya Çandinî ya Chebdayê bi taybetî di warê perwerde, veguhestin û danasîna hilberînan de gelek xizmetên ku feyde dide jin û zarokên keç ên qadên gundewarî, pêşkêş dike. Lê belê navend piştî şoreşê gelek zirar dît û faliyetên xwe rawestand. Di salên dawî de bi hevkariya Yekitiya Jinan a Neteweyî ya Tûnisê, Komeleya Îtalî ARCS, TAMAT û Delegasyona Pêşxistina Çandiniyê ya Herêmî projeya “Salma” hat destpêkirin. Bi fînansekirina Hevkariya Îtalyan û Ajansa Pêşketinê ya AICS, CRDA bi vê projeyê li Walîtiya Ben Arous navend ji nû ve vegeriya jiyanê.

Mêrê ku pê re zewicîbû berda

Nabîla El-Nabetî ku di amadekirina "El-Ewla" û "El-Memluka" de hosta ye, macûnê her roj difiroşe yek ji dikanan û yên mayî jî kuskûs, makîneya tost, cil û berg û biharat in. Nabîla El-Nabetî diyar kir yekane çavkaniya debara wê ev berhem in, bal kişand ku mêrê pê re zewicî bû tevî serkeftinên keçên wan asteng bûye ku perwerdeya xwe bidomînin û got ku wê bi hevberdana keçên xwe ji vê feraseta paşverû rizgar kirine.

Yek ji jinan Salîha Huseynî, diyar kir ku ew di qada parzîkirina rûn û amadekirina sirkeyê de dixebite û da zanîn ku berhemên xwe di dikaneke biçûk de difiroşe.

Ji bo jinan qad hat avakirin

Saîda Bouzen Zekrî ku bi zêringeriyê re mijul dibe, da zanîn ku ji bo jin berhemên xwe bidin danasîn  qadek ava kirine.

Amal El-Khudirî jî anî ziman ku bi seramîkê re mijûl dibe û berhemên xwe hem li hundirê welat hem jî li derveyî welat re difiroşe.

Bihêzkirina jinan

Nûnera Komeleya Îtalyayê Rosella Arx diyar kir ku navendê bi saya projeya "Salma" ku bûye cihê perwerdeyê ya gelek jinan, jiyana xwe ya kar ji nû ve zindî kiriye û da zanîn ku ev proje dê ji jinan re bibe alîkar ku pargîdaniyên mîkro ava bikin û di warê aborî de jî bi hêzkirinê armanac dike.

Salma Mariam Jadoudi ya ji endustriya xurekê de endezyar bûye, rêvebera hilberîna projeya xwe ye. Salma Mariam Jadoudi diyar kir ku navend bûye cihek mînak destnîşan kir ku ew berhemên bi kalîte, biyolojîk û yê ji berhemên ajalan pêşkêş dike.

Erka koordînasyonê

Menal El-Lawatî ku di mijara çandiniya ekolojîk û jîngehê de pispor e, di qada çandiniyê de bijîşk û lêkolînere û di projeya Salma de koordînator e, ragihand ku ew di çarçoveya pêşxistina navendê de di navbera navend û dibistanan de erka koordînasyonê dimeşîne.