‘Perwerdeya bi zimanê Kurdî mafê me yê herî bingehîn e’

Jinên Serdeştê gotin perwerdeya bi zimanê Kurdî mafê wan ya herî bingehîn e û dixwazin zimanê Kurdî ne tenê weke zimanê axaftinê, di heman demê wek zimanekî zanistî jî bê bikaranîn.

ROJÎN KADRÎ

Serdeşt – Netew dewleta ku di encama Peymana Westfalya di Cotmeh û Gulana 1648’an de derket holê û piştî şerên olî yên li Ewropayê sîh salên domkir, ev pergal her ku çû li piraniya welatan bû serwer. Piştî Şerê Cîhanê ya Yekem Kurdistan jî ji vê pergala siyasî bandor bû. Di navbera welatên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê de hat parçe kirin. Jiyana netew dewleta ya Îranê ji 100 salî kêmtir e û beriya avakirina pergalên perwerdehiyê ku tenê zimanê dewletê nas dike, li dijî zimanê zikmakî metirsiyeke cidî tunebû.  Lê bi terxan kirina hemû çavkaniyan ji bo zimanê Farisî re, qada zimanên din teng bû û metirsiya asîmîlekirina neteweyên din jî roj bi roj zêde bû.

Lê jinan tevî hemû zextan jî li dijî asîmîlasyonê dev ji parastina zimanê xwe yê dayikê bernedan. Jinên Serdeştê bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê der barê mafê perwerdeya bi zimanê dayikê nirxandinan kirin.

'Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî'

Xwendekar Evîn Maroûhî ji aliyekî ve perwerdeya xwe didomîne û ji aliyê din vê jî  perwerdeya zimanê Kurdî dide. Evîn Maroûhî diyar kir ku ger perwerdeya bi Kurdî nebe dê Kurdî gav bi gav bandora xwe winda bike û wiha got: “Divê Kurdî ne tenê wek zimanê axaftinê, wek zimanekî zanistî jî bê bikaranîn. Divê gotarên zanistî bi vî zimanî bên nivîsandin. Divê bibe zimanekî fermî û îdarî. Ev ziman li gel mafên me yên din ên civakî û siyasî yek ji mafên me yên herî bingehîn e. Ger zimanê Kurdî bi hemû asta xwe neyê bikaranîn û tenê bibe zimanê helbest û wêjeyê, bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ye.”

Kurdiya ku xwe bi xwe hîn bû, hînî zarokên xwe jî kir

Nazenîn Şêxî ya 34 salî ku zimanê kurdî xwe bi xwe hîn bû hînî zarokên xwe dike jî, wiha got: “Heta mezûnbûm min xwend. Di van salan de min her tim di axaftin û xwendina Kurdî de pirsgirêk jiyan kir. Beriya salekê li ser înternetê min qeyda xwe ya kursê kir û hînî xwendin û nivîsandina Kurdî bûm. Di vê salê de min li malê keç û kurê xwe jî hînî zimanê Kurdî kir.”

Rastî gefan hat lê dev jê neqeriya

Mamosteya zimanê Kurdî Sarveh Bayazîdî ku der barê qebûlkirina perwerdeya Kurdî de nirxandinan kir, diyar kir ku ew li zanîngehê wêjeya Farisî xwendiye. Sarveh Bayazîdî wiha got: “Piştî ku ez ji zanîngehê mezûn bûm, ez li kar negeriyam. Me ji zarokatiya xwe de li malê roman û helbestên Kurdî dixwend. Heya astekî ez bi xwe hînî Kurdî bûm. Min piştî zanîngehê gelek dersên zimanê Kurdî dît û niha jî hem li dibistanan hem jî li ser înternetê mamostetiya zimanê Kurdî dikim. Di vê demê de û ji ber nûçeyek bihara sala borî, ji min re hin pirsgirêk hatin derxistin. Min gazî Daîreya Enformanyonê kirin û gef li min xwarin, lê dîsa jî ez ji karê xwe hez dikim. Ez vê yekê li hember Kurdistanê wek erkekî dibînim. Ez plan dikim ku pakêta perwerdeyê amade bikim û li ser înternetê biweşînim.”

Rizgariya gelan

Çalakvana sivîl a li Serdeştê dijî Vian Hassanzadeh jî wiha got: “Armanca me ne tenê ‘hînkirina zimanê dayikê’ ye. Yek ji rêgezên şoreşa Jin, Jiyan, Azad rizgariya hemû gelan e. Divê dema em hewl didin jinan azad bikin, em wek Kurd mafên xwe yên netewî jî bi dest bixin. Divê em ji bo herduyan jî têbikoşîn.”