Pirzewacî binpêkirina jiyan û mafên jinan e

Pirzewacî yek ji wan qeyranên herî mezin e ku her dem jin pê re rûbirû dimînin. Ji ber ku mêr wî mafî di xwe de dibîne ku hemû mafên jinan binpê bike, pirzewaciyê bi rê û rêbazên civakî bi hêsanî ji bo xwe meşrû dike û wekî mafê xwe yê rewa dibîne.

ASMAA FATHÎ
Qahîre- Gotûbêjên li ser pirzewaciyê, her diçe zêdetir dibin. Piştî bûyera zewaca şampiyonê bedenê yê olîmpiyadê, Big Ramy, bi jinek din re nîqaşên li ser vê mijarê zêdetir bûn. Ya herî xirab di awayê ku wê mijarê fêm kir de bû, ji ber ku hevjîna wî ji medyayê re piştrast kir ku wê wêneyên wê wek kesek xerîb be dîtiye û pê nizanibûye. 
Pispora  perwerdeya malbatê, Fatima Al-Makî, got ku mijara pirzewaciyê pir dijwar e û piştî ku Ramy cara duyemîn zewiciye, rê li ber nîqaşên mezin vekiriye. Vê yekê rewşeke bi nakok bi xwe re anî ji ber ku mêr ji bo xwe vê yekê wekî mafê rewa dibînin lê jin jî vê yekê wekî xiyanet dibînin.
Pirzewacî çi ye gelo?
Dem bi dem em dibihîsin ku hinek jin pirzewaciyê qebûl dikin lê bi lêkolîna meseleyê em dibînin ku ev berevajî rastiyê ye. Hin jin ji ber ku di warê aborî de parastî ne yan jî ji tirsa windakirina zarokan û ji bo ku jiyana xwe bi asayî bidomînin, neçar dimînin ku qebûl bikin lê di rastiyê de di warê hestiyarî de vê rewşê red dikin.
Girêdana pirzewaciyê bi asta baweriyê ve û bandora wê ya derûnî ya li ser jinan
Pispora perwerde û malbatê Fatima Al-Makî piştrast dike ku hinek pirzewaciyê bi baweriyê ve girêdidin ku ew jî mijareke tu têkiliya wê bi rastiyê re tune ye. Li gorî tesbîtên wê hestên jinan hema hema wekhev in, ji ber vê yekê meseleya dîtin û bijartina mêrekî ji bo yeka din karekî zirardar e ji aliyê derûnî ve û gelek hevsengiyên ku jin û mêr di jiyana xwe ya bi hev re ava dikin hildiweşîne. Mixabin piraniya mêran bi wê êşa ku jin dikşînin nizanin.
Nakokî li gorî berjewendiyê ye
Gotina dawî di mijara pirzewaciyê de ne objektîf e ji ber ku berjewendî wê dixe serdestiya hevsengiyê yan jî hildiweşîne. Pozîsyona jinan şiyana wan a çareserkirina rewşê diyar dike ji ber ku gelek kes ne xwedî helwestek yekgirtî û prensîb in. Pispora malbat û perwerdeyê Fatima Al-Makî ku nêzî 12 salan li ser vê mijarê xebitiye, destnîşan kir ku di mijara pirzewaciyê de pozîsyona jinan diyarker e. Ger jin a yekem be, wê mijarê xiyanet dihesibîne û xizmên wê dihesibînin ku hevserê wê di gelek rewşan de xayîn û nankor e. Lê ger heman jin a duduyan be, di vir de hincetên ku dibêjin pirzewacî mafek e û kêmasiyên jina yekem hene derdikevin. Ev nakokî jî bûye sedema bêhevsengiya eşkere di mijara pirzewaciyê de.
Çîrokên ji rastiya jiyanê
Fatima Al-Makî got ku qeyraneke din heye ku mêr tê de derbas bûne ew jî ew e ku îdia kirine hevjîn razî bûne û gotine ku ew dikarin bi jineke din re bizewicin ji ber xirabûna têkiliya wan ên nêzîk. 
Pispora  malbatê û perwerdeyê Fatima Al-Makî teqez kir ku pêwîst e mêr rêzê li hevjîna xwe bigrin, jina ku pê bawer e û difikire ku ew ê li kêleka wî jiyana xwe temam bike û ji bo malbata xwe hêvî û xeyalan xêz bike. Wê da zanîn ku xewna jinan ew e ku di mafên xwe de rastî xiyanet û paşguhkirinê neyên.