Komeleya Bişirîna Rida bi xebatên xwe hewli dide pêşî li xwekuştina ciwanan bigre

Komeleya Bişirîna Rida di warê hemû aktorên sazkar, desteyên civaka sivîl û hemwelatiyên li Mexribê de kar dike da ku bikevin nava hewldanan û alîkariya ciwanan bikin. Di vê pêvajoya giran de hewl dide bi xebata xwe wan ji qeyranên derûnî derbas bike.

HANAN HARITE

Mexrib- Gotina “Tu tişt ji bo ciwanan ne zehmet e” ya fîlozof Sokrates e. Ev gotin ji aliyê civakên pêşketî yên ku herî zêde girîngiyê didin vê koma ku wek sernavê pêşketin û bextewariya welatan tê dîtin tê bawerkirin. Komeleya bi navê Bişirîna Rida ya li Mexribê jî bi hemû hewldanên xwe ji bo koma ciwanan tevdigere. Bi guhdarîkirina vê beşê, armanc dike ku bi destên ciwanan bigre û alîkariya wan bike da ku astengiyên li pêşiya gihîştina armancên wan derdikevin derbas bike.

Seroka komeleya Bişirîna Rida Meryem El-Iraqî di hevpeyvînek ji ajansa me re teqezî li ser girîngiya hebûna komeleyên bi vî rengî kir û bal kişand ser pêşxistina kategoriya ciwanan, teşwîqkirina nûjenî û afirandêriyê û gihandina hizra pêşketî ya ku zêdetir pêşve diçe. Her wiha girîngiya ragihandina êş û azarên ciwanên Mexribê û terxankirina hewldanan ji bo parastina wan ji hemû diyardeyên neyînî yên ku dibe bandorê li pêşeroja wan bikin.

Hûn komeleya Bişirîna Rida çawa didin naskirin û armancên ku hûn hewl didin pêk bînin çi ne?

Komeleya Bişirîna Rida bi ciwanên ku difikirin dawî li jiyana xwe bînin re eleqedar dibe. Komeleya me vê diyardeya li Mexribê ronî dike û ev yek dibe sedem ku hin ciwan di destpêka jiyanê de serî li wan bidin. Piştî ku kurê min Reda di 13 saliya xwe de xwe kuşt, komeleyê ev rê hilbijart û hewl dide êş û azarên zarok û ciwanan fam bike û rave bike, bi vî awayî li ber xwe bide.

Komeleyê, bi xebatên xwe nîşanî me da û bi me da zanîn ku êş dikarin di nava bêdengiyek gemar de bimînin û dawiya wê jî ji bo ciwanan rewşek e trajîk e. Her wiha gelek ciwan pir zehmet dibînin ku êşa dikşînin, bizanibin û pênase bikin. Bi tevahî rewanbêjî wê bilêv bikin û heke wisa bikin jî ew bi rengekî nerast îfade dikin. Ev yek jî bi wan dide hîskirin ku tu kes wan fam nake yan jî giraniya pirsgirêkên wan nizane. Ev bêhevsengiya danûstendinê têrker e û dibe seden ku fikrên xwekujî û xwekuştinê zêde bibin.

Li ser vî esasê komele hat avakirin. Ji bo ku ciwanên tirsa wan ji xwekuştinê heye bikaribin êş û tirsa xwe bînin ziman, ji xebatên ku komele dike sûdê wergirin û bi vî awayî jiyana xwe biparêzin.

Komele ji bo belavkirina çanda jiyanê û têkoşîna li dijî xwekuştinê dixebite. Gelo hewldanên we çawa û bi çi rêbazê ne?

Bi kampanyayên hişyarkirinê, em hewl didin pêşî, li êş û azarên zarok û ciwanan guhdarî bikin da ku vê komê ji xeleka tarî ya ku tê de ye derxin. Ji ber vê yekê, di xebata xwe de, em xîtabî kesên ku dixwazin alîkariyê pêşkêş bikin û guhdarî bikin dikin û riyên pêwîst ji wan re peyda dikin da ku ciwan bêtir karibin êşên xwe diyar bikin. Vebûn, axaftin têrker e ku alîkariya van koman bike ku hestên xwe derbixin û alîkariya wan bike ku bigihîjin aramiya xwe û bi vî awayî vegerin ser ramana cidî û hişyar di jiyanê de, wan ji xwekuştinê dûr bixin.

Aliyek din jî heye ku pê re eleqedar dibin, ew jî çûyîna dibistanan, lidarxistina atolyeyan ji bo hêsankirina pêwendiya di navbera mamoste û xwendekaran de ye. Fêrkirina wan mekanîzmayên pêşkêşkirina alîkariyê ji xort û jinên ciwan re û berteka wan divê çawa be dema ku rastî kesên li ser xwekujiyê difikirin tên. 

Ji bo ku em bigihîjin hejmara herî mezin ji ciwanên ku dibe fikrên xwekujiyê li gel wan hebin, me karûbarên piştevaniya sohbetê ya belaş ku yekem e li welatên Ereb da destpêkiri, ku ev karûbar nehênî û belaş tê hesibandin, destûrê dide ciwanan ku bi erênî guhdarî bikin ji ber ku xebata me li ser karektera ciwanan di rêzgirtina bi tevahî ji nepenîtiyê re bingeh e.

Armanca xizmetê ew e ku tavilê piştgiriyê bide ciwanan û alîkariya wan bike ku êşên xwe diyar bikin û bi vî rengî çareseriyên guncaw bibînin. Di vê qonaxê de kadroyên guhdarîkirinê tên peydakirin ku temenê wan di navbera 25 û 60 salî de ye, tevli dewreyên perwerdeyê dibin da ku karibin baş guhdarî bikin.

Sedemên sereke ku dihêle ciwan li ser xwekuştinê bifikirin çi ne?

Hin kes di wê baweriyê de ne ku ya ciwanan ber bi xwekuştinê ve dibe, hebûna sedemeke tenê ye lê divê em zanibin ku di nav wan de çend faktorên tevlihev hene, mirov li ser xwekuştinê bifikire. Rewşa ku ciwan tê de dijîn ev e ku vê mijarê kontrol dike. Weke mînak; eger xort di jîngeheke malbatî ya bi aloz de bijîn û rewşa aborî jî hebe mîna kesek ku ji şert û mercên aborî yên nebaş êşê dikşîne yan di ezmûnek bi êş re derbas dibe. Wek mirina xizmek pir nêzîk ku bandorên neyînî li ser wan dihêle û bi rojan mezin dibe.

Kampanyayên Komeleya Bişirîna Rida çawa bûn alîkar ku dîwarê bêdengiyê li dora diyardeya xwekujiyê bê şikandin û rê li pêşiya komên ciwanan veke ku êşên xwe ragihînin?

Dema ku Komeleya Bişirîna Rida hat avakirin, me rasterast behsa xwekuştinê nekir lê me di kampanyayên xwe de bal kişand ser tundiya ku mirov li xwe dike. Ji ber ku xwekuştin tundiya ku kesek li dijî xwe dike. Her wiha me behsa rewşa bêdengiya ku ciwan di dema êş û azarên wî de hebû kir û bi derbasbûna salan me dest bi têgeha xwekuştinê kir.

Komele îro di çarçoveya stratejiyek de ligel Wezareta Tenduristiyê bi giştî kar dike ji ber ku li ser diyardeya xwekuştinê biaxive û ciwan bêdengiyê bişkînin. Hewl dide bi vê yekê rê li pêşiya ciwanan were vekirin ku êşên xwe bînin ziman.

Peyama we ji bo ciwanên ku xwedî ramanên neyînî ne û xwekujiyê difikirin çi ye?

Tiştê ku divê em zanibin ev e: Li cîhanê gelek kes di jiyana xwe de carekê hizra xwekuştinê dikin û nayê wê wateyê ku ev kes dikare xwe bikuje. Her wiha yên ku gelek caran fikrên xwekujiyê dikin jî hene. Divê ev kes fêm bikin ku bi gihîştine wê astê ku difikirin, êşa wan bi dawî nabe û di vê kêliyê de hewcedariya wan bi alîkariyê heye. Paşê ew dikarin alîkariyê ji kesên ku pê bawer in bixwazin, an jî dikarin serî li komeleyê bidin. Li wir xort wê bizanibein ew ne bi tenê ne û yên ku dixwazin guh bidin wan hene.