Pêşangeha gerok êşên jinên Xezayê dike mijara xwe

Xwediya fikra projeya pêşangeha çîrok û wêneyên jinên rastî êrîş û destdirêjiyê hatî ya ji aliyê Foruma Agora ya Jinan a NY yê ve hatî organîze kirin Shaima Hamad diyar kir ku armanca wan ewe xwe bigihînin jinên di van mijaran de êş kişandine û bi wan re bibin alîkar ku bikarin êşên xwe par bikin.

 
REFÎF ÎSLÎM 
Xeza - Ji bo dawîkirina tundiya li Xezayê çalakî xwe hatin kirin, bi heman armancê Foruma Agora ya Jinan a Neteweyên Yekbûyî pêşangehek organîze kir. Xwediya fikra vê projeyê Shaima Hamad ku ev du sal in endama Foruma Agora ya NY ye, li ser naveroka xebatên xwe nirxandin kir.
Shaima Hamad girêdayî naveroka pirojeyên xwe yên ji bo şiyar kirina jinan li hemberî şidetê da zanîn ku "Nûvebûn ji bo Pirsgirêkên Zayendî" ji bo kampanyayê wekî dirûşmek cihê xwe girtiye, ji ber vê yekê jî ji bo vê kampanyayê di rojeva jinan de germ bihêlin tim neçar man ku ramanek nûjen biafirînin. Shaima diyar kir ku ekîba ku ji 30 kesan pêk tê, bi awayekî wekhev di navbera Şerîeya Rojava û Xezayê da hat dabeşkirin da ku bi awayekî yekpare bixebitin û balê bikişîne ser herêmên marjînal ên bajar û gundên Filistînê.
Shaima anî ziman ku tîm li ser fikra pêşangeheke hunerî ya gerok ji bo pêşkêşkirina hemî pirsgirêk û çîrokên jinên ku hatine kuştin, ku di navbera bajar û gundên Filistînê de digerin dest û wiha dom kir: "Armanca vê pêşangehê ew e ku hemû endamên civakê, bi taybetî jin bi çîrok û sembolên ku dibînin danişînên gotûbêjê bi temaşevanên çîrokan re li dar bixin û hewl bidin seyîra jiyana van jinan biguherînin.”
Çîroka jiyana xwedekara ji aliyê mamostayê xwe ve rastî êrîşê hatî
Li gorî Shaima Hamad, komkirina van çîrokan ne hêsan bû, bi alîkariya Koordînatora Projeyê ya Rêveberiya Jinê ya Neteweyên Yekbûyî Hadeel Abboud jî di navê de bi gelek aliyan re têkilî hat danîn ji bo çîrokên jinan bibihîzin û wan ji nû ve biguherînin ji bo sembolên bi her çîrokê re têkildar e hilbijêrin. Shaima bal kişand ser wê yekê ku navê pêşangeha "Koloniya" ji çîroka jiyayana xwendekarek keç hatiye girtin ku ji aliyê mamosteyê xwe ve rastî tundiya zayendî hatiye û heta niha jî bêhna kolona wî ku bandorek li ser derûniya wê kiriye tê bîra wê.”
Shaima anî ziman ku ev çîrok di navbera şîdeta fizîkî, elektronîk, aborî û siyasî û heta binpêkirinên kar ên ku di heyama dawî de bandor li jinan kiriye de diguhere û wiha pê de çû: "Bihîstina van çîrokan ne hêsan bû, ji ber dema ku mexdûr dest bi vegotina çîroka xwe bike, dê kes nikaribe xwe ji tirsa tiştên ku têne bihîstin kontrol bike.”
Shaima Hamad behsa hin sembolên ku di pêşangeha gerok de cih girtine kir û got: "Pêşangeh cil û bergên zewacê yên spî digire nav xwe, di vê derê de nîşan dide ku jin ji mafê xwe yê aborî bêpar in, ku mêr red dike wekî neqf bide. Her wiha lîstokek a jiyana jinek a ji ber ji pismamê xwe hez dike û malbat li hember heskirina wê derdikeve bi destura wê destdirêjî lê kiriye, lewra ew lîstok bi şiklê hirçê şîn hilbijart ji ber ku ew di heyamên hilweşîna deroniya wê de jêre weke piştgirî bû nemaze dema ku di mehên ewil ên ducaniyê de tecawizkar ew redkir û terikand.” 
Shaima Hamad da zanîn ku tişta herî zêde ew aciz kiriye, berteka hin ziyaretvanan bû ku ew bi belavkirina gotegot û fitneyan di nav civaka Filistînê de sûcdar kirin û îdia kirin ku civaka wan ji tundûtûjiyê bêpar e û hawîrdoreke piştevan û hezkirinê ya jinan heye. Shaima amaje bi wê yekê kir ku wê hertim tekez kiriye ev çîrok ne hatine çêkirin û xwediyên wan ji niha ve hene û ew ezmûna dijwar nîşan dide. 
Di dawiya axaftina xwe de Shaima Hamad got ku kampanyayê ji navendên bajaran zêdetir hewl da ku bigihêje herêmên kêmderfet û bal kişand ser wê yekê ku pêşangeh xîtabî wijdanê mirovan dike û ji bilî balkişandina li ser hişyariya mirovan, dihêle ku hestên dadweriyê bi mirovan re çêbibe. Shaima tekez dike ku guhertin ji bilî êşê çênabe, lewma wê hewl da ku van çîrokan pêşkêş bike, ji ber ku jin hêja ye ku hewl bidin rastiya xwe biguherînin da ku ew neheqiya li wan hatiye kirin red bikin, li hember rabin û bandorên wê li ser xwe rakin.