Perwerdeya online zextên li ser dayik û mamosteyan zêde kir

Li berpirsyariyên jinan ên dayiktî û birêvebirina malbatê; zorî û zehmetiyên din zêde dibin. Bi derketina nexweşiya coronayê re, jinên ku zarokên wan hene û yên mamoste ne, tevî têkoşîna bi vê nexweşiyê re, bi perwerdeya online re barê wan girantir bûye.

 
KAROLÎN BERΠ
Beyrûd- Ji destpêka belavbûna pandemiya coronayê ku ji Mijdara 2019’an ve dest pê kiriye, mal û odeyên malbatan veguherîne polan. Ji bo ku zarok xwendina xwe berdewam bikin, di navbera kar û erkên dayiktiyê de, jin bi zorî û zehmetiyan re rûbirû ne.
Dem têra dayika ku mamoste ye nake
Hiweyde Yûsiv dayika sê zarokên ku temenê wan 9, 14, 16 salî ne ye. Ew ji ajansa me re dibêje ku dem ji bo wê pirsgirêka herî mezin e û wiha didomîne: “Seat di 7’ê sibehê de şiyar dibim û zarokên min derbasî odeyan dibin dest bi waneyan dikin heya piştî nîvroyê, mal dibe dibistanek biçûk nikarim bi zarokên xwe re têkildar bim ji ber ku bi xwendekarên din re mijûl dibim.”
Her wiha diyar dike ku karê wê bi dawîbûna rojê re naqede, di heman demê de çavek li waneyên zarokên xwe jî digerîne. Piştî xwendinê dest bi karên malê û amadekirina firavînê dike di wan deman de jî dayikên xwendekaran her bi wê re têkildar e.
Li ser mijara teknîkê dibêje "Bi pirsgirêkan înternetê re zehmetiyan nakşînim lê mixabin nikarim di dema dersdayînê de bandorê li ser tevgera zarokan bikim." 
Hiweyde rexneyan li dewleta Lubnanê û wezereta perwerdeyê dike û dibêje   "Rêveberiyên dibistanan karên xwe wekî pîşeyê dikin lê ev yek ne beş e pêwîstiya me bi alîkariya madî û menewî û teknîkî ya ji hêla dewlet ve heye." 
Li ser berteka xwendekar û hin mamosteyan a ji bo peyama Wezîrê Perwerdeyê Tariq Al-Meczub ku gotibû ew ê saetên dersan bikin 7 û 6 roj perwerde hebe, Huweyde piştgirî da Tariq û xwest ku materyal bi dawîbûna salê re biqedin.
“Ji ber demên dersdayînê û kurê xwe pirsgirêkan dijîm”
Melek Feyad jî zehmetiyan bi dersdayîna ji dûr ve dikşîne û dibêje: "Divê ez bi erkên xwe rabim ger dayik bim an mamoste bim lê kêmasî di aliyekî de rû dide ew jî ji ber kurê min ê 6 salî ye lewre ji bo perwerdeyê wî paşguh dikim." 
Li ser vê mijarê Melek diyar dike ji ber ku li ser leptopekê dixebitin, mecbûr dibe bi  xwedekarên xwe yên refên 4, ji seat 8’an heya 1’ê nîvroyê bimîne, ji ber vê yekê kurê wê li waneyan amade nabe lewre jî mecbûr dibe bi dersdayîna wî re jî têkildar bibe." 
Melekê wiha domand: "Ji ber polek bi gîştî li benda dersên kurê min namîne û kompîtor yek e em mecbûr in kesek dersên xwe paşve bihêle, ya herî baş dewama piştî nîvroyê jî heye wê demê kurê min amade dibe." 
Di navbera xwendekaran û kurê xwe de dimîne
Tê diyarkirin ku zextên herî mezin li ser dayik û mamosteya in. Ji ber ku hemû enerjiya xwe di wê rojê de dixebitînin her wiha di rojên betlaneyan de bi amadekirina dersên ku di hefteyên pêşîn de werin dayîn re mijûl dibe. Bal dikşîne ku rêveberiyên dibistanan daxwaza ezberkirina xwendekara kiriye, ji bo ku xwe bigihîjînin dewreyên perwerdeyê. "
Pirsgirêkên qutbûna kehrebê û înternetê li Lubnanê her dem hene. Ji ber vê jî barê mamosteyan duqatî giran dibe lewre waneyên ku mane divê werin dayîn.
Melek tu pirsgirêkan bi xwendekaran re najî û dikare wan di bin kontrola xwe de bihêle lê pirsgirêk di hevsengiyek navbera waneyên amadekirinê û yên kurê wê de hene.
Melek bal dikşîne ser demên ezmûnên ku dikevê û ezmûna kurê wê û dibêje ku mamosteyê kurê wê ew hişyar dike demek taybet veqetîne.
Li ser materyalên nû jî dibêje ku ji ber ku şagirtên wê biçûk in dayikên wan jî bi wan re amade dibin û wiha didomîne: "Şagirtên min biçûk in nikarin berpirsyariyên xwe rakin ev jî  di hêza min derbas dike û ji bo kurê min jî dibe îhmal." 
 Li ser peyama wezîrê perwerdeyê ku gotibû dê demên dersan zêde bikin wiha bersiv da "Bêguman Wezîrê Perwerdeyê ji bîr kiriye ku mamoste xwedî mal û malbat in divê demên xwe ji zarokên xwe re veqetînin. Gelek kes dibêjin qey rêbaza dersdayînê li ser online pir hêsan e lê mixabin pir zor e ji xwendekar û mamosteyan re." 
Bi vî rengî dayik dikarin zehmetiyan kêm bikin
Pispor û mamosteya perwerdeyê Henîn Serhan, pirsgirêkên ku dayik, vê dema pandemiyê re bi wan re rû bi rû dimînin bi sê beşan diyar dike û wiha dibêje: "Dayikên karker, mamoste, yên bêkar û yên nexwendekar û yên kar nakin.”
Bêyî ku balê bikşîne ser pîşeya dayikan ger karê wê li derveyî malê be, wê demê mecbûr e li rex zarokên xwe nemîne dema dersdayîna wan.
Li ser rola mamosteya dayik wiha dibêje: “Mamosteya dayik di demên sibehê de dersên xwe dide, di heman demê de nikare bi zarokên xwe re amade be. Di amadekirina waneyan bandorek li ser psîkolojiyê çêdike." 
Divê di rojên dersdayînê de dayik karên malê nekin
Henînê wiha berdewam kir: "Ji pirsgirêkên din, zêdetir nebûna kompîtoreke din li  malê heye. Lewre hin dibistan rêbazên tomarkirina dersan bi vîdyoyan ji xwendekaran re dişînin ev yek ji bo xwendekar û mamosteyan dibe ku hevsengiyek ji bo demê û zarokên wan çêbike." 
 Henîn Serhan bal kişand ser dayika xwenda û bê kar ku bi zarokên xwe re dersan amade dike û da zanîn ku ji ber ji jiyana bi kêfxweşî bê par mane wê ev yek bandor li ser psîkolojiya wan bike lê divê zextê li ser zarokan nekin bi rêbazek baş û rehet wan ber bi waneyan ve bibin.
Li ser karên malê jî Henîn diyar dike ku divê dayik di rojên waneyan de karên malê nekin da ku bandorên neyînî li ser psîkolojiya wan û zarokên wan çênebe û wiha bi dawî dike: “Pirsgirêk di dayikên nexwenda yan jî bi zimanekî biyanî xwendine de ye. Divê her roj bi zarokên xwe re dersan amade bikin û fêr bibin, ger nebe jî dikarin ji zarokên xwe re mamosteyek taybet bînin malê divê bav jî rolên xwe bi cih bînin."