Pîroz Kerîm a ji pêla Enfalê ya Germyanê sax filitiye

Pîroz Kerîm Salih a li herêma Germiyanê ji enfalê xelasbûyî çend bûyerên wê demê bi xwe jiyayî anî ziman.

TEWAR PÊNCAWÎNÎ

Germiyan - Ji nijadkujî û jenosidên ser Kurdan hatî kirin Enfal ji deşta Cafayatî dest pê kir û li deverên Qeredax, Germiyan, derdora Çemê Zapê gelî û çiyayên Şeqlawa û Rewandizê dom kir û li herêma Behdînanê diqede. Li gorî amarên ku hatine bidestxistin di jenosida ku rejîma Baas bi biriyara Sedam Husên û bi destê Elî Hesen Mecîd bi navê Elî Kîmiyeyî pêk anî bi hezaran welatî hatin qetilkirin.

4 hezar gund û 4 bajarok wêran bûn

Enfal ji 2’ê Sibata 1988’an operasyona bi navê Enfalê li geliyê Cefayatî dest pê kir û di 6’ê Cotmeha heman salê de li Behdînanê bi dawî bû. Di vê heyamê de bi hezaran mirov, 4 hezar gund û 4 bajarok wêran bûne. Ev gundane rastî êrîşa kîmyewî hatin, 154 dibistan, 6 nexweşxane, 5 hezar mizgeft û 6 dêr hatin wêrankirin û zêdetirî 2 milyon sewal ji aliyê Baasiyan ve hatin talankirin. Jîngeh û zeviyên çandiniyê wêran bûn û çavkaniyên ava vexwarinê  jî jehrî bûn paşê jî bi demê re zuha bûne. Di êrîşên kîmyewî yên rejîma Baasê de 3 hezar Xirîstiyanên ji neteweya Suryanî tevî Kurdan hatin qetilkirin.

Enfala Germiyanê qonaxa herî dijwar bû

Qonaxa sêyem a Enfalê jî Enfala Germiyanê bû, ku bi Enfala Reş jî tê zanîn, Peybaz, Tilako û Lîlanê hatin girtin, 50 gund û 4 bajarok hatin wêrankirin. Bi deh hezaran sewqî çolên Arar û zindanên Îraqê kirin û bi saxî binax kirin. Heta niha jî cenazeyên bi hezaran wlatiyên di enfalê de hetine windakirin hîna nehatin girtin û malbatên wan jî li benda vegera zarokên xwe ne. Tenê di 14’ê Nîsanê de jin, zarok, kal û pîr jî di navê de nêzî 5 hezar kes ji gundê Mela Sûrê birin qereqola Qurto û ji wir jî birin Nogursalman, Dibiz û Topuzawa.

Pîroz Kerîm Salih yek ji rizgarbûyên Enfalê ye di sala 1958’an de ji dayik bûye û li gundê Lafat Axa yê Germiyanê dijî jana ji dema Enfalê heya niha di kurahiya dilê xwe de hêlayî wiha tîne ziman: “Ber êvarê şeş ciwan ber bi jêr ve çûn gund û venegeriyan, piştre gundî pê hesiyan ku ji aliyê leşkerên rejîma Baasê ve hatine revandin. Piştî 25 rojan artêşa Baasê dest bi êrîşa bejayî kir û di heman demê de balafiran gund bombebaran kirin. Sedema êrîşan tenê ew bû ku şêniyan gund vala nekirin. Çar jin li kêleka çem rawestiyabûn, sê ji wan karîn xwe veşêrin, yek ji wan a ku dixwest xwe bigihîne zaroka xwe ya biçuk hat bombekirin û şewitandin.”

“Ji bo balefir zarokên min nebîne min ew birin ber çem û ew herî kirin”

Pîroz Kerîm Salih a wê demê sê zarokên wê dema ku reviyan ketin avê û nekarîn xwe rizgar bikin bi hestiyarî wiha qala wê kêliyê dike: “Di heman kêliyê de bombebaranê despêkir. Min zarokên xwe hemû birin ber çem û laşê wan bi heriyê pêçan ji bo ku neyên dîtin. Cenazeyê sê zarokên min ên ber avê ketî jî di destê min de bûn. Ji bo ku zarokên xwe yên mayî xilas bikim min cenaze avêtin ser wan ji bo balefir nebîne.”

“Ne nan ne jî tiştek xwarinê tunebû”

Di bin zivistana zor û dijwar de Pîroz û 45 kesên din li traktorekê siwar bûn da ku herin deverek aram û agir pêxin ji bo hinekê xwe germ bikin, lê balafiran piştî ku agir dîtin li derdora agir xistin. Pîroz destnîşan kir ku wan jî hema ferqkirin ku balefiran ew dîtin xwe ji cihê agir dur xistin ku karîn ji bombebaranê xelas bibin û wiha dome kir: “Ne nan ne jî tiştek xwarinê tune bû, em jî çun gundan û me nan û hinek xarin ji bo zarokan anî."

Pîroz bibîrxist ku rejîma Baas ê bi wesayitên leşkerî welatî derbasî dibistana Şebab a Duzxurmato dikirin û li wê hemû qetilkirin, hinek ên sax dibin cenazeyan de mabûn jî gulebaran kirin û wiha berdewam kir: "Carekê em çûn ber çem û balafir hatin û me xwe veşartibû. Ev mûcîze bû ku em xilas bûn. Careke din me hêviyên xwe danî û duayên xwe xwend lê em xilas bûn."