Perestgeha zanist û pêşketinê: Pirtûxaneya Cangoriyên Berxwedana Kobanê

Mirov bi riya xwendinê re xwe û hawîrdor nas dike. Li kantona Kobanê ya herema Firatê jî, ev yek bi riya Pirtûkxaneya Cangoriyên Berxwedana Kobanê pêk tê.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Firatê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê pirtûkxaneya Cangoriyên Berxwedana Kobanê di 7'ê Tîrmeha 2019'an de bi şahiyeke girseyî vekir. Pirtûkxaneya li taxa şehîd Peyaman 11 hezar û 850 pirtûkên Olî, Roman, Çîrok, Lêkolîn, Zarok, Jin, Bîrdozî, Dîrokî, Çandî, Rojnemegerî, Mûzik, Filklor, Felsefe, Perwerde, Wêje, Aborî, Zanist, Destan, Helbest, Şano, Lêkolîn, Ziman û Jiyan ku bi zimanên Kurdî, Erebî, Soranî, Tirkî û Îngilîzî digre. Her wiha ji bo ku xwendevan bi rengekî rehet bixwîne, odeyên cuda yên xwendinê hene.

Berpirsa pirtûkxaneyê Zehra Ehmed Teyfûr ku ji beşa zanista deronî derçûye, behsa girîngiya xwendinê û hebûna pirtûkxaneyan kir.

Deriyê pirtûkxaneyê 11 seatan vekiriye

Zehra Teyfûr bilêv çavdêriyên xwe yên di warê belavbûna çanda xwendinê li Kobanê wiha anî ziman: "Li gor çavdêriya min berê li Kobanê çanda xwendinê lewaz bû, lê di van salên dawî de pêşketinên ber bi çav tên jiyîn ku hejmareke mezin berê xwe didin pirtûkxaneya me. Di pirtûkxaneyê de em dengê xwe nizim dikin lê mêjiyê mirov pêş dixe. Pirtûkxane ji demjimêr 8 heta 9'ê êvarê vekiriye ku her kes bikarbe bixwîne. Her wiha em bi wan re mijûl dibin, pirsên wan hebin bersiv didin û daxwazên wan yên taybet jî bi cih tînin."

Odeya Ocalan û beşa jin pirtûkxane dewlemend kiriye

Dem mirov di nava pirtûkxaneyê de digre, du beş bala mirov dikşînin ku di nav de odeyeke taybet ji bo pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye veqetandin. Her wiha ji pirtûkên derbarê mijarên girêdayî jin de hatine nivîsnadin, beşek hatiye avakirin. Derbarê vê yekê de Zehra Teyfûr wiha dibêje: "Di pirtûkxaneyê de odeyek taybet heye ku navê wê Ocalan e. Ev beş taybet yê parêzname, pirtûk û lêkolînên Rêber Apo ye ku nêzî 60 pirtûkan digre. Pirtûkên Rêber Apo di derbarê hemû warên jiyanê dewlemendin ku xwendevan sudeke mezin jê werdigirin. Her wiha beşa jin jî heye ku me xebateke berferh ji bo wê meşandin. Girîng ku di pirtûkxaneya me de beşa pirtûkên jin hebe, bi taybet jî gelek xwendevan û em berpirsyarên pirtûkxaneyê jî jin in. Me xwest bi riya vî beşî re astengî, têkoşîn û destkeftiyên jin werin naskirin û jin jî bi riya vê beşê re bersivên lêgerînên xwe bibînin."

Xwendina pirtûkan vîtamîna ji bo mêjiye

Zehra Teyfûr hestên xwe yên di dema xwendina pirtûkan de wiha tîne ziman: "Mirov bi riya xwendina pirtûkan re cîhanê nas dike û asoyên xwe berferh dike. Dema ez pirtûkê dixim nav destên xwe, ez hîs dikim ku pirtûk guleke û ji bo zuha nebe ez av didim. Xwendina pirtûkan jî dikeve nava xwîna mirov ku êdî dikare dest jê berde. Em bi riya xwendina van pirtûkan xwîna şehîdên xwe dikin çek û pê şer dikin. Bi riyan van pirtûkan emê jiyana jinan pêş bixin, civakê sererast bikin û kesayeta zarokan ava bikin. Li gor min pirtûkxane perestgeheke bîrdozî ye ku dermanê hemû pirsgirêkan e."