Pinar Yilmaz a ku gotin qey miriye û wê avêtin nava zibalê got: Tiştekî neguheriye

Pinar Yilmaz a ku weke gelek kesan bi îşkenceyên hovane re rûbirû ma, diyar kir ku binpêkirinên mafan ên zêde dibin ji îşkenceyên salên 90'î cudatir nîn in û wiha got: “Ji salên 90'î vir ve tiştek neguherî. Îşkence jî tiştên hatin jiyîn jî eynî ne."

MEDÎNE MAMEDOGLU

Colemêrg- Di rojên borî de bûyera ku li gundê Xaşkan ê giredayî navçeya Elbakê ya Wanê polîsên ku ji bo binçavkirinê hatin gund ber bi hewayê ve çek teqandin û jinên ku hewldan li ber vê yekê rabîn derb kirin, rastî bertekên mezin hat. Raya giştî, piştî belavbûna dîmenan tiştên hatin jiyîn, şibandin bûyerên şewitandina gundan û îşkenceya salên 90'î. Tevî ku di ser de 30 sal derbas bûye jî tê dîtin ku bûyerên salên 90'î hatine jiyîn îro jî tên dubarekirin. Pinar Yilmaz a yek ji wan navên ku di vê pêvajoyê de rastî îşkenceyê hatiye, diyar kir ku di 30 salan de li Tirkiyeyê tiştek neguheriye û îşkence bi heman awayî berdewam dike.

Tiştên jiya dişibe fîlman

Pinar Yilmaz a xwedî çîrokek jiyanê ya ku dikare bibe mijara belgefîlm an jî fîlmek bi navê 90'î, ji ber îşkenceyên dît du caran ji mirinê vegeriya. Pinar Yilmaz bi dorê pêşî pismamên xwe û piştre jî bavê xwe winda dike. Pinar Yilmaz a ku dema têkoşîna edaletê ya ji bo bavê xwe yê di binçavan de hat qetilkirin dimeşand hat binçavkirin ji îşkenceyên herî giran derbas bû, gotin qey miriye û wê avêtin zibalê lê tevî îşkenceyên dît û windahiyên jiyanî hê jî têkoşîna edaletê dide.

“Roja ku bavê xwe winda kir gundê wê hat valakirin”

Ev hevpeyvîna ku min bi Pinar Yilmaz a şahidiya demên herî tarî yên salên 90'î kiriye girt, mînaka herî zelal û berbiçav a wan salan e ku min qet nedîtiye, tenê bihîstiye. Ev çîroka heqîqetê ya Pinar Yilmaz a ku heqîqeta miletek ji biçûkatiya xwe heta îro dîtiye û jiyaye, di dîroka 28’ê Kanûna 1993’an de dest pê dike. Bavê Pinar Yilmaz a ku li gundê Çorsîn ê navçeya Tetwana Bedlîsê ji dayik dibe, di 28'ê Kanûnê de ji aliyê leşkeran ve tê binçavkirin. Pinar Yilmaz a ku rojek piştî binçavkirinê parçeyên bedena bavê wê ji aliyê leşkeran ve li gund tên belavkirin bi destên xwe kom dike, di heman rojê de gundê wan tê valakirin.

"Perçeyên bavê xwe bi destên xwe kom kir”

Pinar Yilmaz a piştî valakirina gundê xwe bi malbata xwe re li Wanê niştecih bû, wan rojan wiha vedibêje; “Piştî bavê min di pêvajoya serdegirtina gundan û kuştinên kiryar nediyar de hat qetilkirin, me ji gund koç kir. Bavê min rojek beriya ku em ji gund koç bikin hat binçavkirin û danê sibeha piştî binçavkirinê em hîn bûn ku bavê min hatiye qetilkirin. Piştî wê pêvajoyê avêtin ser gund û nehiştin em cenazeyê xwe jî defin bikin. Me bi saetan parçeyên cenazeyê bavê min ê perçebûyî kom kir. Wê demê leşker hatin gund û gotin, ‘Ger hûn di nava saetekê de gund vala nekin, em ê heta mirîşkan, li gund her kesê bikujin.’ Rojek piştî qetilkirina bavê min di 29'ê Kanûna 1993'an de em ji gund derketin û me koçî Wanê kir."

“Ez ji bo bavê xwe ketim riya lêgerîna edaletê”

Pinar Yilmaz dibêje ku ji bo bavê xwe yê hat qetilkirin ketiye riya lêgerîna edaletê, diyar kir ku sedema binçavkirina wê ya destpêke jî ev bû. Pinar Yilmaz da zanîn ku di binçavan de teklîfa sîxurtî û gefa kuştinê lê hatiye xwarin û wiha dibêje: “Piştî ku li Wanê bi cih bûm, ketim nava lêgerînê. Min pirsên çima bavê min kuştin û çima em hatin koçberkirin ji xwe pirsî. Min li wir hêdî hêdî xwe nas kir. Mirina bavê min ji bo min gelek giran bû. Ez tu carî neketim hesta tolhildanê lê min gelek caran diyar kir ku ez ê teqez kesên ev yek kirine bibînim û ji bo hesabdayîna wan têbikoşim. Min di lêgerîna li wir de bi ciwanan re têkilî danî. Min bi parêzeran re hevdîtin kir û ji bo bavê xwe têkoşîna edaletê meşand. Dema ez di nava vê têkoşîna edaletê de bûm, rojek ku agahiya min ji tiştekî tunebû hatim binçavkirin. Wê demê jê re digotin binçavkirina bêqeyd. Di binçavan de sîxurî li min ferz kirin. Hikûmeta ku bavê min kuşt tiştekî wiha ji min xwest. Helbet min qebûl nekir. Piştre min berdan. Wê demê jî ji min re gotin, ‘Ev şansê te yê dawî ye, em ê te bikujin.’”

Bi suwarkirina li 'wesayîta Torosê' hat binçavkirin

Pinar Yilmaz da zanîn ku piştî hatiye berdan demek li gund maye û piştre vegeriyayê navendê, diyar kir ku piştî vegerê dîsa hatiye binçavkirin û îşkenceya herî xirab wê demê dest pê kiriye. Pinar Yilmaz got piştî di sala 96'an de li wesayîdek Torosê hatiye suwarkirin dest û çavên wê hatine girêdan, tiştên wê gavê hîs kiriye bi vê gotinê pênase kir: “Min dizanibû ku wê rojê diçim mirinê û ez ê bêm kuştin.”

“Min dizanibû ku wê rojê diçim mirinê”

Pinar Yilmaz îşkenceya binçavkirinê ya bi rojan berdewam kir wiha vegot: “Piştî riyek nîv saet, min avêtin nava qûmê. Piştî hinek lêdan, gotin: "Em bînin cihê bingehîn". Piştî çûyîna cihê bingehîn îşkence li wir dest pê kir. Gotinên giran, pihîn, şimaq, tundî. Ji min re gotin: ‘Lava bike’ Min mejiyê bavê xwe heta zewicîm bi xwe re hişt û soz da ku ez ê qet teslîm nebim û hesabê bavê xwe bipirsim. Piştre bi awayekî sîstematîk îşkenceyên pir giran kirin. Bi elektrîk, şok, ava şid û bi penseyan cihê min ên hesas kişandin.”

“Piştî îskenceyê gotin qey ez mirî me min avêtin nava zibalê”

“Wê gavê tu tiştek nedihat ber çavên min. Kesên ku bavê min kuştibûn li pêşberî min bûn ne mumkun bû teslîmê wan bibim. Hê jî heta dawiyê lêgerîna min a hiqûqê heye. Ev îşkence bi şev û roj domiya. Piştî îşkenceyê di goştê min de zelitîn çêdibû, dema ku çêdibû xwêy dirijandin ser. Ne mimkûn e ku ez êşa wê demê vebêjim. Dema herî dawî min derb ji serê xwe xwar, min got qediya. Piştî ku min pihîna dawî xwar ji ser hişê xwe çûm. Dema min çavên xwe vekir li nexweşxaneyeke dewletê bûm. Her derê min şikandîbû, du rojên ewil qet nikaribûm biaxivim. Roja sêyemîn polîs hatin nexweşxaneyê û piştre jî dozger hat. Dozger jin bû li min mêze kir û got 'Yên ku vê yekî kirine ne mirov in.' Piştre hîn bûm ku piştî îskenceyê gotine qey ez mirî me min avêtine zibalê. Karkerên ji bo komkirina çopê hatine min ferq kirine. Dema ku dîtine dilê min diavejê, min birine nexweşxaneyê.”

Îşkenceya di binçavan de li girtîgehê jî berdewam kir

Pinar Yilmaz anî ziman ku piştî îşkenceyê ji ber derbên ku xwaribûn 4 salan li Enqereyê tedawî dîtiye, da zanîn ku doza ji ber îşkenceyên dîtiye vekiriye bi neşopandina bi encam bûye û diyar kir ku piştî tedawiyê hatiye girtin û şandine girtîgehê li wê derê jî rastî heman îşkenceyê hatiye, anî ziman ku li Girtîgeha Bedlîsê  jî di hucreya yek kesî de hatiye hiştin û rojê 3 caran lêdan xwariye. Pinar Yilmaz da zanîn ku ji ber tundiya dîtiye mil, ling û parsûyên wê şikestine, bal kişand ku îşkenceyên wan salan dîtiye îro jî li girtîgehan tên jiyîn.”

“Ji wan salan heta niha tiştekî nehatiye guhertin”

Pinar Yilmaz, destnîşan kir ku polîtîkayên ji salên 90'î û vir ve tên meşandin neguherîne, diyar kir ku îşkence û zext di heman astê de berdewam dikin û wiha axivî: “Em niha behsa van dikin. Bi rastî, demek raborî ji hinekan re pir hêsan û ji hinekan re pir giran tê. Lê ev rastiyên ku bi salan e li Tirkiyeyê tên jiyîn in. Mixabin ji sala 1993’an heta îro li Tirkiyeyê bi sedan jin û bi hezaran mirov rastî vê yekê hatin. Lê nikarin wan îfade bikin. Hêviya me hebû ku li Tirkiyeyê piştî 2000’î îşkence bi dawî bibe. Gotin, toros û îşkence qediya. Lê dema ku em li îro dinêrin, bi rastî tiştekî hatiye guhertin nîn e. Tenê toros xuya nakin.  Niha jî ez difikirîm ku ew ê dîsa derbikevin pêşiya min û ji xwe ditirsim. Îro jinên ku di binçavan de ji aliyê kûçikan ve îşkence dibînin hene. Her tiştê ku hat jiyîn li holê ye. Jin îro tên qetilkirin. Jin li girtîgehê rastî îşkenceyan tên.”

“Tiştên ku min di salên 90’î de jiya îro gelek kes dijîn”

Pinar Yilmaz di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman:

“Sedema ku hikûmet ewqas zextê li jinan dike tê fêmkirin. Ez bawer nakim ku li Tirkiyeyê hiqûq hebe. Li welat her roj jin tên qetilkirin. Bi awayekî sîstematîk polîtîkayên tunekirin û qetilkirina jinan tên meşandin. Ji ber van polîtîkayan Tirkiye ji salên 90’î heta niha nikaribû gavek biavêje. Ji salên 90’î û vir ve tu tişt neguheriye. Îşkence jî tişten hatin jiyîn jî hê eynî ne. Tiştên ku min di salên 90’î de jiya, îro gelek kes dijîn.”