“Pirsgirêkên me yek in û divê em bibin yek”

Di 3'yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê de jinan bi yekdengî destnîşan kirin ku pirsgirêkên wan yek in û ji bo dîtina çareseriyên guncaw divê ew bibin yek.

NAZIHA BOUSSIDI/ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis - Jinên ku beşdarî 3'yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê bûn, bal kişandin ser xirabûna şert û mercên karkerên jin ên li gelek deverên cîhanê û diyar kirin ku zilma li ser jinan didome.

“Rewşa jinan li hemû herêman zehmet e”

Çalakvana femînîst a Amerîkî Sûzan Simîs ji ajansa me re axivî û diyar kir ku pêşketina rewşa jinan li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê karekî zehmet e ji ber berdewamiya zextên rejîmên emperyalîst ên li ser jinan û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Di sala 1991’an de peymana aştiyê ji bo agirbestek di navbera Eniya Polisario û Mexribê de, ku endamê MINURSO bû, hat îmzekirin. Ez ji dema ku li Sahraya Rojava û Filistînê koodînator bûm ve, rastiya jinan a li herêmê nas dikim. Rewşa jinan li hemû herêman zehmet e, nemaze ji ber destwerdanên rejîmên emperyalîst ên wekî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Brîtanya, Rûsya û Tirkiyê li herêmê. Jinên Hindî û Afrîkî li Amerîkayê û jinên reşik ên Amerîkî jî rastî cudakariya nijadî tên. Ez di nava rêxistinê de hewl didim ku li dijî îdeolojiya emperyalîst têbikoşim. Ji bo têkoşîna li dijî cihêkarî û polîtîkaya biçûkxistinê ya li dijî jinê divê tevgerên xurt bên avakirin.”

Jinan azmûn û ceribandinên xwe bi hev re parve dikin

Endama komîteya amadekar a konferansê Emîra Dileş wiha got: “Konferans ji bo jinan fersendek e ku li ser hemû pirsgirêkên biaxivin. Armanca konferansê ew e ku em ji tecrûbeyên hev dersê bigirin û bibin yek.”

Xebatên 3'yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê ku li Tûnisê tê lidarxistin, bi nîqaşên li ser rewşa jinan li çaraliyê cîhanê û çalakiyên hunerî û çandî ji aliyê beşdarên konferansê ve ku çanda her welatekî îfade dike, didomin.