Pirtûka ‘Li Cizîra Sûriyeyê Sosyolojiya Jinên Ereb’ li ser rewşa jinan radiweste
Akademiya Jineolojiyê, amadekariya pirtûkek li ser dîroka jinên Ereb dike. Pirtûka ku amadekariya wê tê kirin encama lêkolîna çar salan e, bi perspektîfa jineolojiyê pirsgirêkên jinan digre dest û hewl dide rola jinan a dîrokî ji nûve zindî bike.

SÎLVA EL ÎBRAHÎM
Hesekê – Endama Akademiya Jineolojiyê Aliya Osman, li ser pirtûka ku amadekariya wê tê kirin diyar kir ku armanc bi pirtûkê ew e ku dîroka jinan bi awayekî adil ji nû ve were xwendin û jin weke berê bigihîjin nirxên xwe û girîng werin dîtin. Her wiha diyar kir lêkolînên wan di warê rastiya jinan de guherînan derxistine holê û got ku bandorên herî xirab ji aliyê netewdewlet û îslama siyasî ve çêbûne.
Akademiya Jineolojiyê, xwe ji bo çapkirina pirtûkeke di serdemên cuda de li ser rewşa jinên Ereb li herêma Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, amade dike. Pirtûka ku bi lêkolînên kûr hatiye amadekirin; ji çanda dayîkê destpê dike, heta şaristaniyên berê, civaka beriya îslamê û heta serdema nûjen didome. Pirtûk awayê jiyana jinên Ereb ên li Cizîra Sûriyeyê, bingehên ku li ser teşe girtine û aliyên cuda yên jiyana wan vedibêje. Her wiha armanc bi pirtûkê ew e ku ji aliyê dîrokî, siyasî û çandî ve bingehên wan nîşan bide û jinan ji nû ve bi rola rastîn a dîrokî bide nasîn.
Lêkolînê, ji mijarên Jineolojiyê ku li ser dîrok, bawerî, hiyerarşî, çîn, dewlet, bajarbûn, şaristanî, kapîtalîzm, aborî, hêza siyasî, strateji, sazîbûyîn, teoriya olî û organîzasyonê yên têkildarî jinan digre dest.
Di bîra Ereb de jin û rastiya kokên dîrokî
Endama Akademiya Jineolojiyê Aliya Osman, diyar kir ku ji bo mijarên lêkolînê divê dîrok tam were zanîn û got: “Lêkolîna me, sosyolojiya jinên Ereb, bi hemû aliyên dîrokê ve digre dest.”
Aliya Osman wiha domand: “Der barê dîroka jinên Erebe de lêkolînên heyî yan jî di bîra Erebe de bibîrxistina jinan, zêdetir bi aliyên marjînal û şikestî yên dîrokê tên destgirtin. Weke rewşa zarokên keç, vederkirna rola nasnameya civakî. Di xebata xwe ya li ser dîrokê de me li ser kokên jinên Ereb, kesayet û merheleya avabûna nasnameya wan ango serdema dayîktiyê lêkolîn kir. Em dibînin ku di nava mercên civakê de jin, ji aliyê aborî û civakî ve xwedî nasnameyeke bi bandor bûne û heta di warê tibê de jî xwedî rol bûn.”
Aliya Osman, bal kişand ku pêvajoyên dîrokî nabe ji hev werin veqetandin lewre weke zincîran bi hev ve girêdayî ne û got: “Lêkolînên heyî, dîroka jinên Ereb ji hev perçebûyî digrin dest lê ne pêkan e ku mirov serdemek ji yên din cuda û serbixwe bibine.”
Çavkaniyên lêkolînê
Aliya Osman der barê çavkaniyên di dema lêkolînê de jî wiha got: “Di lêkolînê de me serî li gelek çavkaniyên dîrokî da; di navbera van de pirtûkên mîtolojiyê, yên ku serdema beriya îslamê digirtin dest hebûn. Serdema dayîktiyê heta îslamê domiya. Mirov dikare di wê serdemê de pevçûna di navbera zihniyeta bav û berxwedana dayîkê de bibine.”
Aliya Osman da zanîn ku nêzî 200 hevpeyvînên li qadê hatine kirin; ev jî rewşa jinan a rastîn belge dikin û wiha domand: “Di hevpeyvînan de tiştên ku jin eleqe nîşanî wan didin, bandorên kevneşopiyan, rîtuelên zewac û dawetê, sedemên hevberdanê û encamên wan ên civakî hatin destgirtin. Her wiha li ser rewşa jinên xebatkar û jinên behremend jî hatiye rawestîn. Van hevpeyvînan, li gundên bajarê Hesekê bi gelek kesan re hatin kirin. Rewşa Hesekê ji ya Cizîrê û herêmên din cuda nîn e. Kesên ku nêrînên xwe anîn ziman, nasnameya wan ji ber sedemên civakî nehat eşkerekirin; her wiha gelek nêrîn hevpar bûn, ev jî nîşan dide ku tengasî û pirsgirêk hevpar in.”
Aliya Osman her wiha da zanîn ku li ser mijarên giştî yên têkildarî jinan civînan li dar xistine û nêrînên beşdaran ji bi bo lêkolînê xwedî agahiyên girîng bûne.
Merheleyên ku jin ji wan derbas bûne û bandorên li ser nasnameya wan
Aliya Osman, bal kişand ser rêbaza muqayesekirinê ya di dema lêkolînê de û wiha berdewam kir: “Rêbaza muqayesekirinê, ji bo famkirina guherîn û veguherînên ku li ser jinan çêbûne pir girîng e. Mînak; di pêvajoya beriya îslamê de, li Nîvgirava Ereb, koçberî çêbûne, jiyana koçber, tevgera di nava eşîran de, bandora jiyana gundan û bajar, şoreşa çandiniyê, kevneşopî û hînbûyînan, li ser nasnameya jinan, bandora dewlet û olê… Van hemû faktoran, bandoran li ser hev dikin. Ji ber vê, di lêkolînê de pêdivî hebû ku rêbaza muqayesekirinê û hevpeyvînên bi kesên ji temenê cudar re werin kirin.”
Mîrasê civakî yê jinên Ereb ji civakê hatiye veşartin
Aliya Osman, rewşa jinan a di çanda kevneşopiyê de nirxand û wiha got: “Dema ku me li tevahiya dîrokê dinêrin li zihniyeta netew dewletê û diçin beriya îslama siyasî, dibînin ku jin zêdetir xwedî azadî bû, di avakirina civakê de roleke çalak dilîst. Divê bal were kişandin ku ji van aliyan ve rastiya dîroka jinan hatiye berevajîkirin.”
Aliya Osman, got ku gelek caran, pirsgirêk bi adet û kevneşopiyan ve hatine girêdan lê dema mirov vedigere dema borî, dibîne ku nîvê mîrasê winda bûye û diyar kir ku ji ber vê sedemê armanca wan ew mîrasa ji civakê hatiye veşartin derxin holê.
Netew dewlet û bandora wê ya li ser rewşa jinan
Aliya Osman, li ser tesbîtên ku di lêkolîna akamediyê de çêbûne wiha got: “Rewşa jinan ji terzê lixwekirinê dest pê kir û gelek guherî. Berê jinên extiyar û ciwan, cilên li gorî derdorê yên kevneşopî li xwe dikirin lê di roja me de cil xwedî karekterê kapîtalîst in. Rêbazên xemlê û bawerî jî guherîn. Berê jin, di nava êla xwe de xwedî parastin bû bi azadî tevdigeriya û di pêvajoyên biryaran de xwedî gotin bû lê piştî ku netew dewlet û zihniyeta navendî serdest bû van nirxan kêm bûn. Berê jinan, hem ji bo xwe ji zoriyên xwezayê, hem jî ji êrîşên êlan biparêzin çekê bi xwe re digerandin; hemû êlan bi hev re hereket dikir lê êdî vî mafî dan dewletê.
Zindîbûna şoreşa jinan û nasnameya wan
Aliya Osman, diyar kir ku li herêma Bakur Rojhilatê Sûriyeyê tişta ku jinan ber bi şoreşê ve kişandiye; “nasname û dîroka wan a ku ji bîra civakê hatiye rakirin” e û got: “Serdema DAIŞ’ê û bandorên zihnî, daxwaza jinan a ji bo gihîştina azadiyê û nakokiyên di navbera zextên civakî de nîşan dide. Encama lêkolînê, nîşan dide ku zihniyeta dewletê û polîtîkayên tên pêkanîn, ji adet û kevneşopiyan pir bi bandorti in.
Dîroka hevpar a di navbera jinan de balê dikşîne ser pêşeroja hevpar
Endama Akademiya Jineolojiyê Aliya Osman, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pêşniyarên vê lêkolîn û xebatê, aliyên dîroka jinan ên ji bîra civakî hatine jêbirin girtiye ber çav û hewl dide di teşedayîna pêşerojê de xwe bispêre vê dîrokê. Dîroka hevpar a jinên li herêmê heye. Aliyên enetellketuel û çandî yên jinên Ereb, Kurd û Ermenî dişibin hev. Destgirtina aliyekî yan jî guherandina wê dê bandorê li ser jinên din ên li herêmê jî bike. Vê xebatê, ji bo hemû jinan û dîroka wan re têkildar in, referansek e û dê bibe çavkaniya agahiyan.”